Kobanê...Serkeftina dîrokî ya berxwedaniya 134 rojan
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ
‘
BerxwedanaBerxwedana Kobanê berdewam e.’ Ev hevok bû manşeta gelek rojname, kovar û kanalên televîzyonan. Çavên cîhanê li berxwedana Kobanê bû ku deng veda. Cara yekemîn bû ku ciwanên bajarekî kurdî yê biçûk li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dida.
Piştî dorpêça gelek mehên dirêj ji sê aliyên rojhilat, rojava û başûr ve, DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2015`an de êrişî Kobanê kir û pê re şerekî mezin ku zêdetirî 4 mehan dom kir, dest pê kir.
Kobanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, yekemîn bajarê ku ji hêzên hikumeta Şamê hatiye rizgarkirin û Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an jê dest pê kir. Ji ber wê ev bajarê biçûk xwedî nirxeke mezin e ku piştî rizgarkirinê, gelek aliyan hewl da bixe bin kontrola xwe. Lê şervanên YPG-YPJ`ê li pêşiya wan bûn bendeke asê.
Bi destpêkirina êrişên DAIŞ`ê re, bi dehan şervanên YPG û YPJ`ê li rex gelek sivîlan li ber xwe da. Ruxmî ku gelek gundên li dora Kobanê bi lez ketin destê çeteyan, lê şerê di nava kolanên bajêr de yê herî dijwar bûn.
DAIŞ’iyên ku dixwest Kobanê dagir bikin, li hemberî wê berxwedana bêhempa ya dîrokî şaş man. Şervanan dev ji bajêr berneda û Kobanê bû mînakek ku wateya vîna xurt tê de diyar dibe.
‘BAVO KOBANÊ BERNEDE!`
Şêniyên Kobanê bi çekên sivik li hemberî êrişên DAIŞ`ê yên xwîndar ku tank, moşek û tevahiya cureyên çekên giran bi kar dianîn, li ber xwe da.
Şahidekî berxwedana Kobanê ku bi xwe jî tê de cih girtiye, Mihemed Xilo sedema mayîna xwe di bajêr de û şerê li rex şervanan, wiha şîrove kir: “Ji bo parastina Kobanê em li bajêr man, me qebûl nekir bajarê xwe berdin. Morala me bilind bû, ji ber ku ev axa me ye û me li ber xwe da.”
Xilo dibêje ku tenê bi çekekê li hemberî çekên giran ên çeteyan li ber xwe dan, ji xwe bawer bûn ku wê bi ser bikevin, ji ber ku vîn û baweriya wan xurt bû. Xilo wiha domand: “Heta gihaşt astekê ku tank di ser hinekan re jî derbas bibin û şehîd bikevin lê em ji bajêr derneketin. Dema yek şehîd bikata jî, vîn û israra me ji bo mayîn û berxwedanê zêdetir dibû.”
Mihemed Xilo çîroka xwe dema keça xwe ya şervana YPJ`ê li eniyên şer dîtiye, wiha vegot: “Li eniya şer min keça xwe dît. Halê malbata xwe pirs nekir, tenê got bavo Kobanê bernedin. Piştî 4 rojan min agahiya şehadeta wê bihîst. Ew hevdîtina me ya dawîn bû. Min soza xwe anî cih.”
`VÊ BERXWEDANÊ KURD JI TEVAHIYA KURDISTANÊ Û CÎHANÊ LI DORA XWE KOM KIRIN`
Dema şêniyên Kobanê bajarê xwe diparast, şêniyên Bakurê Kurdistanê li ser sînorên Tirkiye-Sûriyê bûn. Ji parastina sînor û ji bo ku nehêlin çeteyên DAIŞ`ê bi rêya sînor derbasî Kobanê bibin, bûn mertal.
Di vî warî de Mihemed Xilo diyar kir ku gelê Kurd îsbat kir ku hîna xwedî fikrekê ye û wiha domand: “Me mîrasa pêşiyên xwe û rastiya xwe parast. Berxwedana Kobanê, Kurd ji tevahiya Kurdistanê kirin yek. Ji vir diyar bû ku gelê Kurd hîna xwedî fikrekê ye û ji berê ve şopdarê rêya şehîdan e.”
Xilo îşaret pê kir ku berxwedana Kobanê xeta berxwedana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a ku di 1978`an dest pê kiriye, şopand û ew bi “Rêya şerefê ku hezkirina welêt di dilê Kurdan de çand” wesifand.
Berxwedana Kobanê taybetmendiyeke mirovî girte nava xwe, nexasim ku gelek şervanên entersyonalîst ji welêtên cuda yên cîhanê berê xwe da Kobanê û li rex şervan û şêniyên wê, şerê hêzên tarî anku DAIŞ`ê kirin.
Berxwedana Kobanê bi lez li cîhanê deng veda û bi sembola berxwedanê hate naskirin. Ji ber ku cîhanê zulma DAIŞ û terora wê nas dikir. Ji ber wê gelên azadîxwaz li tevahiya welatên cîhanê serî hildan û piştgiriya berxwedana Kobanê kir. Li gelek bajarên cîhanê meşên girseyî ji bo piştgiriya Kobanê lidar ketin.
Mihemed Xilo got: “Ne tenê Kurd, lê belê şervanên entersyonalîst ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê berê xwe dan Kobanê. Min ji şervanekî ku ji Okranyayê bû sedema hebûna wî li Kobanê pirs kir. Ji min re got, ez rastiya Kurdan dizanim. Dizanim ku çi zulm li ser wan tê kirin. Ji ber wê ez hatime vir ji bo ku şerê hêzên tarî bikim.”
NEKARÎ ÇEKÊ RAKE LÊ XWARIN JI ŞERVANAN RE ÇÊDIKIR
Ne tenê li ser asta herêmî, li belê li ser asta cîhanê, berxwedana Kobanê rola jinan di parastina welatê xwe de çi bi rêya çek an jî piştgiriya şervanan di şer de, xuya kir.
Dayika Emîne Diyar, jineke temenmezin e, ruxmî ku nekarî çekê rake, qebûl nekir ji bajêr derkeve û xwarin ji şervanan re li eniyên şer çêkir. Dayika Emîne nexwest ji bajêr derkeve û dibêje ku ax nemûs û şerefe û bê welat navê Kurdan li cîhanê winda dibe. Ji ber wê qebûl nekir ji bajêr derkeve da ku nasnameya xwe heta dilopa dawî biparêze.
Di destpêka şer de dayika Emîne rojî digirt, ruxmî wê jî tevî bi dehan jinan xwarin ji şervanên li Kobanê û gundewarên wê re çêkir. Lê dema DAIŞ`ê beşeke mezin ji Kobanê kontrol kir, berê xwe da herêma Pirsûsê (Sirûc) li Bakurê Kurdistanê û ji wir xwarin ji şêniyên ku li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê ji tevahiya beşên Kurdistanê kom bûne û piştgiriya berxwedana Kobanê dikin, çêkir.
RUXMÎ TEMENÊ XWE YÊ MEZIN TEV LI ŞERÊN LI DIJÎ EL-NUSRA Û DAIŞ`Ê BÛ
Sivîlên li bajêr mane ji bo ku komkujiyên mîna yên li Şengalê ku di encamê de 2 hezar êzidî bûn qurbanî, pêk neyê, bi dijwarbûna êrişan re sivîl neçar man ku berê xwe bidin gundê Til Şiîr ê bi 5 km ji aliyê rojava ve ji navenda bajêr dûr e ku her ku diçû dorpêça li ser bi lez girantir dibû.
Di 10 rojan de zêdetirî 300 hezar sivîlan berê xwe da sînorên bakurê kantonê yên bi Bakurê Kurdistanê re.
Piraniya sivîlan sînor derbas kir û çûn herêma Sirûcê. Lê gelekan jî sînor derbas nekir û li gundê Til Şiîrê man.
Malbata Eladîn Ebdo Hemo yê ji şêniyên gundê Ziravikê li başûr rojavayê Kobanê ji malbatên ku ji ber şer berê xwe dane gundê Til Şiîrê û li wir mane da ku alîkariya şervanan bikin, xwarin amade bikin û ji eniyan re bişînin.
Eladîn Hemo dibêje ku wî li hemberî Cebhet El-Nusra ya ku sala 2012`an bajarê Kobanê dorpêç kiribû û piştre DAIŞ`ê şer kiriye û ji wê demê ve tev li pêngavên rizgarkirina Kobanê û gundewarên wê bûne.
Ruxmî ku temenê wî 61 salî ye, çek rakir û li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da. Li gorî gotinên wî, wî tehemul nekir ku li ber çavên wî bajarê wî ji hêla çeteyan ve were dagirkirin.
Piştî berxwedana 134 rojan, YPG û YPJ`ê di 26`ê Çileya 2015`an de bajarê Kobanê rizgar kir. Ew dîrok bû destpêka gelek guhertinan ku li ser qada Sûriyê û herêmî çêbûne.
[1]