Nav û paşnav: Rizgar Ekîncî
Nasnav: Rûbar Kanî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Rindihan- Şemsettîn
Dîrok û cihê şehadetê: #13-05-2017#’an/ Zap
RÛBAR KANÎ
Bajarê me Amed ku şahidî ji damezrandina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Berxwedana Dîrokî ya Zîndanê re kiriye, di tevahiya dîroka têkoşîna me de bûye navenda berxwedanê. Gelê me yê Amedê ku bê dudilî tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, bi tevlîkirina bi hezaran zarokên xwe yên leheng di nava refên gerîla de di eniya herî pêş de cih girt û bi serhildanên ku li hemberî êrîşên mêtingeran pêş xist, rûpeleke nû di dîroka berxwedana gelê me de vekir. Gelê me yê Amedê ku ji ber têkiliyên xwe yên bi biryar ên bi Partiya me PKK’ê re bi taybetî ji aliyê mêtingeran ve hate armanc girtin û rastî êrîşên herî hovane hat, tevî hemû êrîşên derveyî mirovahiyê jî ji xeta jiyana azad paş ve gav neavêt. Ciwanên Amedê yên bi çanda berxwedanê mezin bûn, têkoşîna me hildan ser milên xwe û erka xwe ya li ser milên wan bi awayekî hêja bi cih anîn.
Hevrêyê me Rûbar jî wekî kesekî malbateke me ya welatparêz a ku di nava vê kevneşopiya berxwedanê ya xurt de teşe girtibû, li Bismil a Amedê çavên xwe li cîhanê vekir. Mîna her zarokekî Kurd ê ku li Kurdistanê dijî, rûyê tarî yê dewleta Tirk a mêtinger zû dît. Şahidî ji zext û êşkenceyên mêtingeran ên li ser gelê me yê bindest re kir û hêrseke mezin li hemberî dijmin hilda. Tevlîbûna nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya malbat û hawîrdora wî ya nêzîk, kir ku hevrêyê me Rûbar ji temenekî biçûk de Partiya me PKK’ê nas bike. Di salên 90’î de ku dîroka têkoşîna me ya herî germ bû û nifşê serhildanan hat afirandin, tevlîbûna apê wî Kanî – Mehmet Ekincî di nava refên gerîla de kir ku hevrêyê me Rûbar ji zarokatiya xwe ve sempatiyeke mezin ji gerîla re bike. Hevrêyê me Rûbar ê ku şahidî ji êrîşên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser ciwanên Kurd di dibistanên sîstemê de kir, lêgerînên xwe yên têkoşînê kûr kir. Hevrêyê me yê ku fêm kir ku bi tevlîbûna nava têkoşînê re dikare bibe bersiv, bi beşdarbûna xebatên ciwanan gavên xwe yên destpêkê avêtin nava têkoşînê. Herwiha hevrêyê me Rûbar ê ku ji bo piştgiriyê bide malbata xwe ya di tengasiyên madî de dixebitî, çawa ku ji aliyê polîtîk ve geş dibû, dest pê kir ku taybetmendiyên karkeriyê jî bi dest bixe û taybetmendiyên wî yên karkeriyê di tevahiya jiyana wî ya têkoşînê de her tim pêş bûn. Hevrêyê me Rûbar ê ku di dema xebatên xwe de mal bi mal digeriya û bi taybetî ji ciwanên Kurd re têkoşîn vedigot, wan li hemberî êrîşên înkar û asîmîlasyonê hişyar dikir, kedeke mezin da. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de bi gerîla re rast hat û ji hevaltiya wan a samîmî û girêdanên wan ên xurt pir bandor bû, lêhûrbûnên xwe kûr kir û gihîşt biryardariya bilindkirina têkoşîna xwe bi tevlîbûna nava refên gerîla.
Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de li Bismil a ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû tevlî nava refên gerîla bû û gav avêt jiyana azad, demekê li qada Licê ma û piştre ji bo girtina perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Rûbar ê ku hezeke mezin ji çiyayên Kurdistanê re hebû, bi îrade û xwesteka xwe di demeke kurt de bi şertên dijwar ên çiya û gerîlatiyê re yek bû. Hevrêyê me yê ku li hemberî jiyanê pir hesas bû, hewl da ku her hûrgiliyê fêr bibe, bi xwestek û coşeke mezin tevlî jiyanê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên karker û xebatkar her dem ji bo erkên herî dijwar amade bû. Tecrûbeya rêxistinî ya ku di dema xebatên xwe de bi dest xistibû, bi perwerdeya ku girt kûr kir. Derfeta naskirin û fêmkirina felsefeya Rêber Apo ya ji nêz ve bi dest xist. Hevrêyê me Rûbar ê ku bi kesayeta xwe ya enerjîk di hawîrdora ku lê bû de hevrêyên xwe jî dixist nava liv û tevgerekê, ji wan re dibû çavkaniya hêz û moralê, di demeke kurt de di jiyanê de bû pêşeng. Hevrêyê me yê ku eleqeyeke mezin ji qada leşkerî re hebû, di gelek qadên cuda de pispor bû û perwerdeya xwe bi serkeftî qedand û derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me yê ku tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê ya destpêkê bi dest xist, bi hevaltiya xwe ya xurt a di jiyanê de, sekna xwe ya hestiyar û tawîznedan dihat naskirin. Li hemberî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ên ku di sala 2015’an de dabûn destpêkirin, di berxwedana mezin a li qada Zapê de cih girt û tecrûbeya şer bi dest xist. Hevrêyê me Rûbar di gelek çalakiyên serketî de di eniya herî pêş de cih girt û di riya fermandariyê de gavên girîng avêtin. Erkên ku li ser milên xwe girtibû bi awayekî hêja bi cih anî û di her xebata ku tê de cih girt de bi hişmendiya layiqbûna şehîdan tevgeriya. Hevrêyê me yê ku armanc kir ku di hunera gerîla de mamele bibe û fêm kir ku bi kûrbûna di gerîlatiyê de dikare bersiv bide êrîşên dijmin, ji bo pisporbûna di taktîkên gerîla de hewldaneke mezin nîşan da. Hevrêyê me Rûbar ê ku di gelek çalakiyên serketî de cih girt, tecrûbeyên xwe ji hevrêyên xwe re veguhest û di geşbûna wan de kedeke wî hebû, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de tevlîbûneke li ser xeta fedayîtî pêk anî.
Hevrêyê me Rûbar ê ku di çalakiyeke bibandor a di 13’ê Gulana 2017’an de di eniya herî pêş de çûbû ser dagirkeran û lê dabû, bi fedakarî şer kir û nemir bû. Bîranîna hevrêyê me Rûbar ê ku ji bo ku gelê me xwedî paşerojeke azad be bê westan têkoşiya û mîrateyeke mezin li dû xwe hişt, wê her tim rêya me ronî bike. [1]