Şemoyê Memê
Destpêk
Balkêş e, gelek rohilatnas û gerok pesnê zargotina Kurdan didin, “Rohilatnasê Sovyeta berê Î.O. Farîzov pêşgotina ku wî ji bo pirtuka V.B. Nîkîtîn ê bi navê “Kurd” nivîsî bû de dibêje, “wekî zargotina Kurda piraniya nimûne û babetên xwe ve nava zargotina miletên Rohilata Pêşîn û Navîn de cihê pêşîn digirê.” Ev ne pesne, rastîyekî berbiçav e. Zargotina Kurdan behrekî kûr û fireh e. Hema bixwazî kîjan babetê binêrî, dikarî rast bêyî. Sînorên zargotinê nîn in. Ji mêj ve hebû û heya dawiyê jî dê hebe. Li gor demê, çandê û erdnîgariyê dirûv û naverok piçekî diguhere. Zargotin di çandekî de dikare nexşên çandên din jî bigire, ango têkildarê hevûdû ne. Lema em gelek çandan de rastî heman lehengan tên; wekî Rustemê Zal. Faris lê xwedî derdikevin lê belê zargotina Kurdan de cihekî gelek giring dadigire û Mîr Şerefxan dibêje ew Kurd e.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 2,373 mal angesehen