Di 22 / 10 / 1984an de xebatkarê hêja û helbestvanê mezin mamoste #Cegerxwîn# endamê komîta navendî ya partiya me li derveyî welêt li xerîbiyê koça dawî kir , lê li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî anîn bajarê #Qamişlo# û di hewşa mala wî de hate veşartin.
Hevalê Cegerxwîn siyasetmedar , partîzan , û kaniya helbesta kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , Herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî Heşt dîwanên helbestan û hin pirtûk li ser rêzimana kurdî û #Dîroka Kurdistanê# nivîsandin û ji gelê xwe re hiştin.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna (38) saliya koçkirina wî radiwestin û dibêjin : Hevalê Cegerxwîn tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî.
Sed silav li giyanê te ey kaniya helbesta kurdî[1]
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,519 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!