Nav û paşnav: Serdar Karabal
Nasnav: Zinar Sertav
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Mesude- Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2010/ Amed
ZINAR SERTAV
Hevrêyê me Zinar Sertav, wekî zarokê yekem ê malbata xwe ya welatparêz li Amedê çavên xwe li jiyanê vekir. Nasîna wî ya yekem bi gerîla re bi saya gerîlayên ku hatin gundê wan pêk hat. Di serdema serhildanan de PKK baştir nas kir û bi vê nasînê lêgerîna wî ya li rastiyê dest pê kir. Hevrê Zinar armanc kir ku bi tevahî bibe mirovekî pir alî û kesayetiyek azad, û ji bo vê têkoşîn kir. Di temenekî ciwan de pir lêkolîn kir, pir xwend û di xwe de pêşveçûn û ronakbîriyeke girîng mîsoger kir. Tevlîbûna malbatên wî yên derdorê di têkoşînê de bandor li hevrê Zinar kir. Lê belê, bi taybetî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ya di sala 1999’an de, bi hêrs û nefreteke mezin pêşwazî kir. Wî têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Apo kir armanca xwe ya sereke. Li ser vê bingehê, êdî bê dudilî biryar da ku tevlî têkoşînê bibe. Ji sala 1999’an û pê ve wekî mîlîtan li bajêr dest bi çalakiyan kir. Bi fedakariyeke mezin her berpirsiyariya ku ketibû ser milê wî, bi cih anî. Di sala 2003’an de dema ku li Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê beşa karsaziyê dixwend, wekî şoreşgerekî profesyonel tevlî PKK’ê bû.
Piştî ku li çiyayên Kurdistanê perwerdeya xwe ya yekem hilda, hate dîtin ku ew ciwanekî ronakbîr, hişmend, pêşketî û jêhatî ye. Bi saya vê sekn û jêhatîbûnên xwe, hate rêxistinkirin nav tevgera ciwanên şoreşger ên welatparêz, ku dikaribû roleke bi bandortir bilîze. Piştî ku demekê di tevgera ciwanên şoreşger ên welatparêz de perwerde dît û çalakiyên pratîkî kir, ji bo di nav xebatên li qada Qefqasyayê de hate rêxistinkirin. Di salên 2004 – 2005’an de li Ermenistanê û di salên 2005 – 2007’an de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xebat kir. Dema li Sûriyeyê xebat dikir, ji aliyê rejîma BAASê ve hate girtin û rastî êşkenceyên giran hat. Lê tu carî serê xwe li ber dijmin netewand, bi nîşandana sekna bi rûmet a Kemal Pîr û Elî Çîçekan bi lehengî li ber xwe da. Ji ber ku ti razên xwe nedabû dijmin, tu delîl li ser wî nehatin dîtin. Hevrêyê me Zinar, piştî ku nêzîkî çar mehan girtî ma, wekî Kemal Pîr û Elî Çîçekan, dema derfet dît, ji destê dijmin reviya û karî bireve. Hevrê Zinar, ku şoreşgerekî mîna ciwayê diherikî, mîna lehî diherikî, dema ji zindanên hovîtiyê yên rejîma BAAS’ê xilas bû, gihîşt çiyayên Kurdistanê.
Piştî ku gihîşt Qadên Parastinê yên Medyayê, di sala 2007’an de li Garê perwerdeya leşkerî girt. Piştre di sala 2007an de li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlum Dogan perwerde dît. Hevrê Zinar ku gelek çalakî bi serkeftî bi rêve birin, armanca wî ya bingehîn kûrkirina di qada leşkerî de û bibe gerîlayekî jêhatî bû. Wî angaşta xwe ya domandina meşa xwe ya şoreşgerî di xeta fedayîtî de anî ziman û di sala 2008an de derbasî Hêzên Taybet bû. Di Hêzên Taybet de ji bo ku bibe şopdarekî dilsoz ê Zîlanan, bi dil û can têkoşîn kir. Wî nefsa xwe terbiye kir, îradeya xwe di asta herî jor de xurt kir û hewl da ku bibe şoreşgerekî baş. Ji bo rast temsîlkirina ruhê fedayî yê Apoyî, wî di jiyan û şer de hewldaneke bilind nîşan da û armanc kir ku bibe fedayî. Hevrêyê me Zinar, di salên 2008 û 2009’an de li Qendîlê xebat kir. Di xebatên cuda de cih girt û wekî fermandarê tîmê erk girte ser xwe.
Hê di temenekî ciwan de û di bihara jiyana xwe de, derket holê ku di mêjiyê hevrê Zinar de bi awayekî pir mixabin tûmorek mêjî pêş ketiye. Di sala 2010’an de ji bo têkoşîna li dijî vê nexweşiya giran dest bi tedawiyê kir. Bi salan li dijî nexweşiya dijwar têkoşîn kir. Di zindanê de, li çiyê û di nexweşiyê de her dem bi vîna xwe ya şoreşgerî ya ku qet lewaz nebû, bû milîtanekî ku xwe afirand. Tevî hemû hewldanên tedawiyê, hevrê Zinar piştî têkoşîneke demdirêj, di 12’ê Gulana 2015’an de, li nexweşxaneya ku li Amedê dihat tedawîkirin, şehîd bû. Em silav li sekna malbata wî ya hêja û gelê Amedê yê welatparêz dikin, ku dema hevrêyê me Zinar şehîd bû, li Amedê bi merasîmeke mezin şehîdê leheng ber bi nemiriyê ve oxir kirin. Bi heman hestan hevrêyê xwe yê şehîd bi bîr tînin, em soz didin ku em ê bîranîna wî tu carî ji bîr nekin û her dem zindî bikin. [1]