Hêviyên Kobaniyan ên ji Şandeya Kurdî
Şêniyên bajarê #Kobanê# ji şandeya Kurdî ya ku dê bi Hikûmeta Veguhês a Suriyeyê re hevdîtinan bike xwest ji bo Suriyeyek demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan û jinan tên parastin kar bikin.
Şêniyên bajarê Kobanê hêviyên xwe yên şandeya Kurdî ku 4’ê Hezîranê hatibû avakirin û ji 9 kesan pêk tê anîn ziman.
Nesra Derwîş diyar kir ku hêviya wan ji şandeyê ew e ku mafên gelê Kurd biparêzin, ji bo mîsogeriya wê kar bike. Nesra anî ziman ku gelê Kurd di gel komkujî û zehmetiyan re derbas bûye, lewma divê dawî li vê yekê were û gelê Kurd jî bighêje maf û azadiya xwe.
Welatiyê bi nave Sebrî Mehmûd hêvî kir ku şande encamên erênî bi dest bixe û got: Niha firsendeke mezin heye ku Kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Êdî dem dema ku gelê Kurd bigihîje azadiya xwe ye.
Xelîl Ehmed jî da zanîn ku hêviya wan ji şandeyê heye û wiha axivî: Em dixwazin Sûriye bibe Sûriyeyek demokratîk; Wekhevî, edalet, azadî, aştî hebe, mafê hemû pêkhateyan were misogerkirin. Destkeftiyên Kurdan ku bi fedakariyên mezin hatine bidestxistin, werin parastin. Bi taybet em daxwazin mafên jinan werin parastin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 232 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!