Nav û paşnav: Îlhan Soydan
Nasnav: Ronî Çarçela
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Melîha- Lutfî
Dîrok û cihê şehadetê: #16-05-2017#’an/ Zap
RONÎ ÇARÇELA
Hevrêyê me Ronî li navçeya Gever a Colemêrgê, di nava malbateke ku endamê eşîra Oremarî ya ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi nirxên Kurdistanî tê naskirin, çavên xwe li cîhanê vekir. Ji ber ku malbata wî xwedî kevneşopiyeke welatparêz bû, hevrêyê me Ronî bi têgihîştina nirxên civakî yên xurt ên ku gelê me bi hezaran salan li hemberî hemû êrîşan parastin, mezin bû. Mezinbûna li Geverê ku bajarê serhildanan e, kir ku hevrêyê me Ronî ji zarokatiya xwe ve Rêber Apo û têkoşîna me nas bike û nasnameyeke ku di nava berxwedanê de teşe girtiye bi dest bixe. Mezinbûna bi berxwedanê re li quntarên Zagrosan bandoreke kûr li ser hevrêyê me kir. Şehîdbûna kur haltiyê wî Zinar Oramar – Ramazan Terzioglu di sala 2008’an de li Şirnexê ku navenda berxwedana gerîla bû, hêrsa hevrêyê me Ronî ya li hemberî dewleta Tirk a mêtinger zêdetir kir. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2011-ehitlerimiz/item/1365-zinar-oramar-ramazan-terzioglu Di vê pêvajoyê de hevrêyê me yê ku asta biryardariya xwe bilind kir, tevlî xebatên ciwanan bû, dest pê kir ku têkoşîna me kûrtir nas bike û di berxwedana gelê me yê Geverê de cih girt. Hevrêyê me Ronî yê ku rastî êrîşên binçavkirinê yên dewleta Tirk a dagirker hat, tu carî ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêt, bersiva xwe da dagirkeran bi tevlîbûna berxwedanê ya zêdetir. Mezinbûna li erdekî ku gerîla derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dida, derfeta naskirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji nêz ve da hevrêyê me Ronî. Şahidiya têkiliyên hevaltiyê yên germ ên gerîla û berxwedana wan a fedayî ya ji bo parastina gelê me û axa pîroz a Kurdistanê, kir ku hevrêyê me Ronî berê xwe bide çiyayên kevnar ên Kurdistanê. Hevrêyê me Ronî yê ku di hişê wî de bû ku gelê me yê bindest bêyî ku xwedî parastineke xurt be, nikare hebûna xwe biparêze û xwedî paşerojeke azad bibe, di sala 2013’an de tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêyê me Ronî yê ku jiyaneke tevlihev bi çiyayan re derbas kiribû, di sererastkirina li gorî jiyana gerîla û şert û mercên çiyê de zehmetî nekêşand. Hevrêyê me Ronî yê ku perwerdeyên xwe yên destpêkê yên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtin, bi perwerdeyên ku girtin hem di qada îdeolojîk û hem jî di qada leşkerî de pispor bû. Pêşxistina xwe ya her roj, fêrbûna ji jiyanê û parvekirina tiştên ku fêr bûbû bi hevrêyên xwe re esas girt. Bi coş û morala mezin tevlî jiyana gerîla ya pîroz bû, bi enerjiya xwe bû çavkaniya hêzê ji hemû hevrêyên xwe re. Ji bo fêrbûna taktîkên şer ên gerîla yên leşkerî û îdeolojîk di nava hewldaneke mezin de bû. Hevrêyê me Ronî yê ku perwerdeyên xwe bi serkeftî qedand, ji bo ku wekî gerîlayekî azadiyê yê pispor tevlî pêvajoya pratîkî bibe, derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me Ronî yê ku di temenekî ciwan de tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, tevî temenê xwe jî bi gihîştîbûn û pisporbûna xwe ya di jiyanê de di demeke kurt de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat teqdîrkirin. Derfeta meşandina pratîkê di demekê de li gel yek ji fermandarên me yên herî hêja yên ku ji aliyê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve hatibû perwerdekirin, Şehîd Elî Piling yê ku wê demê li Zapê bû, bi dest xist. Di vê pêvajoyê de di warê şervantî û taktîkên gerîla de pêşketineke mezin bi dest xist.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku di sala 2015’an de dabûn destpêkirin û armanca wan tunekirina vîna azadiyê ya gelê me bû, di nava Berxwedana dîrokî ya Zapê ya ku ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve hatibû pêşxistin de, di enîya herî pêş de cih girt. Beşdarî gelek çalakiyan bû û di derbên dîrokî yên li dagirkeran de kedeke mezin da. Ji bo pisporbûna di taktîkên gerîla yên serdema nû de tevlî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû û piştî qedandina perwerdeyên xwe dîsa di refên têkoşînê de cih girt. Hevrêyê me Ronî yê ku bi serweriya xwe ya di taktîkên gerîla de û sekna xwe ya milîtan a di jiyanê de ji bo hevrêyên xwe veguherî çavkaniya ewlehiyê, di nava refên têkoşînê de bi vîna Apoyî xwe bi lez gihand xeta milîtanî. Hevrêyê me Ronî yê ku tolhildana hevrêyên xwe yên ku di dema têkoşînê de şehîd bûbûn û bicîhanîna xeyalên şehîdên nemir ji xwe re wekî armanca bingehîn destnîşan kiribû, li ser vê bingehê tevlîbûna xwe ya bi hemû hêza xwe ya ji jiyana pîroz a PKK’ê û şerê ku dihate meşandin re esas girt.
Bîranîna hevrêyê me Ronî yê ku di 16’ê Gulana 2017’an de di dema êrîşa dewleta Tirk a mêtinger de şehîd bû û meşa xwe ya şoreşê li lûtkeyê bi dawî kir, wê her tim di têkoşîna me de bijî. [1]