Nav û paşnav: Lokman Çîftçî
Nasnav: Ferman Amed
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Tavus- Bahrî
Dîrok û cihê şehadetê:#20-02-2017#/Zap
FERMAN AMED
Hevrêyê me Ferman, li navçeya Elbex a Wanê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz û kedkar de mezin bû. Hevrêyê me Ferman ku di xaka Serhedê de, li sînorê Bakur û Rojhilat ku welatê me Kurdistan dike du parçe, mezin bû, vê cudakirinê ji dilê xwe ve hîs kir. Pirsên çima welatê me Kurdistan hat parçekirin, çima gelê me hat bênasnamekirin, çima rûbirûyê qirkirinê û bêstatûbûnê man hiştin, ji bo hevrêyê me Ferman bû nakokî û lêpirsînên cidî. Dema ku hewl da bersiva van nakokiyan bibîne, bû xwediyê lêgerînê û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir.
Her ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, hişmendiya wî ya welat û azadiyê pêş ket û bersiva lêgerînên xwe di tevgera Apoyî de dît. Dizanîbû ku ne hêsan e ku Kurdistanê ji bûyîna mêtîngeriyê derxin, qirkirina li ser gelê me parçe bikin û jiyaneke azad ava bikin, lê di ferqê de bû ku bi têkoşîneke xurt ev yek pêkan e. Bi vê hişmendî û fedakariyê ve, di sala 2013’an de tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Ferman ku ji bo gelê me bibe xwediyê pêşerojeke azad, xwe ji bo hemû zehmetiyan amade kir, zû fêrî jiyana çiya bû û bi gerîlayan re bû yek. Hevrêyê me perwerdehiya xwe ya şervanên nû li Metînayê dît û pratîka xwe ya ewil li vir kir. Hevrêya me Ferman ku evîndarê welatê me Kurdistan û çiyayên wê bû, her tim jiyana li lûtkeyê hilbijart û ji ber vê yekê derbasî Girê Zendura ya Metînayê bû û li vir salek xebatên pratîkî kir. Hevrêyê me Ferman ku bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar û jidil dihat naskirin, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me Ferman di wê baweriyê de bû ku divê bûyîna gerîlayê serkeftinê pispor bibe û li ser vê bingehê pêşniyara dîtina perwerdehiya pisporiyê kir. Li ser vê bingehê di sala 2014’an de, li dibîstana operasyonê perwerdehiyeke leşkerî ya berfiref dît. Di gerîlatiya serdemê de ku qonaxeke girîng a pêvajoya ji nû ve avakirinê ya HPG’ê bû, li ser taktîkên gerîla lêhûrbûn bû û bi awayekî serkeftî mezûn bû.
Hevrêyê me Ferman jî weke her milîtanên Apoyî ji bo ku li dijî DAÎŞ’ê ku di sala 2014’an de bû belayê gelên herêmê bi taybet gelê Kurd têbikoşe û gelê me û mirovahiyê ji çeteyan rizgar bike, hewl da erkê ku dikeve ser milê xwe pêk bîne.
Hevrê Ferman bi dil tevlî têkoşîna bênavber a keç û kurên leheng ê gelê Kurd, bi piştgiriya ciwanên gelê Ereb û şoreşgerên enternasyonal li dijî DAÎŞ’ê dihat meşandin, bû. Hevrêyê me ku bi wêrekiya xwe ya mezin û encamgiriya xwe derket pêş, di gelek şer û çalakiyê de li pêş meşiya û bû xwediyê serkeftinên girîng. Piştî ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de, encamên girîng bi dest xist û erkê xwe bi serkeftî bi cih anî, vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Hevrêyê me Ferman, di sala 2016’an de ku dewleta Tirk li dijî gelê me bi awayekî topyekûn êrîş da destpêkirin, ji bo bûyîna bersiva erkên şoreşgerî ya demê, tevlîbûna bi ruhê fedayiyane pêşbînî kir. Bi vê baweriyê, tevlî rêxistinbûna Hêzên Taybet bû û ji bo ku bibe gerîlayeke profesyonel ku di xeta fedayitiyê de şer bike, ked û hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Ferman bi tevlîbûna xwe ya dilnizm, fedakar û girêdanbûna xwe ya bi îdeolojiya Apoyî re, bû milîtanekî mînak ê Apoyî û di dema pêvajoya perwerdehiyê de, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Ferman ku li pêşiya wî pêşerojeke ronî û jiyana têkoşînê ya tijî serkeftîn hebû, tevî ku zû gihişt şehadetê jî, serkeftinên wî yên ku di jiyana wî ya şoreşgerî ya çar salan de, wê her tim ji bo hevrêyên wî bibe mînak. Em soz dikin ku em ê doza xwe ya azadiyê ku hevrêyê me bêyî dudilî serî da û bi fedayiyane tevlî bû, bigihînin serkeftinê û bîranîna şehîdên xwe teqez di welatê azad de bidin jiyîn. [1]