Sed salên berxwedanê: Ji şoreşa Şêx Seîd ta banga aştiyê
EHMED SEMÎR
Di ser şoreşa yekem a #Kurdan# ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe de 100 sal derbas bûn. Rêber Abdullah Ocalan bangek ji bo Aştî û Civakek Demokratîk kir, û li ser navê bi mîlyonan gelê xwe destê aştiyê da dewleta Tirk. Gelo Tirkiye dê vê kêliya dîrokî binirixîne? Gelo xwîna hatiye rijandin dê bibe ximava nivîsandina destûrek nû ku Kurdan nas dike û dawî li sedsala înkarkirinê bîne?
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem (1914–1918) û hilweşîna Împeratoriya Osmanî, li herêmê serdemek ji nû ve avakirinê ya mezin dest pê kir. Mustafa Kemal Ataturk di sala 1919`an tevgera bi navê Şerê Rizgariya Neteweyî, rêve bir, ku bi ragihandina Komara Tirkiyeyê di 29`ê Cotmeha 1923`an de bi dawî bû. Kurd jî li ser soza ku dê mafên xwe yên xwerêvebirinê bi dest bixin, tevlî şoreşê bûn. Lê belê, zû eşkere bû ku ev soz taktîkî bûn, ji ber ku ew nehatin bicîhanîn, û li şûna wê, daxwazên Kurdan bi paşguhkirin û tepeserkirinê hatin bersivandin.
Di vê pêvajoya aloz de, hêviyên Kurdan rastî berjewendiyên kolonyalîst ên navneteweyî hatin, di Peymana Sykes-Picot (1916) kurdistan hate parçekirin, di Peymana Sèvres (1920) de mafên Kurdan di bendên 62-64 de hate destnîşan kirin, û herî dawiyê di Peymana Lozanê (1923) de, mafên kurdan ji holê hat rakirin. Bi vî awayî Kurdistan di navbera çar welatan de hate dabeş kirin: Tirkiye, Sûriyetê, Iraq û Îranê û rewşa bindestî û dagirkeriyê heta roja îro dewam dike.
ŞOREŞA ŞÊX SEÎDÊ PÎRANÎ (1925): SEDSALIYA QÎRÎNA AZADIYÊ
Di sedsaliya darvekirina Şêx Seîdê Pîranî, rêberê serhildana yekem de, dîse bîranîna şoreşa yekem a çekdarî ya herî mezin a Kurdan li dijî dewleta Tirk tê bîra kurdan. Ev serhildan encama hêrsa Kurdan a piştî betalkirina Peymana Sevrê û têkbirina her rêxistineke siyasî ya Kurdan, pêk hat, bi aybet piştî têkibirina rêxistina Azadî ya General Xalid Beg Cebrî li Erziromê, ku banga şoreşê dikir û bû bingeha berxwedaneke neteweyî.
Piştî girtina Xalid Beg Cebrî û Parlamenter Yusuf Ziya di Çileya 1925`an de û darvekirina wan li Bedlîsê, rêberên Kurdan di 1`ê Sibata 1925`an de li Çiyayê Canê civiyan û Şêx Seîdê Pîranî wekî rêberê şoreşê hilbijartin.
Şoreş di 11`ê Sibatê de dest pê kir û piraniya bakurê Kurdistanê hate rizgarkirin, ji bilî bajarê Amed, ku li hember dorpêça 50 rojan li ber xwe da.
Lê şoreş rastî xiyanetê hat, dema ku rêberê serhildanê û çend endamên komîteya rêberiyê di şevê de li ser Pira Vartoyê li ser Çemê Firatê hatin girtin. Wê demê kesê bi navê Qaso ku rêbertiya karwanê dikir li wan xiyanet kir û Şêx Seîd û hevlên xwe hatin girtin.
Piştî wê yekê, dewleta Tirk bi beşdariya zêdetirî 150 hezar leşkeran û xayinên Kurdan êrişên hovane yên qirkirinê da destpêkirin, zêdetirî 22 hezar Kurd kuştin, zêdetirî 700 hezar kesên din koçber kirin û nêzîkî 600 gundên Kurdan şewitandin.
Di 29`ê Hezîrana 1925`an de, Şêx Seîd ligel 48 rêberên din li Meydana Deriyê Çiya li Amed hatin darvekirin kirin. Şêx Seîd berî darvekrinê wiha ji hevalên xwe re got: Gelê me bi mirina me namire... lê heya ku di nav wan de mêrên wêrek ên wekî we hebin, dê jiyanek azad û serbixwe bi dest bixe.
JI AGIRIYÊ HETA DÊRSIMÊ TÊKOŞÎN BERDEWAM KIR
Şoreşa Şêx Seîd nebû dawiya rê, lê ew bû destpêka rêze serhildanên dirêj ên berdewam. Di sala 1927`an de, General Îhsan Nûrî Paşa serêkşiya Serhildana Agiriyê (Komara Araratê) kir ku heta sala 1930`an dom kir.
Di salên 1937-1938`an de, Serhildana Dêrsimê bi serkêşiya Seyid Riza dest pê kir û bi hovane hate tepeserkirin û li dijî sivîlan komkujiyên girseyî hatin pêkanîn. Serhildanên Koçgiriyê, Mehabad û yên din jî rastî peymanên navneteweyî û berjewendiyên herêmî hatin, ku bû sedema têkçûna wan serhildanan û kurdan nekarî mafên xwe bi dest bixin.
DAMEZRANDINA PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊ (PKK): TÊKOŞÎNEK NÛ LI DIJÎ INKARÊ
Di 27`ê Mijdara sala 1978`an de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan hate damezrandin û di 15`ê Tebaxa sala 1984`an de têkoşîna çekdarî dest pê kir. PKK`ê di dememe kurt de veguherî hêzek leşkerî û gelêrî ya mezin, tevî hovîtiya şerê bi dewleta Tirkiyeyê re jî ew bû aktereke sereke ji bo çaereserkirina doza Kurd.
PKK`ê ji hêla gelê kurd ve hate piştgirîkirin û karî doza Kurd bigîna plantformên navneteweyî. Piştî revandina Rêber Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de di sala 1999`an de, PKK`ê dest bi lêvegerke berfireh a raman û stratejiyên xwe kir.
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK: DERFETEK DÎROKÎ
Di 27`ê Sibata 2025`an de, Rêber Abdullah Ocalan ji Îmraliyê banga Aştî û Civaka Demokratîk da, û xwest ku çalakiyên çekdarî bi dawî bibin û rûpelek nû ya têkoşîna siyasî ya demokratîk were vekirin. PKK`ê jî bersiva vê bangê da û di kongreya xwe ya 12`an de xwe bi fermî fesix kir û agirbestek yekalî ragihand. Her wiha PKK`ê tekez kir wê, banga rêber bicîh aniye û rê li ber Tirkiyeyê vekiriye ku bikeve qonaxek nû ya aştî û hemwelatîbûna wekhev.
KURD DESTÊN AŞTIYÊ DIRÊJ DIKIN: GELO DEWLETA TIRKIYEYÊ DÊ BERSIV BIDE?
Di ser şoreşa yekem a Kurdan ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe 100 sal derbas bûn, piştî 100 salan Kurdan careke din destê xwe yê aştiyê dirêj kirin. Aştiya rastîn bi tenê bi gavên yekalî nayê avakirin. Kurdan gava herî girîng avêtine, pêvajoya demokratîk a aştiyê pejirandine, lê top niha di qada dewleta Tirkiyeyê de ye.
Gelo Enqere dê bersiva vê derfeta dîrokî bide û bikeve danûstandinên rastîn. Gelo çareseriyek dadperwer ku nasnameya Kurd nas dike û mafên çandî û zimandi destûrê de garantî dike dê were pêkanîn? An ev bang jî dê mîna yên berê bimîne û têk biçe, weke çawa dewleta Tirk danûstandinên aştiyê ku di sala 2013`an de dest pê kiribûn, di sala 2015`an têk birin?
JI MIRINÊ BER BI JIYANA AZAD VE
Di pêvajoya 10 salên berxwedanê de gelê Kurd bedelên giran dan. Lê tevî tepeserkirin û çewisandinê jî, doza Kurd tune nebû; berevajî wê ew hîn bêhtir bi hêz bû. Biryara PKK`ê ya bidawîanîna têkoşîna xwe ya çekdarî û destpêkirina têkoşîna aştiyane ji bo Tirkiyeyê derfetek mezin e ku nêzîkatiya xwe ya ewlehiyê ji nû ve binirxîne û rêya çareseriyek siyasî ya domdar li ser bingeha hevkariya neteweyî û edaletê hilbijêre.[1]