Nav û paşnav: Zeynel Abîdîn Kaya
Nasnav: Egîd Kerboran
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Mensure- Şemsettîn
Dîrok û cihê şehadetê: #28-05-2017#/Avaşîn
EGÎD KERBORAN
Bajarê me Mêrdîn bi qasî mîrateya dîrokî û çandî, di dîroka berxwedanê ya gelê me de xwedî cihekî girîng e. Tevî êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê ya mêtînkaran, hebûna xwe ya cewherî parastiye û li ser jiyaneke azad israr kiriye. Gelê me yê welatparêz ê Mêrdînê avabûna Partiya me PKK’ê bi heyecaneke mezin pêşwazî kiriye û zû li qadên me yên ku berxwedan lê pêş ketin, cih girtin. Tevî beşdarbûnên xwe yên girseyî ya ji bo gerîla, bi serhildanên xwe jî pêşengiya ruhê berxwedanê yê li Kurdistanê pêşket, kir.
Hevrêyê me Egîd, li Kerboran a Mêrdînê ku navenda berxwedan û serhildanan e, di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Tevî ku malbata hevrêyê me ji ber zextên dewleta Tirk a qirker neçar ma koçî Stenbolê bike jî, ziman, çand û hişmendiya xwe ya welatparêziyê her tim parast. Hevrêyê me Egîd jî di vê hawirdora welatparêz de girêdayî nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Hevrêyê me yê ku dît gelê me li metropolên Tirkiyeyê di şert û mercên herî zehmet de dijîn û ji bo domandina jiyana xwe di karên herî zehmet de dişuxilin, di vê serdemê de rastiya civakî û polîtîkayên dijmin ji nêz ve nas kir.
Hevrêyê me ji ber ku endamê malbateke ku qet ji helwesta xwe ya bi rûmet tawîz nadin bû û gelek kes ji malbata wî hatin girtin, ev yek bandorekî mezin li ser hevrêyê me kir û di wê baweriyê de bû ku divê teqez ji êşên tên kişandin re bibe bersiv. Li Duzceyê, di dema zanîngehê de tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû û gava xwe ya ewil ji bo têkoşînê avêt. Hevrêyê me ku ji bo ciwanên Kurd ji êrîşên asîmîlasyonê biparêze hewldaneke mezin nîşan da, di vê pêvajoyê de fikrên Rêber Apo baştir fêm kir û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji nêz ve şopand.
Hevrêyê me Egîd ku wekî ciwaneke Kurd li hemberî Berxwedana Kobanê, êrîşên qirkirinê ya li dijî gelê me yê Êzidî û banga seferberiya dîrokî ya Rêber Apo, tiştên ku dikeve ser milê wî bêyî dudilî kir, di sala 2014’an e berê xwe çiyayên Kurdistanê û tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû ku hêza parastina bingehîn a gelê me ye.
Hevrêyê me Egîd dema derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdehiyên bingehîn ê gerîlatiyê bû, tevlîbûna li nava gerîlayan ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, jiya. Têkiliyên hevrêtiya xurt û jiyana komunal a gerîla, bandoreke mezin li ser hevrêyê me Egîd çêkir. Ji bo ku bibe parçeyeke ji vê girêdanbûna pîroz û xwe bi felsefeya Rêber Apo re ji nû ve ava bike, hewldaneke mezin nîşan da. Di demeke kin de fêrî hirgûliyên jiyana gerîla ku bi berdêl û kedên bênavber hat afirandin bû û bêyî dudilî tevlî her kêliya jiyanê bû. Hevrêyê me yê ku xwe hem di aliyê îdeolojîk û hem jî leşkerî de pêş xist, derbasî qada Heftanînê bû û tevlî pratîka ewil a gerîlatiyê bû. Hevrêyê me piştre li ser pêşniyara xwe derbasî qada Avaşînê bû û di her qadê de zû fêrî jiyanê bû. Bû yek ji hevrêyên me yên ku di jiyanê de dibe pêşeng. Li dijî êrîşên giran a di çarçoveya “Plana Çokdanînê” ya dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de, cihê xwe di berxwedana dîrokî ya qada Avaşînê de girt û bû yek ji hevrêyên me ku darbeya ewil li dijjmin da. Hevrêyê me Egîd ku ji bo di eniyên herî giran a şer de cih bigire pir israr kir, bi wêrekî û pisporiya xwe ya di taktîkên gerîlatiyê de her tim di eniyên herî pêş de cih girt. Hevrêyê me Egîd ku bi pratîka xwe ya serkeftî rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir, bi têkîliyên xwe yên xurt ê hevrêtiyê jî hat naskirin û di her kêliya jiyanê de bû xwediyê tevlîbûneke çalak. Bi wêrekiya xwe ya di çalakiyan de, biryardarî û meşa xwe ya bêdudilî ya li hemberî mewziyên dijmin, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Bi kesayeta xwe ya dirust, jidil û fedakar, ji kêliya ewil a tevlîbûna xwe heta şehadeta xwe, xeta milîtaniya têkneçûyî ya PKK’ê temsîl kir û bi helwest û kesayata xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.
Hevrêyê me Egîd ku di qadên şer lê giran de pratîkê kir û bêyînavber xwe fedayî pêşeroja azad a gelê me kir, di encama êrîşa dewleta Tirk a qirker de 28’ê Gulana 2017’an tevlî karwanên şehîdan bû. Em soz didin ku em ê xeyal û armancên hevrêyê xwe Egîd ku bi hevrêtiya xwe ya xurt, îradeya xwe ya têkneçûyî û kesayeta xwe ya kedkar û fedakar şopên kûr di hemû hevrêyên xwe de hişt, bi ser bixin. [1]