=KTML_Bold=Siyasetmedarê Sûriyeyî: Yên êrişî kirin nikarin welêt ber bi aramiyê ve bibin=KTML_End=
Lêkolîner û siyasetmedar Cemîl Esed Hatim êrişên li ser taxên #Şêxmeqsûd# , #Eşrefiyê# û Benî Zêd ên Helebê wekî sûcek siyasî yê nû bi nav kir û got, yên êrişî taxên dorpêçkirî kirine nikarin welat ber bi aramiyê ve bibin.
Lêkolîner û siyasetmedarê ji Siwêdayê Cemîl Esed Hatim têkildarî êrişên çeteyên hikûmeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên dorpêçkirî yên Helebê ji ajansa me re axivî.
Cemîl Esed Hatim anî ziman ku êriş sûcek nû ye ku li rêze binpêkirinên desthilata cîhadîst li Sûriyeyê, zêde bû.
Hatim da zanîn ku êrişa li ser taxan û topbarankirina sivîlan berdewamiya tundî, wêrankirin û têkbirina tevna civakî ya Sûriyeyê diyar dike û nîşan dide ku ev komên ku ji hêla hin dewletên herêmê ve têne piştgirî kirin nikarin welêt ber bi aramiyê an çareseriyek siyasî ya rastîn ve bibin.
Hatim da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kiriye ku ew beşek yekgirtî yê Sûriyeyê ye û tenê daxwaza dewletek demokratîk kirine ku mafên hemû pêkhateyên wê misoger bike. Ev daxwaz bi yên gelê Siwêdayê re li hev tên, ku heta tu gavên erênî di vî warî de ji hikûmeta heyî nabînin.
Hatim ev lê zêde kir, Em bi dil û can bi gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd re ne û bi hemû kesên ku mafê xwe yê jiyana bi rûmet û ewlehiyê diparêzin re ne, ji ber ku tiştê ku ew îro pê re rû bi rû ne heman tiştê ku li Siwêdayê di Tîrmeha borî qewimî ye. Aliyê li pişt wê jî heman alî ye.
Hatim hişyarî da ku berdewamiya van polîtîkayan rê li ber her aramiyê an çareseriyek siyasî ya rastîn li welêt digire. [1]