Gelê Kurd li benda mizgînîya serxwebûna Kurdistanê ye
Sıraç Oğuz
soguzCara yekemîne ku Ala Kurdistane li Enqerê, di protokola devleta Tirkîyê de li Enqerê bilind dibe. Bi hatina Serok Barzanî ya Enqerê dide xûyakirin ku edî Tirkîyê, li dijî serxwebûna Kurdistânê dernakeve. Ji wir şûnda, serîda nîjadperestin Tirk, dû ra jî ewên li dijî dewletbuna Kurdan derdikevin, ewê hedî hedî dîtinê û fikrên xwe biguherînên.
Bi Hatina Serokê Kurdistane Mesut Barzani, hem parti û rêveberên kurd, hem jî gelê Kurd gelek kêfxweşbun. Lê wek tê xûyakirin hinek kesên yekalî difikirin hê nerazin e. Ew, nerazibûnen xwe yên di vî warîda bi gotinen vala û bêbingeh tînin ziman. Sebebê nerazîbûna xwe û niyetên eşkere nabejin û wek tenê bi sloganên tûj rexneyan dikin.
Bê şik her kurdek dikare Serokê Kurdistanê Barzanî jî wek serok û rêveberên partiyên kurd, rexne bike, eger ku di kirinên wî yên ji bo gelê Kurd û Kurdîstanê da kêmasîyek wî hebe.
Lê hinek aligir û siyasetmedarên Kurd, li kêmasîyan nagerin, çavên xwe digrin û devên xwe vedikin, çi ji devên wan derkeve, bê pîvan li hev rêz dikin û diaxifin. Wek mîsal serlêdana wî ya MÎT’’’’’’ê bi xeletî dinirxînin, lê sebebê çûyîna nizanin û pirsyarîyek nakin.
Halbukî gere mîrov vê meselê jî kûr û dûr binirxîne û gor wê li meselê binêre. Hemû dinê da karê diplomasîyê bi qayde û qûral dimeşin. Serok û rêberên Kurdan ji van qeyde qûralan azade nînin. Hinek Kurd hê jî ji karên dîplomasîyê dûr in û loma gelek tiştan li hev diqelibînin. Gere Kurd jî êdî bizanibin ku diplomasî çîye û çawa dimeşe?
Barzanî ne tenê bi rêvebirên dewletê va, bi serok û rêvebirên partîyen Kurd ra jî civîya. Bi dilek pak û germîyek bi kurdewarî, hem û birayên xwe yên Kurd bê ferq hemêz kir.
Serokê Herema Kurdistanê Mesût Barzanî, serdemekî dîrokîda hate Tirkîyê. Di vê serlêdanê da jî eşkere bû ku Herêma Kurdistanê êdî Dewleteke Federe ye û ew jî bi navê vê dewletê karê siyasî û dîplomasîyê dike.
Bi saya vî karî navêdî Kurd jî di hemû cihanê da bi qedr û qîmet in. Ala Kurdistanê îro li her derê bilind dibe. Barzanî li hemû welatên Europa wek serokê dewletê tê pêşwazîkirin. Di her warî da piştgirîya hêrêma Kurdistanê dikin û têkilîyên xwe bi Kurdan ra xurt dikin. Ev hemû tişt jî bi saya diplomasîya Kurdên Başûr pêktên.
Serokê Herêma Kurdîstanê Mesud Barzanî, berî hatina xwe ya Enqerê, serlêdana Erebîstana Suudî kiribû û Kralê Suudî, bi payekî bilind peşwazî li Serok Barzanî kir. Di warê aborî û sîyasî da danûstandinên bakêş çêbûn. Di wê serlêdanê da Kral Selman dibêje ku, ewê her dem alikare Kurdîstanê bin. Eger Kurd ji bo serxwebûnê gavek bavêjin, ewê wê biryardayînê bipejirînin.
Ev hemû xebat, bi saya Serok Barzanî û hükümeta Kurdîstanê tên kirin ku ji bo milletê Kurd gelek gawen girîng in.
Rojnamevanekî Tirk ji Barzanî dipirse û dibêje; „Cara yekemîne ku Ala Kurd ligel Ala Tirk cîh girt, hun di vî warî da çi difikirin?
Barzanî; ‘’Hestê her Kurdekê derbarê Ala Kurdistanê de çi be, niha yê min jî ew e’’ got û li ser guhartina siyaseta Tirkiyê ya di derbarê doza Kurd de, behsa nameyeke Barzaniyê nemir kir û bersiva xwe wuha domand: “Di salên 60’î de Barzanî nameyek ji bo Neteweyên Yekbûyî nivîsîbû. Kopîyek wê namê jî ji sero^ke Tirkiyê ra jî şandibû. Lê serokê Tirkîyê yê wê demê bersiv bîle neda, niha li wê koşkê pêşwaziyê li me dikin. Ev li ba min guhertineke herî mezin e.”
Ez bawerim pirranîya gelê Kurd bi hatina Serokê Herema Kurdîstanê kefxwesin û ew li benda mizginîya Serxwebûna Kurdîstanê ne.
Hevîdar im Serok Barzanî wê di sala nû da biryara sexwebûna Kurdistanê bigre û ewê bi mizgînîya wê jî hemû Kurdan şa û dilşa bike…[1]