Îtîrafa bi Komkujiya ErmenanErmenan û bandora wê li ser dewleta Tirk
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB
Komkujiya Ermenan a ku bi destê Osmaniyan beriya 106’an salan pêk hat, dîsa bi îtîrafkirina serokê Amerîkayê kete rojevê. Tevî ku ev gaveke girîng e, lê gelo dê cîhan li hemberî sûc û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan her bê deng be?
Bi pêşdeçûneke nû ya girêdayî dosyaya Komkujiya Ermenan re, serokê Amerîkayê Jeo Biden şeva 24’ê Nîsanê ragihand ku komkujiyên ku gelê Ermen di dema dewleta Osmanî de anku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê re derbas bûye komkujiyek e.
Biden bi rêya daxuyaniyekê got: Em soza xwe ya qedexekirina mîna van qirkirinan didin ku careke dubare nebin.
Ermen dibêjin ku ew hemle bi hewldaneke zanebûn a qirkirina wan bû û ew jî kiryareke ji kiryarên komkujiyê ye û hikumetên Tirkiyê yên berê bangên îtîrafkirinê red dikirin.
QONAXEKE DÎROKÎ JI BO ERMENAN
Rojnamegerê ermenî yê taybet bi kar û barên Tirkiyê Serkîs Qesarjîan ji ajansa me re axivî û wiha got: Îtîrafkirina serokê Amerîkayê bi komkujiyên Ermenan, ji bo Ermenan qonaxeke dîrokî ye. Ji ber ku wê bandorê li têkiliyên DYA-Tirkiye û heya encamên muhtemel ên vê îtîrafkirinê bike.
Serkîs Qesarjîan ev pirs kir: Gelo ev îtîrafkirin hişyarbûna wijdan e yan jî mijara qanûnî û hiqûqî ya mutleq e? Bê guman na, ji ber ku di cîhana siyasetê de tu dosya yan jî dozên ji vê cureyê tune ne ku tenê bandorên wê hebin, lê belê sedem û hêmanên siyasî hene ku destwerdanê li çêkirin an jî leckirina wê dikin.
Qesarjîan da zanin ku girîngiya vê îtîrafê ji du aliyên siyasî û qanûnî ve heye û wiha domand: Ji aliyê siyasî ve, ji ber ku giraniya DYA’yê û perspektîfên wê yên siyaseta cîhanê heye. Tê payîn ku gelek dewletên dîtir piştî îtîrafa Amerîkayê îtîrafê bi komkujiyan bikin, ew jî mîna Brîtanyayê ya ku di lîsteya van dewletên de ku tê payîn pê îtîraf bike û dê îtîrafkirina wê girîng be, ji ber giraniya wê di civaka navneteweyî de heye. Her wiha dê hin dewletên Ewropa, Asya, Kendav, Afrîka û Qafkasyayê bi komkujiyan îtîraf bikin.
Ji aliyê qanûnî ve; heke DYA bi rêveçûna vê îtîrafê ve girêdayî ma, dê bandorên qanûnî û hiqûqî hebin. Divê neyê jibîrkirin ku ji aliyê qanûnî ve dê bandora DYA’yê li ser saziyên navneteweyî yên têkildarî vê dosyayê yan jî dosyayên mîna vê hebin. Bi wê re heke Washingtonê giranî û fişara xwe li ser van saziyan pêk anî, dibe ku pêngavên piştî vê îtîrafkirinê eşkere bibin.
Der barê encamê îtîrafê de Qesarjîan ev nirxand kir: Ev pêngav, heke di çarçoveya tenê daxuyaniyan de ma, dê tenê piştevaniyeke manewî be. Lê belê heke ev pêngav ji hêla rêveberiya Amerîkayê ve berdewam kir û vegerandina vê îtîrafê û daxuyaniyê ya ber bi metodeke siyasî ya Amerîkayê mîna çawa ku Fransayê pêk aniye, ev tê wateya ku dibe Ermen wek ferd an jî rêxistin an jî sazî bi cidî tev bigerin û bangan zêde bikin ku dewleta Tirk jî pê îtîraf bike û piştre lêborînê bixwaze û mijara tawîzên madî yan jî civakî, derûnî û hwd nîqaş bike.
EV JI DEWLETA TIRK RE TÊ ÇI WATEYÊ?
Nivîskar û lêkolînerê misirî Muhsin Ewedellah da zanîn ku mijara îtîrafkirina Amerîkayê bi Komkujiya Ermenan, pêngaveke pir girîng a fişarkirina li dijî rejîma Erdogan e û dibe ku xaleke nû di kûrkirina aloziya nakokiyên amerîkî-Tirkî de ku ji dema hatina Biden a li Koşka Spî di Çileya 2021’an de gur bûye, çêke.
Ewedellah diyar kir ku piştî 100 roj ji hatina Biden a ser desthilatê re û yekemîn peywendiya di navbera Biden û hempîşeya xwe yê tirkî re tenê ji bo hişyarkirina wî bû ku dê Washington bi komkujiyên Ermen îtîraf bike û wiha got: Ev nîşaneyeke ku Enqereyê di mehên borî de ji bo pêkanîna peywendiyên yekser di navbera Erdogan û Biden de reca dikirin û redkirina rêveberiya Amerîkayê heta hatina soza wê ya ku Biden diyar kiribû ye, da ku peywendî tenê ji bo hişyarkirina Erdogan bi biryara Amerîkayê ya li ser komkujiyên Ermen be.
Li ser bandorên vê biryarê, Ewedelllah wiha doman: Dê bandorên wê piştî îtîrafê bin û dibe ev îtîrafa Amerîkayê derî li pêş gelek îtîrafên ji dewletên din re li ser komkujiyên Ermen pêk werin. Ji ber Amerîka, dewleteke mezin li cîhanê ye û nûnertiya pêşengiya cîhanê dike, ji ber her tim piştî çi biryareke navneteweyî li ser çi dozeke navneteweyî were dayîn, dewletên dîtir jî heman metoda Amerîkayê pêk tînin û me ev jî bi awayekî eşkere piştî ragihandina Donald Trump a veguhastina balyozxaneya Amerîkayê ji Qudsê re dîtin û piştre bi dehan dewletên din ragihandin.
Ewedellah wiha gotina xwe berdewam kir: Dê bi wê re jî bibe destpêka îtîrafkirina navneteweyî ya mezin bi komkujiyên Ermen û dûvre îhtîmal e ku ev yek ji dadgehên navneteweyî re were rakirin û dewleta Tirk neçar bikin ku tawîzên fermî ji malbatên qurbaniyên Ermen re bidin.
Lê belê Ewedellah texmîn dike ku ev pêngava Amerîkayê sînorê axaftinan derbas nake û nagihîne merheleya tedbîrên qanûnî, ji ber ev yek dê bi xwe re têkiliya amerîk-tirkî krîztir bike û Washington jî vê yekê naxwaze û wiha dewam kir:Ji ber dibe ku tevî nakokiya niha ya bi dewleta Tirk re, pêdiviya Washingtonê bi dewleta Tirk re di hin dosyayan de bi taybet aloziya Rojhilata Navîn de hebe.
Ewedellah destnîşan kir ku hîna roleke erkdar heye ku Amerîka ji dewleta Tirk dixwaze pêk bîne, ew jî dihêle çi pêngavên tedbîrgirtinê li ser îtîrafa Amerîkayê bên derengxistin, lê bê gûman ev tedbîrên dê pêk werin.
BI HEMAN ARMANC Û HEMAN RÊBAZÊ... DEWLETA TIRK KOMKUJIYÊN NÛ PÊK TÎNE
Li gorî çavdêr û pisporan, vê qirkirinê rê ji dewleta neteweperest re ji bo pêkanîna qirêjiyan re zêde veke ku di dawiyê e bûye Komara Tirkiyê ya niha.
Bi hatina dawiya şer re, zêdetirî ji sedî 90’î ji ermenan di împratoriya Osmanî de winda bûn û hebûna gelek ji wan hatin tunekirin, mal û milkên koçberên ermen ên li rojhilata Anatolyayê dan penaberên misliman û gelek jin û zarokên hatibûn rizgarkirin hatin neçarkirin ku dev ji nasnameya xwe berdin û bibin misilman.
Ev bûyer û sedem gelekî dişibin kiryarên ku desthilatên AKP’ê yên li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û herêmên ku ji Sûriyê hatine dagirkirin, mîna Efrîn, Serêkaniyê û tevahî herêmên dike.
Ji sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk anîne, komkujiya herêma Dêrsim a di navbera 1937 û 1938’an de ye, her wiha ev herêm bûbû dikeya herî hovane ya qirkirinên li dijî gelê Kurd.
Ji bo ferzkirina gelek qanûnên xwe li dijî vî gelî, hikumeta serokê Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk hemleyeke leşkerî li dijî herêmê pêk anîn û gelek qetil kirin û bi deh hezaran sivîl koçber kirin. Bi wê re jî komkujiya Dêrsim û tevahî azarên şoreşa Şêx Seîdê Pîran û komkujiya Geliyê Zîlan dikeve lîsteya sûcên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd.
Têkildarî mijarê, raporên Brîtanyayê piştrast kir ku herî kêm nêzî 40 hezar Kurd li Dêrsimê di çend mehan de bi destê artêşa Tirk di êrişa leşkerî ya li ser herêmê de hatin qetilkirin.
Hîna jî sûcên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel bi hezaran belgekirina rewşan, berdewam in.
GELO DÊ ÎTÎRAF BI QIRKIRINA KURDAN BIBE?
Serkîs Qesarjîan behsa sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gelên herêmê pêk tîne kir û wiha domand:Hemleyeke dewleta Tirk a hovane li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê heye, her wiha dewleta Tirk destwerdanê li gel herêman dike û sûcan pêk tîne. Mînak dewleta Tirk destwerdan li Qerebaxê bi rêya piştevaniya komên radîkal ên ji Sûriyê û hwd dike. Ev tevahî mijar di dawiyê de li gorî kêfa civaka navneteweyî, siyaseta giştî ya civaka navneteweyî, hesabên dewletên mezin mîna hesabên koalîsyon, berjewendiya aborî, hesabên giraniya dewleta Tirk, cihê wê û planên wê yên li herêmê ne.
Qesarjîan wiha dewam kir: Derengbûna îtîrafkirina DYA’yê bi komkujiyên Ermen ne ku pê ne bawer bû yan jî kêmasiyek di dane û nîşaneyên pêkanîna vê sûcê de hebû, lê di encama hesabên xwe yên girêdayî qezenc û xisarê de bûn. Bi wê re çi îtîrafkirina bi sûcên dîtir ku dewleta Tirk pêk anîne yan jî bi sedema siyaseta dewleta Tirk pêk hatine, dîsa jî dikevin xana vê yekê. Ji lew re zehmet e ku were texmînkirin dê kengî bi sûcên dîtir werin îtîrafkirin. Lê belê gotineke Ermen û rêxistinên wê hebû; tu maf namirin heke li pêş wê xwestek hebin. Bi wê re berdewama di xwestekên rewa de, dê misoger di dawiyê de bi encam bibin, heke pir dereng bimînin jî, mîna rewşa Ermen a piştî 106 salan.
Gelo ev gava Amerîkayê dê li hemberî Tirkiyê bibe mertal, Qesarjîan wiha bersiv da: Divê îtîraf bi vê komkujiyê were kirin û sûcdar were cezakirin, da ku herî kêm ku bi beşî be jî bibe metral û qedexeyek. Hiştina sûca komkujiyên Ermen bêyî cezayan û neberpirsiyatiya sûcdar li ser çi sûcên wî ji bilî wî jî teşwîq dike û dihêle her kes bifikire vê rêyê pêk bîne. Ji ber encamên van kiryaran li gorî wî erênî ne, mîna çawa li gorî dewleta Tirk erênî bûn.
Serkîs Qesarjîan destnîşan kir ku ceza û hilgirtina berpersiyartiyê li ser dewleta Tirk a qanûnî, exlaqî, mirovî, madî û siyasî ger beşî be jî dê bibe mertal û qedexeyek li hember wê, da ku mirovahî di pêşerojê de rastî mîna van sûcan neyên.
Rojnamegerê misirî yê taybet bi karûbarên kurdî û tirkî Muhsin Ewedellah li ser heman mijarê axivî û wiha lê zêde kir: Têkildarî îtîrafa bi qirkirina gelê Kurd, em nikarin niha bibêjin, ji ber rola erkdar a ku dewleta Tirk li herêmê û Rojhilata Navîn dilîze hîna pêdiviya hêzên navneteweyî pê heye. Lê dema rola wê bi dawî dibe, dê dosyaya sûcên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn, bi taybet li dijî kurdên li Sûriyê û dosyayên piştevaniya wê ji DAIŞ’ê re û sûcên li dijî kurdên êzidî li Şengal û Efrînê werin vekirin.
Ewedellah wiha gotina xwe bi dawî kir: Dosyayên Sûriyê û qirkirina Kurd dê pê were îtîrafkirin, lê belê ne di vê demê de û dibe ku demên dirêj derbas bibin heta ku em bigihêjin wê merheleyê.
[1]