Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  578,813
Wêne
  122,487
Pirtûk PDF
  21,900
Faylên peywendîdar
  122,209
Video
  2,162
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
313,460
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
94,776
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,512
عربي - Arabic 
42,639
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,253
فارسی - Farsi 
15,030
English - English 
8,463
Türkçe - Turkish 
3,808
Deutsch - German 
2,013
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,238
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,803
Kurtelêkolîn 
6,709
Şehîdan 
4,424
Enfalkirî 
4,681
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
840
PDF 
34,403
MP4 
3,740
IMG 
229,149
∑   Hemû bi hev re 
268,132
Lêgerîna naverokê
50 Saliya Zinara Erebî û Dîwanxaneya Melayên Qamişlo
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
50 Saliya Zinara Erebî û Dîwanxaneya Melayên Qamişlo
#Konê Reş#

Qamişlo bi veşartokan dagirtiye.. Gelek navdar û cegerdarên Kurd, Ereb, Siryan, Cihû û Ermen tê re derbas bûne û mora xwe li dîroka wê xistine. Kesî – wek ku pêdiviye – li dor wan ne nivîsandiye, di tariyê de mane û bûne ji veşartokên bajêrê Qamişlo. Nivîsandina li dor bajarekî wek Qamişlo jî, ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye. Nivîsandin name ye. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin, li dor bajarekî mîna Qamişlo be. Ji ber ku hin caran ez li veşartokên Qamişlo digerim, wan veşartokan ji zardevên pîrejin û kalemêran digirim.. Îro 24.6.2024, bi helkeftina ku 50 sal di ser Zinara Erebî re derbas dibe, bi min xweş e we agahdarî Dîwanxaneya Melayan li Qamişlo bikim. Ewa ku di salên 1973-1974an de li Qamişlo çalak bû..
Ji min re gotin; Her êvarekê çend melayên welatparêz û barzanîhez bi rengekî veşartî di malekê de li hev diciviyan, anîna ereban nav xaka kurdan bi navê Zinara Erebî protesto dikirin û rewşa civak û welat û welatiyan ji hev re digotin..
Li gor ku ji dor 200 salî ve, ez serwextî rewşa dîroka Kurdistanê me û min baş rola Şêx û Melayan di civaka kurdî de naskiriye, wek ku çawa Şêx û Meyalayan olperestiya xwe parastine wiha jî hina ji wan kurdîtiya xwe parastiye.. Nexasim dema ku kurditiya wan toşî metirsiyê bûye û hatiye perçiqandin.. Hingê gelekan ji wan Şêx û Meyalayan ew rewş protesto kirine û liberxwe dane.. Wek nimûne di vî warî de:
Serhildana Şêx Ubêdellahê Nehrî/1880, Serhildana Bedlîsê bi serokatiya şêx Şehabedîn/1913, serhildana Şêx Abdulselamê Barzanî/1914, Serhildana Şêx Seîd/1925, Serhildana Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Ehmedê Barzanî, Qazî Mihemed û avakirina komara democrat li Mehabadê/1946 û ya herî dawî Şoreşa 11ê Îlona 1961ê bi serokatiya Mele Mustefayê Barzaniyê nemir..
Mebesta min ji vê gotinê Dîwanxaneya wan melayan bû di sala 1974an de li Qamişlo.
Di salên 1960-1970î de Kurdên Sûriyê di rewşeke zor xerab de derbas dibûn. Nexasim ku di roja 24.6.1974an de rêjîma Sûriyê bi rengekî fermî dest bi Zinara Erebî û erebkirina Cizîrê kir.. ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, dor 43 gundên Ereban, ji derveyî parêzgeh Hesekê, di nav xaka Kurdan de bi rûniştin dan û cotkarên Kurdan ji xaka bav û kalên xwe bê par man… Di eynê wan salan de jî sekretêrê El-Partî Dehamê Mîro digel çend serkirdeyên El-PArtî/S di zindanên/ Şamê de bûn.. Şoreşa Barzaniyê nemir jî ku, hêviya Kurdan bû, di rewşeke dijwar re derbas dibû..
Ez û Mele Abdullahê Xerzanî 1995
Ji encamê wê rewşa xerab ya ku Kurdên Sûriyê têre derbas dibûn, melayên Qamişlo yên kurdperwer û barzanîhez, her pêlekê bi rengekî nepen, li mala welatparêzekî kurd li hev diciviyan, ew rewş protesto dikirin û kul û xemên xwe li dor pêkanîna Zinara Erebî û erebkirina Cizîrê ji hev re digotin.. Ji wê civîna wan re (Dîwanxaneya Melayan), dihat gotin. Erê.. Her heftî çend ji wan melayan li maleke taxa Qidûrbeg an Mehmeqeya, an Cirnkê an Enteriyê li hev komdibûn, zulm û zor rêjîmê ji hev re tanîn ziman, projeyê Zinara Erebî û erebkirina Cizîrê protesto dikirin.. Di nav re jî helbestên Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî ji hev re dixwendin û wateya wan şirove dikirin.. Hem jî helbestên xwe ji hev re dixwendin.. Digel ku nûçeyên şoreşa Barzanî û pêşmergeyan ji hev re digotin û dibilandin.. Ew komcivînên wan melayan bi navê (Dîwanxaneya Melayan), hatibû naskirin. (Hina ji min re got; navê wê (Melexane) bû). Li gor ji min re hat gotin, ji melayên ku bêtir di wê dîwanxaneyê de dihatin dîtin: Mele Îbrahîmê Zivingî, Mele Silêmanê Botî, helbestvan Mela Ehmedê Palo, helbestvan Mele Ehmedê Namî, helbestvan Mela Abdulselam Nacî, helbestvan Mela Nûriyê Hesarî, helbestvan Mela Tahirê Mele Hamid, Mele Ismaîlê Mîr Elî, Mele Mihemedê Beyandûrî, Mele Remezanê Berzencî, Mele Abdulayê Xerzî.. Ev nav ji min re hatin gotin, dibe ku hin navên din jî hebin.. Di wan salan de seydayê Cegerxwîn li Beyrûtê bû.. Wek ku ji min re gotin, her heftiyê carekê, ew mele bi dizî li hev diciviyan, zulm û zora rêjîmê gengeşe dikirin, salox û pesnê Barzanî û pêşmergeyan ji hev re digotin û helbestên xwe yên nû ji hev re dixwendin.. Xwedê wan bi dilovaniya xwe şad bike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 164 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 26-06-2024 (1 Sal)
Bajêr: Qamişlo
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-06-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-06-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 28-08-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet 164 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!