Çepemeniya Erebî û ya cîhanê der barê merasîma çekdayînê çi got?
Îro li Başûrê Kurdistanê pêngaveke girîng pêk hat. Li ser banga Rêber Abdullah #Ocalan# a Aştî û Civaka Demokratîk komek şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê çekên xwe danî. Dezgehên rgihandinê yê Erebî û yên cîhanê der barê mijarê çi gotin?
Îro li Başûrê Kurdistanê, li ser banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk komek şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê çekên xwe danî. Çapemeniya Erebî û ya cîhanê mijar bi balkdarî şopandin û diyar kirin ku ev gavek dîrokî ye.
BBC`yê nivîsî ku şervanan hin ji çekên xwe şewitandin, û got ku yek gaveke mezin ber bi bidawîkirina pevçûnê li Tirkiyeyê ye. Rojnameya New York Times`ê diyar ku şervanên Kurd di gaveke ber bi aştiyê ve çekên xwe şewitandin.
Al Monitor, ev pêngav wekî guhrîneke girîng ya nû di pêvajoya aştiyê de nirxand. Reuters`ê got ku merasîma bêçekkirinê veguherîna PKK`ê ji serhildana çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve nîşan dide, her wiha rojnameya Îmaratî The National ragihand ku şervanan di merasîmek sembolîk de dest bi danîna çekên xwe kirin ku armanc ew bû rûpelek nû bi Enqerê re vekin.
Russia Today di rapora xwe de sernavê Rêberkî partiyê got: Em çekên xwe bi azadî datînin, wekî nîşanek niyeta baş, û em bi biryar in ku pêvajoya aştiyê bi ser bizin.
Sky News`ê ragihand ku PKK piştî radestkirina çekan diyar kir ku têkoşîn dê bi rêbazên qanûnî û siyasî bidome, her wiha El Şerq El Ewsat bûyer wekî teslîmkirina sembolîk a çekên xwe li nêzî Silêmaniyê bi nav kir.
Rojnameya Lubnanê El Nahar ragihand ku bi qasî 30 şervanan beşdarî şewitandina çekan bûne, rojnameya Okaz jî sernavê Piştî nêzîkî 40 salên çalakiyên çekdarî... PKK bi fermî bêçek dibe bi kar anî. Rojnameya El Araby El Jadîd ragihand ku çek di şikeftekê de ku li herêmek çiyayî ya dûr li bakurê Iraqê ye, hatine tunekirin.
[1]