Dîmenên binpêkirina nirxên mirovahiyê
ANF’ê dîmenê rewşa dawî ya Pakrewangeha Garzanê weşand ku piştî hate hilweşandin û talankirin 8 salan li serdanê hatibû qedexekirin.
Pakrewangeha Garzanê ku li qadeke di navbera gundên Oleka Jor û Oleka Jêr ên Bedlîsê de ye û 267 cenaze tê de ne, di navbera 8-17’ê Kanûna 2017’an de bûbû hedefa êrişekê. Destpêkê kêl hatibûn şikandin, piştre jî di navbera 14-17’ê Kanûnê de leşker ketibûn nava pakrewangehê, bi kepçeyan gor kolandibûn û cenaze derxistibûn. Cenazeyên hatibûn derxistin jî xistibûn nava qutiyan.
Êriş ne tenê li dijî goran hatibû kirin, her wiha mizgeft û akademiya li nava pakrewangehê jî bi heman rengî bi kepçeyan hatibûn hilweşandin. Piştî ku bûyer eşkere bû malbatên xwediyê cenazeyan serlêdan kiribûn û ji wan re hatibû gotin ku cenaze birine Stenbolê.
Leşkeran piştî hilweşandina #pakrewan# gehê qereqolek li herêmê ava kirin û ketina herêmê heft salan hate qedexekirin. Piştî 8 salan dîmenê pakrewangehê hate kişandin, ku tê de xuya dike ku tenê ax û çend kevirên şikestî mane.
Dîmen û wêneyên ku ANF’ê li herêmê kişand, nîşan didin ku li pakrewangehê tenê dîwar maye, her wiha axa ku ji kolandina goran mane. Ji ber qedexeyê lêkolîneke berfireh li herêmê nehate kirin û hate îdiakirin ku li pakrewangehê hîn jî hestî hene. Şêniyên herêmê xwestin, lêkolîneke berfireh bê kirin û cihê hatiye wêrankirin hîn bêhtir bê xwedî neyê hiştin.
Li pakrewangehê ku tenê parçeyên ji kevir û ax mane, gor hatine hilweşandin ku nema têne naskirin. Ji mizgeft û akademiya li pakrewangehê kevirek jî nemaye. Yekane tişta ku nîşan dide ku herêm berê goristan bû, dîwarê pakrewangehê ye ku li ber hilweşînê ye.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku hilweşandina pakrewangehê û qedexekirina serdanê hem ne wijdanî ye, hem ne mirovî ye û bang li parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran kirin ku serdana pakrewangehê bikin. Şêniyên herêmê ragihandin ku bi lêkolînê wê hestî bêne derxistin û gotin, divê hovîtî neyê jibîrkirin.
Parlamentera Bedlîsê ya #DEM Partiyê# Semra Çaglar Gokalp li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku têkildarî pakrewangehê wan pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî meclîsê kirine. Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku bi armanca tinekirina hişê civakê pakrewangeh hatiye talankirin û ev yek tinehesibandina rûmeta mirovan e.
Semra Çaglar Gokalp destnîşan kir ku êrişa li ser Pakrewangeha Garzanê yekane nîne û got, “Ev rewş dewama polîtîkaya li hemberî gelê Kurd e ku bi demdirêjî hewl dide hişê civakê ji holê rake. Nezanîna cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî, êrişa li hemberî cenazeyên li Garzanê berhma heman mejî ye.
Semra Gokalp anî ziman ku ji sala 2017’an û vir ve lêkolîn an jî lêpirsînek li herêmê nehatiye kirin û destûr nehatiye dayin ku heyet biçin herêmê, gundên li dora pakrewangehê jî timî hatine dorpêçkirin.
Semra Gokalp ragihand ku lêkolînkirina binpêkirina maf a li Pakrewangeha Garzanê ji bo rûbirûbûna li rabirdûyê û pêkanîna edaletê ya li Tirkiyeyê wê bibe ‘gaveke bi nêta baş’ û got, “Edalet û aştiya civakî bi hurmeta li miriyan û rûbirûbûna li rabirdûyê dibe.”[1]