Kî dewriyeyên Tirkiyê-Rûsyayê hedef digre û ev yek dikeve xizmeta kê?
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO
Di demekê ku hêzên hikumeta
SûriyêSûriyê li derdora herêma Idlibê hêzên xwe xurt dikin, rêzebûyerên hedefgirtina dewriyeyên Rûsya-Tirkiyê bderdewam dikin. Çavdêr hişyariya lîstokên Tirkiye yên nû didin û piştrast dikin ku dê Moskowa bi rêya operasyoneke leşkerî ku tê de rêya M4`ê bi temamî kontrol bike, bersîva wan bûyeran bide.
Di 6`ê Adara derbasbûyî de, piştî ku şerên di navbear hêzên hikumeta Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker de li Idibê rû dan, serokê Rûyayê Vladimir Putin û hempîşeyê wî yê Tirkiye Recep Teyyîp Erdogan li hev kirin û agirbest ragihandin. Her wiha li hev kirin ku dewriyeyên hevbeş li ser rêya M4 a di bin kontrola komên çeteyên Tirkiyê de, ji bajarokê Seraqib li rojhilat heta bajarokê Eyn Hor li başûr rojavayê Idlibê li nêzî sînorên parêzgeha Laziqiye, bimeşînin.
HEDEFGIRTINA DEWRIYEYAN Û DERKETINA KOMÊN NÛ LI IDLIBÊ
Dema dewriyeye li ser bingeha hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiye de dest pê kirin, yekser komeke çeteyan a bin navê `Xetab El-Şîşanî`derket. Piştre dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û Tikriyê di 14`ê Tîrmehê de li ser rêya M4 a nêzî gundê Qiyasat bi erebeyeke bombebarkirî hate hedefgirtin û koma navborî êriş girt ser xwe.
Kanala fermî ya koma çeteyan a navborî ya li ser Telegramê piştrast kir ku ew ê êrişên xwe yên li dijî dewriyeyên Tirkiye-Rûsyayê dewam bikin.
17`ê Tebaxê, çeteyan ragihand ku wan dewriyeya 24`an a Rûsya-Tirkiye bi roketa RPG kiriye hedef û erebeyeke Tirkiyê bi awayekî beşî rûxand. Ev cara duyemîn e ku piştî êrişa li dijî dewriyeya 21`an a ku çeteyê bi navê Ebû Ubeyda El-Ensarî pêk anibû, dewriyeyeke Rûsya-Tirkiyê tê hedefgirtin.
25`ê Tebaxê, vê komê careke din dewriyeyekek hevbeş kir armanc û vê carê jî bi roketa RBG`ê erebeyeke Rûsya li derdora Urem Jawz a li rojavayê Idlibê kir hedef. Li gorî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê, di êrişê de 2 leşkerên Rûsyayê birîndar bûne.
ÇETEYÊN XETAB EL-ŞÎŞANÎ KÎ NE?
Tevî ku ev kom sê caran li ser dezgehên çapemeniyê derket û dîmenên her du teqînan belav kirin, her wiha daxuyaniyeke ne normal ku nîşaneyên xwedîderketina rêgeza Selefî ya şerker nîşan dide, da, lê dîsa jî heta niha kesek nizane ev kom girêdayî kê ye. Ev yek dihêle guman çêbibin ku ew kom girêdayî çeteyên Fesbeto a ku ji komên Selefî pêk tê ye û ya ku lihevkirina agirbestê red kiriye.
Malperên girêdayî çeteyan an jî girêdayî serçeteyên wê qet behsa hedefgirtina dewriyeyên hevbeş nakin. Her wiha malperên din li ser torên tevna civakî ku girêdayî çeteyên wê komê ne, tenê kêfxweşiya xwe ji bûyeran re rave dikin. .
TIRKIYE JI NÛ VE DAIŞ`Ê ZINDÎ DIKE
Têkildarî mijarê lêkolînerê Kar û Barên Komên Terorîs Mahir Ferxelî got: Hedefgirtina dewiyeyan di çarçoveya `Êrişa 4`mîn a têkbirina DAIŞ`ê de ya serdema Ebî Îbrahîm El-Haşimî pêk tê. El-Haşimî 4 şer dest pê kirin û heta asteke bilind bi ser ketiye, ev jî ya şerê 4`emîn e. Her wiha êrişên cuda ne tenê li Sûriyê lê belê li tevahiya dewletên Ereb mîna Misir û Lîbyayê pêk anîne. Geşedan îşaret bi vejandina DAIŞ`ê dikin û cîhazên ewlehiyê yên ku niha DAIŞ`ê bi rêve dibin, cîhazê amadekirina şaneyên nû ye û pêkanîna êrişan e. Ev hedefgirtina vejandina DAIŞ`ê li Sûriyê hêsan dike. Ev yek jî girîngiya têkoşîna li dijî terorê rola hêzên Koalîsyona Navdewletî û QSD`ê zêde dike.”
ꞌBERSIV DÊ BI RÊYA OPERASYONEKE LEŞKERÎ YA SÎNORDAR BE
Li gel hedefgirtina dewriyeyan, sewqiyetên ber bi herêmê ve û tawanbarkirinên di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker de, hêzên hikumetê li gel amadekariyên Operasyoneke leşkerî ya mezin mîna ku dazgehên çapemeniyê yên nêzî hikumeta Sûriyê wesifandin. Sewqiyetên xwe li gundewarên Hema û Idlibê xurt kirin. Hêzên hikumetê dixwaze rêya M4 bi hêzê kontrol bike û herêmeke ewle bi 5 heta 10 km li bakurê rê ava bike, bi hinceta ku aliyê Tirk nikarî çeteyên xwe neçar bike ku bendên xwe li ser rêya ku dihat payîn li pêşiya tevgera çûn û hatin vebûya, rake. Li hemberî tevgerên hêzên hikumeta Sûriyê jî artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe xurt dike.
Girêdayî vê mijarê nivîskar û muxalifê Sûriyê Ehmed El-Dirzî got: “Tirkiye hebûna Rûsya li sînorên xwe yên başûr red dike. Ji ber ku Tirkiye wan herêman wekî herêmên Împeratoriya Osmanî dibîne. Ji ber vê yekê zextê dike û nahêle hikumeta Şamê wan herêmên dagirkirî vegerîne. Tirkiye tevahiya komên radîkal û çekdar kontrol dike û wan bi kar tîne da ku ji lihevkirinên xwe yên bi Rûsyayê re xwe bide aliyekê û bêje rêxistina Hiras El-Sîn an jî rêxistinên din lihevkirina binpê dikin. Ji wê zêdetir ji berjewendiya wê ye ku ev lihevkirin pêk neyên.”
Têkildarî bersiva Moskovayê li hemberî sûcên komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê, Ehmed El-Dirzî got: “Ez bawer nakim ku Moskova operasyoneke leşkerî mezin bi Şamê re erê bike da ku Idlibê vegerîne û hêzên Tirkiyê yên dagirker û rêxistinên girêdayî wê ji herêmê derxîne. Lê dibe ku operasyonek leşkerî sînordar ku Enqere neçar bike lihevkirina dawîn a girêdayî M4 pêk bîne, rû bide û tenê herêmek bi rûbera 30 km di bin kontrola Tirkiye de bimîne. Heta ku bigihêjin lihevkirineke naveteweyî girêdayî rêbaza xilasiya ji komên tundrew bi taybet yên biyanî.”
ODEYA OPERASYONÊN FESBETO
Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) bi artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên din ên ku bi fermana Tirkiyê re tev digerin, herêma “Bê çek” kontrol dike.
Tevî ku hevpeymana agirbestê ya li bakur rojavayê Sûriye hatiye îmzekirin, red dike û êrişî dewriyeyên Rûsya-Tirkiye dike. Lê çeteyên `Odeya Operasyonên Feisbeto` berî niha êrişî van dewriyeyan nekiriye.
Li gorî çavdêran ev ode sponseriya çeteyên Tugera El-Şîşanî yên ku dewriyeyan dikin hedef, dike û tevahiya destekê pêwîst jê re pêşkêş dike da ku êrişan pêk bînin.
Çeteyên Fesbeto, ji vê yekê dixwazin tawana hedefgirtina dewriyeyan ji ser xwe bavêjin, ji ber ku ji bertekên gel ên ku banga derketina wan ji herêmê dikin, ditirsin.
KOMÊN SER BI TIRKIYÊ VE DEWRIYEYAN HEDEF DIGIRIN
Ehmed El-Dirzî got: “Komên dewriyeyan dikin armanc, girêdayî Tirkiye ne, lê girêdana wan a rastîn bi DYA`yê re ya ku parastinê ji wan dabîn dike heta ku berjewendiyên Amerîkayê pêk werin. Piştre wan dibe herêmên nû yên nakokiyên navneteweyî da ku bi rêya wan zextê li dijminên xwe bike mina ku rave dike û bi hinceta têkoşîna li dijî terorê mudexelyî herêmê bike.
Girêdayî heman mijarê Mahir Ferxelî ev tişt got: “Wekî berê min gotibû di meseleya derbaskirina DAIŞ`ê de Tirkiye xwedî roleke mezin e. DAIŞ`ê jî lîstikvanekî sereke ye. Hevkariya di navbera wan de ne rasterast e, lê belê bi awayekî ne yekser e. Bi gotineke din Tirkiyê bi zîrekî bi DAIŞ`ê mîna kevirê satrancê dilîze û hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne. Tirkiye islama siyasî dike bingeha planên xwe yên li herêmê û siyaseta xwe ya derve. Ew şepelên islama siyasî Ixwan û heta DAIŞ`ê bi kar tîne.”
Ferxelî di dawiyê de bi bîr xist ku ev rêxistin li hawîrdorên aloz çalak in, hawîrdorên aloz jî tev li hev in û got: “Piştgiriya Tirkiyê ya ji van rêxistinan re tê wateya ku ew piştgiriya tevliheviyê dike.”
[1]