Agahiyên şehîd:
Nasnav: Zinar Amara
Nav û paşnav: Haci Benzer
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Hurrîyet - Reşît
Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Kurtejiyana şehîd:
Gelê Botanê bi zanebûna ku azadî bê berdêl nayê bidestxistin, bi hezaran zarokên egîd tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kirin û di vê wateyê de pêşengtiya welatparêziyê kirin. Rêhevalê me Zinar ku ji kevneşopiyeke wisa kevnar û kûr tê, li bajarokê Dêrgulê yê di navbera çiyayên Gabar û Cûdî de di malbateke welatparêz de ji dayik û mezin dibe. Rêhevalê me Zinar ji ber ku di temenê xwe yê biçûk de dibe şahid ku bavê wî ji aliyê dagirkeran ve bi guleyan hatiye birîndarkirin, ji wê demê ve li hemberî dijmin bûye xwedî hêrs û kîneke mezin. Rêhevalê me Zinar ku ji ber malbata xwe ya welatparêz Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên dijmin li ser gelê me dimeşîne û rûyê dagirkeriyê dîtiye. Rêhevalê me Zinar bi baweriya ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî van polîtîkayan wê di nava refên PKK'ê de pêk bê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêhevalê me Zinar, lawê leheng ê gelê Botanê yê hêja, li çiyayên Kurdistanê lêgerîna xwe berdewam kir. Ji jiyana gerîla bigire heta têkiliyên hevaltiyê, jiyana komunal û têkoşîna bi hezaran lehengên li hemberî dijmin bi îradeyeke mezin heta guleyên xwe yên dawî şer kirinî, bandoreke mezin li rêhevalê me Zinar kir. Rêheval Zinar ê ku di nava PKK'ê de rastiya Rêbertiyê û dîroka Kurdistanê lêkolîn dikir û di encama perwerdehiyên ku dîtî de di nava demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xist, di nava rêhevalên xwe de bûye kesekî mînak. Rêhevalê me Zinar nûnerê gelê Kurd bi taybet herêma Botanê ya ku bi taybetmendiyên xwe yên xwezayî, ji qirêjiya sîstemê dûr, fikr û zikrê wê yek kariye dîrokê bêyî ku xirab bibe heta roja me ya îro bîne, bû. Ligel van hevrêyê me Zinar ê ku taybetmendiyên kesayeta şervan a Botanê di xwe de ava kiribû, bi taybetmendiyên xwe yên enerjîk, wêrek û zû têdigihîje bû namzedê fermandarekî mezin. Bi van taybetmendiyan di şerê dîrokî yê li dijî dagirkeran de derketiye pêş û pêşengiya têkoşîna me ya azadiyê kiriye.
[1]