Çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ xeteke nû ya têkoşînê afirand
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENIZ
Heke îro têkoşîna azadiyê ya
KurdistanêKurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan dide û li ser vê bingehê têkoşîn mezin dibe, bê guman keda wan kesan e ku bi dirûşma Hûn nikarin Roja me tarî bikin çalaki li dar xistin.
Çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ xeteke nû ya têkoşînê afirand
23 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe. Çalakiyên protestoyî yên bi dirûşma Hûn nikarin roja me tarî bikin dest pê kirin û di şeva 9'ê Cotmeha 1998'an de Mehmet Halît Oral li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir. Ev çalakî gav bi gav ji veguherî xelekek agir li dora rêber Abdullah Ocalan.
Ev çalakî piştre berfireh bû, hema hema li her devera Kurd lê dijîn, belav bû. Xeleka parastinê ya ku bi agir li dora rêber Abdullah Ocalan hatibû avakirin, li cîhanê bi taybetî jî Kurdistanê bi rengê serhildaneke dîrokî li milyonan kesan belav bû.
Çalakiyan ku 9'ê Cotmeha 1998'an bi derketina rêber Ocalan ji Sûriyê dest pê kir û di pêvajoya esareta wî ya li Kenyayê de berbelav bûn.
XWEDÎLÊDERKTINA LI RÊBER APO
Komplogeran hêvî nedikir ku bi milyonan kes rabin ser pêyan û bersivê bidin komploya ku wek êrişa navneteweyî li ser Kurdan û siberoja wan a azad pêk hat. Lê belê têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê ji roja destpêkê ve komplo şermezar kir û bê encam hişt.
Di dîrokê de cara yekem bû Kurdan bi awayên bêemsal di asta neteweyî de xwedî li rêberekî xwe derdiketin. Eniya berxwedanê ya ji zindanan heta qadan ber bi çiyayan ve roj bi roj mezin dibû û hemû maskên komplogeran li pêşberî vê têkoşînê diketin xwarê.
TÊKOŞÎN KETE PÊVAJOYEKE NÛ
Komploger li hemberî çalakiyan, nema dizanîn dê çi bikin. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Gelê Kurd ê ji bo Rêbertiya xwe bedena xwe danî holê û ji roja destpêkê ve bi têkoşîna azadiyê komplo pûç kir. Komplogeran hesab dikir ku dê bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan têkoşînê heta hetayê tesfiye bikin, lê têkoşîn derbasî qonaxeke nû bû. Ji ber ku paradîgmaya demokratik, ekolojîk û azadîparêziya jinan a rêber Ocalan hat pêşxistin, ne tenê di warê têkoşîna azadiyê ya Kurdan de qonaxeke nû bû, di heman demê de rê li ber têkoşîna sosyalîst a demokratîk a li çar aliyên cîhanê jî vekir û li hemberî Komploya Navneteweyî ya hêzên modernîst ên kapîtalîst bû bersiveke xurt a dîrokî.
RÊBER OCALAN KOMPLOYÊ ANALÎZ DIKE
Rêber Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di hucreya yekkesî de dîlgirtî bû, dest bi analîzkirina Komploya 9 'ê Cotmehê ji aliyê rojane û dîrokî ve, kir.
Rêber Ocalan dibêje Diyar e ku heta sîstema sêrbaziyê ya li pişt xanima heftê salî ya nûnera Konseya Ewropayê ku ez li Girtîgeha Îmraliyê pêşwazî kirim anku modernîteya kapîtalîst analiz nekim, ez ê nekarim çarenûsa xwe rast çareser bikim.
Tespîta rêber Ocalan a li ser komployê balê dikişîne ser rola welatên mîna Sûriye, Yewnanistan û Tirkiyê û dibêje: Rola hikûmetên Sûriye, Yewnanistan û Tirkiyê ya di komployê de ji xizmetên burokratîk ên asta talî wêdetir nîn e. Di pêvajoya lêpirsînê de min ji rayedarên Tirk re (yanî nûnerên çar saziyên sereke, Îstîxbarata Serfermandariyê, MÎT, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Îstîxbarata Cendirmeyan) eşkere kir ku ji bo wan bê wate ye ku kêfxweş bibin ku ez hatime girtin. Ev ne rêbazeke wêrekan e ku mirov têkilîyeke dostane bi kar bîne da ku min bi komployeke nedîtî biavêje balafirê û bi ser min de werin. Ev rastî jî mînakeke gelekî berbiçav e ku modernîteya kapîtalîst û lîberalîzm çi ye ku DYA li ser wan hegemon e.
PÊVAJOYA ÇALAKIYAN A DOMDAR
Çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ ji roja destpêkê ve li dijî hegemonya kapîtalîst xeteke nû ya têkoşînê afirand. Îro ev xeta têkoşînê li çiyayên Kurdistanê li dijî qirkerî, mêtingerî û komplogeriyê bê navber berdewam dike.
9'ê Cotmeha 1998'an wek rojeke tarî ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd ve hate îlankirin û dest bi pêvajoyeke çalakiyê ya bênavber kir da ku dengê xwe li tevahiya cîhanê bide bihîstin.
Paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de tevgera sosyalist jî gihand qonaxeke nû û ji aliyê gelan ve hate hembêzkirin û bû mifteya derketina ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e.
ÇALAKVANÊN ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’
Mehmet Halît Oral
Mehmet Halît Oral pêvajoya komployê ku di 1'ê Cotmeha 1998' an de dest pê kir, ji nêz ve dişopand. Bi hevalê yê girtî re 8’ê Cotmehê civînek çêkir û got Li ser Rêbertiya me êrişeke pir berfireh heye, divê tiştek bê kirin, ez pir baldar im, divê teqez tiştek bê kirin, lê çi ye? û heman şevê çalakiya xwe pêk anî.
Oral beriya ku şehîd bibe nameyek li pey xwe hişt. Di maneyê de ku xîtabî rêber Abdullah Ocalan dikir û wiha digot: “Hêrsa min, kîn û tolhildana min pir mezin e. Lê di zindanê de nikarim derxim pêşberî dijmin. Bi vê çalakiya xwe careke din dixwazim dilsoziya xwe ya li cenabê te nîşan bidim. Û bi vê çalakiya xwe dixwazim kîn, hêrs û nefreta xwe li bara dijmin nîşan bidim. Û dîsa dixwazim tolê hilînim. Ez negihaştim wê şerefê ku cenabê te bibînim. Lê her demê di dilê xwe de te hîs dikim. Bê guman çalakiya min dê bi dewleta Tirk gav nede avêtin. Lê dê vê bibînin, heke ziyaneke biçûk were ser te, hemû gelê me dê cîhanê li wan bike zindan. Ji ber ku heke li vê cîhanê navê me tê hildan û me bi tiştekî dihesibînin, ev bi temamî bi ked û hewldana we ya mezin e.”
Bi taybetî rojên ku rêber Ocalan çû Romayê, ne tenê kadro û girtiyên PKK'ê, di heman demê de ciwanên Kurd, jin, kal û pîran jî bedena xwe da ber agir. Girtiyê bi navê Erdal Çekme di 13'ê Mijdara 1998'an de li Girtîgeha Mêrdînê, Cemîl Ozalp ê ku zarokê wî di 27'ê Mijdara 1998'an de di nav refên gerîla de hatibû şehîdkirin û Hatîce Falay a 55 salî jî ji wan welatparêzan bûn ku çalakî pêk anîn û şehîd bûbûn.
Her şehîdekî li pey xwe peyv, dirûşm û nameyên ku dê ji dîroka têkoşînê re bibûna mîrate, hiştin. Mehmet Aydin di 13'ê Mijdara 1998'an de li Çanakkaleyê li girtîgehê şehîd bû û ji wiha xîtabî rêber Ocalan dikir: Ji 9'ê Cotmehê ve difikirîm ku kêliya bêyî Apo ji bo PKK'ê, ji bo me tê çi wateyê. Encamên ku ez gihîştimê pir xerab in. Ji ber ku hêzên tarî vê baş dizanin, we dixin nava çemberê. Tu yekitiya me yî, sedema hebûna me, sedema me ya bûyînê yî. Sedema hemû êrişan ev e.
Remzî Akkûş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Tayhan) şeva 17'ê Mijdara 1998'an li ber avahiya parlamentoyê ya li Moskovê ya Rûsyayê bedenêb xwe dan ber agir. Çalakiya her du ciwanan, di kanalên televîzyonê yên li gelemperiya cîhanê de hat weşandin. Ev yek ji bo protestoyên Hûn nikarin roja me tarî bikin qonaxeke girîng bû û ji nişka ve raya giştî ya cîhanê dît ku gelê Kurd ji bo parastina têber Abdullah Ocalan dikare çi bike.
SELAMET MENTEŞ-AYNUR ARTAN
Selamet Menteş û Aynûr Artan di şeva 23'yê Cotmeha 1998'an de li Girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir. Selamet Menteş li girtîgehê şehîd bû û Aynûr Artan jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê şehîd bû. Selamet û Aynûr noteke li pey xwe hiştibû: Xwedîderketina li Rêbertî; bi xwefêmkirin û xwepêkanînê gengaz e. Parastina Rêbertiyê; bi bûyîna yek deng û yek beden mimkun e. Parastina Rêbertiyê bi xwegihandina agirê azad pêkan e.
DAYIKA XATÎCE
Dayika Xatîce ya 55 salî, di sala 1998'an de li mala xwe ya li navçeya Bagcilar a Stenbolê bi dirûşma Hûn nikarin roja me tarî bikin tevlî xeleka ji agir a li dora rêber Ocalan bû. Van şêwazên çalakiyê jî eşkere dikir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo civakê tê çi wateyê.
GERÎLA ŞEHRISTAN
Nezahat Baraci (Şehristan) li navçeya Şirnexê Cizîrê ji dayik dibe û di sala 1991'ê de tev li refên gerîla dibe. Şehristan di 20'ê Adara 1999'an de li Botanê bedena xwe da ber agir.
ELEFTERYA FORTULAKÎ
Jina ciwan Elefterya Fortulakî ku dayika 2 zarokan bû û bi eslê xwe ji Atîna ya Yewnanistanê bû ku navê ‘Bûka Kurdistanê’ lê kiribûn, ji bo protestokirina zextên li ser rêber Ocalan tev li karwanê çalakvanên Hûn nikarin Rojê me tarî bikin bû.
SERPÎL POLAT
Endama rûmetê ya Komeleya Propaganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat ku li Girtîgeha Sakaryayê girtî bû, bersiveke şoreşgerî da komploya emperyalîst a navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan.
Serpîl Polat di nameya xwe de wiha nivîsand: Ez êrişên emperyalîzmê yên li ser rêberê şoreşger Abdullah Ocalan û bi taybet gelê Kurd şermezar dikim û diyar dikim ku Ocalan nayê darizandin û amadekariya mezinkirina hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi agirê bedena xwe temam dikim.
Protestoyên Hûn nikarin Roja me tarî bikin ku li girtîgehên Tirkiyê dest pê kir, di rojên din de hema hema li her derê belav bûn.
VIYAN SORAN
Viyan Soran (Leyla Welî Hesen) bû yek ji sembolên çalakiyên Hûn nikarin Roja me tarî bikin û di 2'yê Sibata 2006'an de li Heftanînê bedena xwe da ber agir. Viyan Soran di nameya xwe de wiha nivîsand: Hûn dikarin rexne li min bikin ku te çima çalakiyeke bi vî rengî kir, yan jî rêber Apo dibe ku çalakiyeke bi vî rengî qebûl neke... Her şeva 15'ê Sibatê dilê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran hevrêyên min ên şehîd bi dilê min lê didin. Dirûşma wan a 'Bijî serok Apo' her tim li dilê min dixe. Dibe ku hûn çalakiya min qebûl nekin û rexne bikin. Lê em ji we hîn bûn ku bêyî berdêl azadî pêk nayê.
AYNÛR YAŞLI
Yek ji wan kesan bû ku di sala 2006 'an de li Antalyayê bedena xwe dan ber agir Aynûr YAşli bû.
Ji ber ku gelên Kurdistanê li dora rêber Abdullah Ocalan bûn yek û hewl dan ku tecrîdê bi dawî bikin, nûçeyên ji zindana Îmraliyê dihatin, hêrsa gel gurtir kir. Rêber Abdullah Ocalan jehrî kiribûn. Ji ber vê yekê protestoyên Hûn nikarin Roja me tarî bikin ji nû ve dest pê kirin.
[1]