=KTML_Bold=Danasîneke kurt li ser rola #destanên# kurdî di civaka kurdan de=KTML_End=
Wêjeya devkî ango #zargotin# di nava qada edebiyeta kurdî de, edebiyeteke bê ser û ber û berfireh e. Ji ber ku berê di nava kurdan de nivîsandin tune bû, kurd neçar diman ku hest û derbirînên xwe bi bi riya stranên dengbêjiyê, destan, efsane, çîrok û gotinên pêşiyan bi devan debasî devan bikin.
Em ê bi vê xeleka xwe ya danasîn hinekî li nava miletên xwe bigerin û bi hev re bi xelekeke taybet li ser destan û rola destanên kurdî nas bikin.
Destan: çîrokeke helbestî ya dirêj e, gelek bûyeran di nava xwe de dihewîne, piranî çîrokên gelan di destpêka dîrokê de vedibêje.
Her wiha destan ew berhemên ku karên awarte yên lehengan bi coş, rêbazekî ecêb tîne ziman. Bi piranî ji gelek beşan pêk tên û bi awayekî helbestî ne.
Wekî cureyekî kevn ê wêjeya devkî ye, gelek caran mijarên xwe ji bûyerên rastî digirin û di nav sedsalan de, di zimanê gel de wekî destan tê afirandin. Di destanên kurdî de gelek rastiyên jiyanê hene.
Dibe ku destan, efsaneyan di nava xwe de bihewîne, ango efsane bikeve nava tevna destanê, lê destan û efsane ji hev cuda ne.
“cureya destanê, berhemeke ji edebiyata devkî ye. Bûyerên girîng ên ku di jiyana gelan de çêbûne û nehatine nivîsandin, bi riya destanan ji wendabûnê rizgar bûne. Ev bûyerên girîng jî, bûyerine ne ji rêzê ne; bûyerên awarte ne. Bûyer bi xwe ne awarte be jî, gava hatiye vegotin, şeklên awarte girtine û lê hatine zêdekirin. Hin lehengên dîrokî, di van destanan de bûne awarte û weke lehengên destanî derketine hemberî me.
Her wiha gelek lêkolîner cureyên destanan dikin du beş:
1- Destanên gelêrî: ew destanên ku bi riya denbêj û stiranbêjan bi awayekî devkî hatine neqilkirin û pê re ji aliyê guhdaran ve hatine nivîsandin.
2- Destanên wêjeyî: ew destaneyên ku ji destpêkê ve, ji aliyê hin nivîskaran ve hatine nivîsandin.
Her wiha divê ku neyê ji bîr kirin ku di warê edebiyeta kurdî ya devkî de gelek kes destan û efsaneyê tevlihev dikin. Ji bo zelalkirinê vê mijarê emê ferq û cudahiya wê bidin naskirin:
1-Destan bi awayekî helbestî hatiye hûnandin, lê efsane bi awayekî pexşanî hatiye hûnandin.
2-Lehengên destanê mirov in, lê yên efsaneyê xweda, nîvxweda û qiral in.
3-Nivîskarên destanên wêjeyî diyar in, lê yên efsaneyê ne diyar in.
4-Bûyerên destanê waqi'ne (wayqî) ne, lê yên efsaneyê bêhtir xeyalî ne.
5-Mijarên destanê girêdayî civakê ne, lê yên efsaneyê girêdayî olê ne.
Mijara destanan, bûyerên şer, lehengî, koçberî, felaket û xelayê ne. Van bûyeran, di jiyana gelan de, di hişê gelan de û di çanda van gelan de şopên xwe hiştine. Ev bûyer rast in; bi derbasbûna demê re bi pir rengiya xwe hatiye vegotin. Ev şop bi demê re, derbasbûn bi sedsalan, bi şekl û nîşanan, rengên balkêş girtine û di nava gelan de li ser zar û zimanan geriyane.
Çend destanên kurdan yên ku jiyanê ji aliyên cihê ve şîrove dikin hene. Wek mînak; Destana “Derwêşê Evdî” şerê navbera kurd û ereban e, piraniya leheng û bûyerên destanê bi awayekî dîrokî hatiye nasîn. “Dimdim” destana şerê navbera kurd û farisan e. “Siyabendê Silîvî û Xecê” wek destaneke evînî ye. Binevşa Narîn û Cembeliyê kurê mîrê Hekariyan jî destaneke evînî ye. Memê Alan, kêm zêde ji aliyê piraniya milet ve tê naskirin ku him destaneke evînî û hem jî lii ser lehengiya kurda ne. Ji derveyî vana gelek destanên kurdan ên navdar hene. Di nav kurdan de zêdebûna destanan jî mijareke lêkolînê ye.
Her wiha ji aliyê netewparêziyê ve kurdan Destana Kawayê Hesinkar û çîroka Newrozê ji xwe re kirine bingeh.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
-Ji rûpela çandname, destanên kurdan.
-Ji gotara Rotînta yektar, li ser wêjeya devkî.
[1]