Yekane rêya derketina ji sîstema koledar a modern: XweparastinXweparastin -2
HALÎT ERMÎŞ
Me di beşa yekemîn a nivîsa xwe de destnîşan kiribû ku serhildanên li dijî qirkirin û dagirkeriya li Kurdistanê, di esasê xwe de tevgerên xweparastinê ne. Di beşa duyemîn de jî em ê hewl bidin balê bikişînin ser xetereyên heyî û her wiha xweparastina ku bi şoreşa Rojava re dest pê kir û li ser bingeha parastina rewa bi pêş ket, divê di roja îroyîn çi û çawa bike.
JI BO CIVAKA AZAD WATEYA SEMBOLÎK A ROJAVA
Îro êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, di nava parçeyên Kurdistanê de herî zêde li ser Rojava pê ktên.
Bingeha êrişên giran ên li ser Rojava ew e ku qada ku dê Kurdên azad lê bigihijên lûtkeyê, temsîl dike. Tevî ku parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, di esasê xwe de xwedî wate û bandoreke ew çend mezin a sembolîk e. Ji ber ku nîşan dide ku têkoşîn li ser bingeha prensîban tê meşandin, heta ku dikare encameke çawa bi dest bixe û lewma jî bi bandor e. Bi bandor e, ji ber u kesên noker ên li ser civaka Kurd bazaran dikin, teşhîr kirine û hiştiye ku Kurd hinekî be jî azadiyê bi dest ve bînin.
Ne pêkan e ku civakeke ku tehma azadiyê seh kiriye; teslîm were girtin, were bêîradekirin û were kolekirin.
Rojava ne tenê ji bo netewedewletên herêmê, ji bo hêzên emperyalîst ên global jî wek xetereyeke mezin tê dîtin. Ji ber ku nîşan dide ku li dijî ferzkirina hebûnê ya li ser pabendî hêza mutleq, hebûna li ser bingeha xwerêvebirinê pêkan e. Dîsa Rojava nîşan daye ku her cure ol, mezheb, çand, ziman, cudahiyên nîjadî ne sedema pevçûnê ne, lê belê dikarin bibe xerca civaka demokratîk. Girêdana wê ya bi hêzên cuda re, sazûmaniya wê ya navxweyî ya têkilî û diyalektîka dijber, ne li dijî rêgeza xweparastinê ye, li gel ku hin derdor û alî hewl didin vê yekê berovajî bikin jî.
NOKERÎ BI SER NAKEVE
Nokeriya hin derdorên Kurd e ku ji dewleta Tirk û hêzên din ên serdest wêdetir êrişî Rojava dike. Ev ne tesadûf e. Ji ber ku Rojava hemû bingehên nokeriyê hilweşandine. Ji aliyekî ve li dijî hêzên dagirker li ber xwe dide, ji aliyê din ve li dijî nokeriya ku li paytextên dagirkeran hatiye avakirin. Ev nokerî ji bo ku şerê li ser Kurdistanê ew çend dijwar bibe, xwedî risteke mezin e. Bêyî dîtina vê rastiyê û bêyî têkoşîneke bibandor a li dijî vê yekê, ne pêkan e ku azadî pêk were.
Ji ber vê yekê, civaka Kurd di serî de li dijî vê koma hevkar neçar e xweparastinê geş bike. Ji ber ku rastiya dijmin aşkera ye, siyaseta wê û armanca wê li holê ye. Lê nokerî heye ku xwe vedişêre û hewl dide di nava rewşeke bêprastin de biqefêle û teslîm bigire.
Ya ku îro Rojava herî zêde li ber êrişan bê parastin dihêle, ew alî ye ku hebûna xwe ji vê hevkariyê re terxan kiriye û di hundir de civakê dirizîne, rê li ber teslîmiyetê vedike û wekî dijminan tev digere,. Rola ku ji berê ve jê re hatiye dayîn ev e. Naxwe nikarin li paytextên dagirkeran bi wêrekî qala kurdîniyê bikin.
Mesela, gotinên welat, nirx, ziman, al û hwd ku her tim li ser zimanê wan in, amûrên wan ên sereke yên kamuflajê ne. Kurdîtî ji navên partî yan jî rêxistinên wan kêm nabe. Ji ber ku bêyî wê ne pêkan e ku xwe veşêrin û bi nirxên civakî bilîzin. Lê belê tiştek bi tenê jî nîn e ku bi navê parastina welêt û parastina gel dikin. Pir zêde diaxivin, pir zêde daxuyaniyan didin. Lê belê tê zanîn ku li Kurdistanê pêwîstî têkoşeran heye, ne bi axêveran. Li Kurdistanê pêwîstî bi yekbûn, birêxistinkirin û pêşvebirina xweparastina kollektîf heye. Lê belê, tişta herî bingehîn ku dikin, ew e ku civakê parçe bikin û bi dijminan re li hev bikin.
Yên ku li dijî vê nokeriyê li ber xwe didin, hêzên YPG-YPJ û QSD ne. Ne tesadûf e ku ji rojên destpêkê yên şoreşê ve gel di xeta parastinê de bû. Gel parastina wan a rast dît û dîsa dît ku tenê di bin vî banî de dikare bi pêş bikeve û biryara xwe da.
JÊNEGERA XWEPARASTINÊ; HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ
Lê belê avabûn ne tenê li ser bingeha YPG-YPJ an jî QSD'ê bi pêş ket, di heman demê de li ser bingeha hêzên xweparastinê (Hêzên Parastina Cewherî) çêbû ku tevahiya civakê dikare tev lê bibe. Ev hêz ne tenê di demên şer de neçar e li eniya pêş şer bike, di heman demê de li dijî her şêwe gendelî, sîxurî, xerîbbûn û koçberkirinê, parastina xwe ya xweser esas bigire. Erka Hêzên Parastina Cewherî ev e.
GEL-CIVAKA KU XWE DIPARÊZE, TÊK NAÇE
Li Rojava, ji şerê li eniyê bêhtir, rêbazên şerê taybet xistin dewrê. Şerê taybet şerê herî kirêt ê dijmin e ku li dijî civakê dimeşîne. Her cure manîpulasyon, gendelî, fihûş û hwd bi taybetî bi rêya ciwanan dikeve nava tevgerê û hewl tê dayîn civak ji hêza herî dînamîk a parastinê bê par bê hiştin. Hem gendelî hem jî koçberî rêbazên herî bi bandor ên bêkokkirin, dejenerebûn û bêparastiniyê ne.
Di demên dawîn de bi taybetî li herêma Şehbayê manîpulasyoneke cidî li ser gelê Efrînê tê kirin. Hêza ku di vir de bi awayekî bibandor tê bikaranîn ENKS ye. ENKS ku di nava pêkhateya çeteyên qaşo opozîsyona Sûriyê de bû ku di dagirkirina Efrînê de li kêleka dewleta Tirk bû, îro bêyî ku tu garantiyeke navneteweyî hebe, hel dide gel yek bi yek an jî bi kom bi kom biavêje nava lepên mêtingeriyê. Propagandaya wî ya ji bo vê jî ev e; “Hûn dikarin vegerin Efrinê, kes tiştekî bi we nake.”
Pirsa bingehîn ev e; kê ev temînat da te? Çima dema ku Efrîn tê dagirkirin, gel ber bi Efrînê ve dibî ku her roj li dijî Kurdan tacîz, tecawiz û îşkenceyê pêk tê û Kurd têne revandin û qetilkirin û xweparastin nîn e? Heke bi rastî armanca we ew e ku hûn gel bi azadî vegerînin malên wan, wê demê çima tev li şerê HRE'yê yê ji bo Efrînê nabin?
Ev pirs dikarin bêtir dirêj bibin. Lê belê aşkera ye ku xiyanet û nokerî bi roleke nû tê meşandin. Gelê Efrînê ku ji sala 2018'an ve di nava şert û mercên herî zehmet de berxwedana xwe didomîne, destekek tenê jî jê re pêşkêş nekiriye û îro jî bi rola fetisandina vê berxwedanê radibe. Ev hizb xwe dispêre rola şikandina têkoşîna Kurdan a ji bo xweparastinê.
Ji ber vê yekê nabe ku bi lîstikên wan bixapin lê divê rûyê wê yê rast bibînin û gel di nava hêzên xweparastinê de bêhtir xwe bi rêxistin bikin, li dijî her şêwe rêbazên şer û êrişê, hem li hundir hem jî li derve parastina xwe xurttir bikin.
QADÊN BIRÊXISTINBÛNÊ YÊN XWEPARASTINÊ; KOMUN Û MECLIS
Di vê rewşê de tişta girîng a ku divê were bersivandin ev e; li hemberî van êrişan hem li derve hem jî li hundir xweparastin dê çawa be?
Rêveberiya Xweser a ku ji aliyê gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye avakirin, hêza xwe bi giranî ji civaka hişmend a birêxistinkirî digire. Ev yek hem di avakirina sîstema demokratîk de hem jî li dijî êrişên ku dê li hundir û derve çêbin, parastina xwe bi pêş dixe.
Û divê ev çawa bê kirin? Bê guman modela birêxistinbûnê ya ji komunan dest pê dike û heta meclisan diçe, di pêşvebirina xweparastinê de qadên herî bibandor in. Komunên li hemû kolan û taxan hatine avakirin, divê veguherin qadên hişmendî û birêxistinbûnê . Divê toreke xurt a birêxistinbûnê bê avakirin. Her ferdek divê endamê/a komunan be, divê mirovek bi tenê jî bê komun nemîne.
Divê komun û meclîs rola navendên ku pirsgirêkên civakî û pergalî lê tên nîqaşkirin, hişmendî û her cure tedbîrên der barê rêbaz û armancên êrişên hundir û derve de û her wiha qada herikîna demokratîk a ji jêr ber bi jor ve be. Her wiha divê komun wek navendên teftîşê tev bigerin û kes an jî beşên li derveyî wê derdikevin, yên li dij derdikevin, bên tespîtkirin û bikişîne nava van avaniyan. Bi vî rengî dê asta hişmendiya civaka birêxistinbûyî xurt bibe, kapasîteya dîtina xetereyan zêde bibe û bi girtina tedbîrên dijber re dikare bê beralîkirin.
ROLA JIN Û CIWANAN DI XWEPARASTINÊ DE
Mijareke din a ku divê di vir de bi kurtasî were destnîşankirin, rola pêşeng a jin û ciwanan a ji bo civaka birêxistinkirî û xweparastinê ye.
Jin û ciwan wek hêzên pêşeng ên jêneger di sîstemên demokratîk de xwedî roleke pêşeng in. Ev beşên civakê yên herî dînamîk jî di sîstema rêveberiya xweser de û hem jî di pêşxistina demokratîkbûn û xweparastina herêmê de xwedî girîngiyekê ne.
Çawa ku jin û ciwanan li dijî êrişên DAIŞ û rêxistinên din ên çete herêm parast, îro jî hem di parastin û pêşvebirina pîvanên demokratîk ên sîstemê de, hem jî di pêşvebirina xweparastinê de li pêşberî êrişan bi heman berpirsyariyê re rû bi rû ne.
Bêyî pêşengiya van her du çînan, ne pêkan e ku civak xwe biparêze. Di rastiyê de di êrişên li ser herêmê de yên herî zêde dibin hedef, ev sçîn in. Ji ber ku hêzên dijber rola van beşên dînamîk di pêşxistin û parastina xeta demokratîk a Rêveberiya Xweser de dît. Wê demê divê jin û ciwan di hişmendî û birêxistinkirina civakî de roleke aktîf bilîzin. Heke pêwîstî pê hebe divê yek bi yek bikevin nava her malê û çalakiyên bilindkirina hişmendiyê bimeşînin. Mirovekî bi tenê jî divê rola xwe hêsan nebîne û xwe ji têkoşînê venekişîne. Ji ber ku em dizanin tişta ku hêzên serdest herî zêde jê ditirsin, civakeke hişmend û birêxistinkirî ye.
WEK ENCAM
Tişta ku rastiya wê derketiye holê ev e ku hem bi êrişên li hundir û hem jî yên li derve dixwazin destkeftiyên me bi berdêlên mezin bi dest ve anîne, ji me bistînin. Komplogerên êrişê ne ji ber ku teqez xurt in, lê ji ber tirsa mezin a ji civakeke birêxistinkirî û hişmend, êriş dikin.
Ji ber ku em li ser bingeha komun, meclis û hêzên xweparastinê xwe bi rêxistin dikin, berpirsyariya me ya takekesî û civakî ye ku bizanin tu êriş dê encamê negirin û rol û mîsyona xwe tayîn bikin. Her ku em xwe bi rêxistin bikin, ew dê biçûk bibin, têk biçin û di dawiyê de jî wek têkçûyî cihê xwe di dîrokê de bigirin.
[1]