Nav paşnav: Hasan Ûzûn
Nasnav: Artêş Rojava
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Perîhan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: #27-10-2018# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
ARTÊŞ ROJAVA
Yek ji deverên destpêkê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo lê bi pêş ket, herêma Mêrdînê bû. Xelkê me yê Mêrdînê bi baweriyeke xurt bi Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên tevgera me ve hate girêdan û ji heft heta heftê salî bi coşeke mezin tevlî nava têkoşînê bû. Li gel zext, êşkence û komkujiyên dijmin jî xelkê me yê Mêrdînê hêvî, azadî û serketin di nava tevgera me ya azadiyê de dît, hemû berdêl da ber çavên xwe û li dora têkoşîna me bû yek. Li gel vê yekê ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên azadiyê, di pêşvebirina berxwedanê û afirandina rastiya gel ê berê xwe li azadiyê ve, ked û hewldaneke mezin da.
Hevrêyê me Artêş ku ferdê gelekî bi vî rengî yê leheng bû, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber ku derdora wî xwedî rabirdûyeke bi vî rengî bingehîn a welatparêziyê bû û çanda Kurdîtiyê ya qedîm bi rengê herî xwezayî dijiya, hîn di zarokatiyê de li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me Artêş ku di nava jiyana sade û xwezayî ya gund de mezin bû, ev taybetmendiyên cografya xwe di kesayetiya xwe de bi cih kir. Weke her zarokekî Kurd ê li Kurdistanê têkoşîna me ya azadiyê zû nas kir, hîn biçûkanî ji têkoşîna me û gerîla hez kir. Bi ciwantiyê re tevlî nava karên ciwanan ên xwecihî bû û di vê demê de firsend dît ku rastiya Rêber Apo û têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me piştî ku têkşoîna me nas kir bi rengekî durust û ji dil tevlî bû, her roj xwe hîn bêhtir xurt kir û di kesayetiya xwe de dest bi afirandina ruhê şoreşgerî kir. Ji bo xwendina zanîngehê çû Rihayê û li vê derê ciwanên şoreşger ên welatparêz nas kir, têkoşîna xwe li vir dewam kir. Ji aliyekî ve tevlî karên rêxistinî û pratîkî yên cuda bû, li aliyê din jî hewl da bersivan ji nakokiyên xwe yên li nava jiyanê bibîne. Hevrêyê me Artêş ji kêliya destpêkê ve Rêber Apo ji xwe re kir esas û bersiva nakokiyên xwe hemû di felsefeya Rêber Apo de dît. Bi vî rengî bi coş û kelecaneke mezin tevlî kar bû. Li gel xwe hevrêyên pê re dixebitî jî tevlî karê çalak ê têkoşînê kir. Di demekê de ku êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava giran bû, weke welatparêzekî ji bo parastina destketiyên gelê me xwe berpirsyar dît û tevlî gelek karên girîng bû. Bi vî rengî zemînê mezinkirina têkoşînê bi dest xist û her roj hîn bi çalak tevlî bû. Piştî demekê li herêma Mêrdînê hevrêyên me nas kir û bi coş û kelecana dîtina gerîla hîn bi xurtî û çalak tevlî nava têkoşînê bû. Weke milîsekî çalak û wêrek beşdarî gelek karên girîng bû. Di wergirtina encamên girîng de bû xwedî rol. Lê belê dilê wî timî bi çiyê re bû û xwwest, têkoşîna xwe êdî li çiyayên Kurdistanê dewam bike. Ji ber rewşa xwe ya di kar de hevrêyên wî ev daxwaza wî guncaw nedît, lê belê hevrêyê me Artêş bi israra xwe ev daxwaz û armanca xwe pêk anî. Li ser vê bingehê pola çaremîn a beşa cografyayê ya Zanîngeha Herranê terikand û sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Artêş çiya her tim ji xwe re weke stargeheke ewle didît, lewma di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Ji ber ku berê bi gerîla re kar kiribû, ji aliyê jiyanî, rêxistinî û îdeolojîk ve xwedî tecrûbeyekê bû û bi perwerdeyê re derfet dît ku xwe hîn bêhtir bi pêş bixîne. Ji bo karibe ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bixe, girîngiyeke taybet da dersên leşkerî. Piştî ku perwerde bi serketî qedand, derbasî nava karên bajaran bû ku berê di nav de cih girtibû û bi qasî salekê di nava vî karî de pratîkên serketî pêk anî. Dema ku di nava vî karî de bû Hêzên Taybet û mîsyona wê ya li nava têkoşînê nas kir, bi pêşniyara hevrêyên pê re dixebitî xwest tevlî vî karî bibe. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi milîtaniya xwe ya xwedî paşerojeke serketî, bi asta xwe ya biryardarî û îdîayê bawerî da hevrêyên xwe û ev pêşniyara wî hate qebûlkirin.
Di rojên destpêkê de ku tevlî vî karî bû, di nirxandinekê de anî ziman ku ew Hêzên Taybet weke qadeke perwerdeyê ya ji bo çareserkirina kêmasî û zehmetiyên di pratîkê de dibîne û bi pêvajoya perwerdeyê re pê hesiya ku ev tespîta wî kêm maye. Hevrêyê me di demeke kurt de fêhm kir ku Hêzên Taybet saziyeke fedaîtiyê ye û li ser fedaîbûnê xwe kûr kir. Hevrêyê me li ser vê bingehê careke din li rastiya Rêber Apo rast hat; têgihişt ku fedaîbûn tenê bi yekbûna bi Rêber Apo re dikare pêk were. Hevrêyê me fêhm kir ku bi şêweyê jiyan, rêbaz, tempo û fikrî ve fedaîtiyeke yekbûyî tenê bi vî rengî dikare ava bibe û careke din anî bîra xwe ku gelek hevrêyên berê pê re xebitî xwedî van taybetmendiyan bûn. Dema ku di pêvajoya perwerdeyê de hin ji van hevrêyan çalakiyên fedaî yên serketî kirin ku dijmin tevizandin û li cîhanê deng vedan. Ev yek ji bo hevrêyê me Artêş bû çavkaniya moralê ya mezin û ji xwe re kir hinceta têkoşîneke hîn mezin. Ji bo gelê me azad bibe, van hevrêyên me xwe di dilê dijmin de teqandin. Hevrêyê me jî fêhm kir ku tenê bi kûrbûna di fedaîtiyê de dikare hêjayî van hevrêyan bibe û xwedî li bîranîna wan derkeve. Hevrêyê me pê hesiya ku ev yek jî bi tevlîbûneke bi temamî ya li nava têkoşînê dibe û bi vî rengî bi sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me Artêş bi tevlîbûna xwe ya li pêvajoya perwerdeyê, bi sekna xwe ya milîtanî ya li nava jiyanê û kûrbûna xwe ya li ser têkoşînê bal kişand û piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand tevlî karên girîng bû ku ji bo tevgera me cihê baweriyeke mezin bû. Li Fermandariya me ya Biryageha Navendî gelek kar kir û li gel vî karî bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya ji dil û hişmendiya xwe ya kûr a rêxistinî di ewlekariya fermandariya me de cih girt. Îdîaya xwe ya têkoşînê û jiyanê her tim mezin bû û pratîkek û kûrbûnek li gorî vê nîşan da. Di vî karî de sekneke fedaîtî nîşan da. Hevrêyê me tecrûbeya hevrêyên ku pê re têkoşiya ji xwe re kir esas û kûrbûna xwe jî li ser vê yekê pêk anî, di vî karê de ji aliyekî ve wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî, li aliyê din jî pêşketina xwe dewam kir û xwe ji bo karên stratejîk û hîn girîng amade kir. Hevrêyê me Artêş ku bi demê re di kesayetiya xwe de guherînên girîng kir, bi hesasiyeteke mezin tevlî kar bû û şareza bû. Di heman demê de baweriya bi xwe jî her roj zêde kir û bi înîsiyatîfa wergirtî re di serketina gelek karî de bû xwedî ked. Hevrêyê me zanîbû ku berê şoreşgeriyê divê timî li pêşketinê be û guherînên li qada leşkerî di dema xwe de şopand û xwe bêhtir şareza kir. Hevrêyê me Artêş ji xwe re kir armanca bingehîn ku hesabê komkujiyên dijmin ên di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de li gelê me kir bipirse û ji bo vê jî xwe kûr kir, pêşniyar û proje afirand.
Hevrêyê me Artêş bi asta xwe ya kûrbûnê, fedakariya xwe ya li nava jiyanê, tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û hevrêtiya xwe ya ji dil bû milîtanekî fedaî ku çav timî lê bû û her kesî dixwest li gel wî têkoşînê bimeşîne. Hevrêyê me Artêş di 27’ê Cotmeha 2018’an de di encama êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Artêş ku milîtanekî fedaî yê Apoyî yê bijarte bû, têkoşîna xwe dewrî me kir û em soz didin ku di şexsê wî de hêjayî hemû şehîdan bibin û têkoşînê mezin bikin. [1]