Gotegotên li derûdora navê “Zaza”
#Roşan Lezgîn#
Hem di çarçewaya polîtîkaya serdestan de ku dixwazin grûbên kurdan yên civakî ji hev cihê bikin, hem jî li derveyî wê, li derûdora vî navê “Zaza” gelek gotegot çêdibin. Ji vê çendê li ser me ferz e ku em îdîayên bêbingeh bi delîlên sabît pûç bikin û meseleyên xwe zelal bikin. Bitaybetî ji bo ku kurmancên me derbarê Zazayan de baştir agahdar bibin, di her sê nivîsên berîya vê de min behsa hin îdîayan kir. Di vê xelekê de jî ez ê behsa hinekên din bikim û li nivîsa dû vê jî behs bikim ku koka peyva “Zaza” ji kî derê tê.
Ji gotegotan yek ev e ku dibêjin Zaza bi eslê xwe Sasanî ne, çimkî peyva “Zaza” ji navê “Sasan” tê û Zazakî jî zimanê seraya Sasanîyan bûye. Tiştê ku wekî delîl nîşan didin jî tenê ev e, dibêjin dengê ‘S’yê navê Sasan guherîye bûye ‘Z’, bi vî awayî navê Sasan bûye Zaza. Lêbelê hem di zimanên Îranî de hem jî di zimanên Samî de versîyonên cihê yên dengê S hene û mînak tune ne ku nîşan bidin ev deng bi hev diguherin. Bo nimûne, dengê Gyê navê Yezdîgird di zimanê Erebî de tune ye, lewre di zimanê Erebî de ev nav wekî Yezdîcird tê nivîsîn, yanî dengê G bi dengê C guherîye. Lê dengê sîn (س) yê navê Sasan (ساسان) naguhere nabe zeyn (ز), çimkî di her du famîlyayên zimanan de versîyonên her du dengan jî hene.
Sasan, di nav farisan de navekî mêran e; tê manaya kesê ku dev ji mal û milkê dinyayê berdaye, xwe daye xizmeta karûbarên dînî û jîyaneka munzewî dijî. Îcar ew Sasanê ku navê xwe daye Împaratorîya duyem ya persan rahîbekî dînê Zerdeştîyê bûye. Erdeşîrê yekem ku di sala 224an de Împaratorîya Persan ya duyem danîye ji ber ku nevîyê Sasan bûye, lewre ji şahînşahên vê împaratorîyê re “Xanedana Sasanîyan” yan jî bi kurtî “Sasanî” hatiye gotin. Li tarîxê mînakên vê yekê gelek in. Bo nimûne, navên dewletan yên wekî Emewî, Ebasî, Selçûqî û Usmanî jî eynen bi vî awayî ji navê kesan tên. Erdeşîr kurê Babekanî ye, Babekan jî kurê Sasanî ye. Piştî Erdeşîrê yekem jî hemî şahînşahê Împaratorîya Persan ya duyem ji eynî malbatê hatine. Dawîtirînê wan Yezdîgirdê sêyem di proseya şerê bi ereban re ku çardeh sal dewam kiriye, tim ber bi rojhilat vekişîyaye. Dawîyê, li bajarê Tirkmenistana niha Merwê ji bo zêr û serweta ku bi xwe re gerandiye ji alîyê aşvanekî ve hatiye kuştin û bi vî awayî dawî li malbata Sasan hatiye, kesek ji wan nemaye. Lewre mimkun nîne ku ev Zazayên me ji nesla Sasanî bin.
Eger em werin ser îdîaya Zazakî zimanê seraya Sasanîyan bûye, tu emare tune ye ku nîşan bide yan îşaretê vê bike. Çarîneya şiîrekê heye ku îsnadê ji şahînşahên Sasanîyan Behramê Gur (mirin: 438) dibe. Lê ew jî bi Farisî ye. Ez dibêjim eger Zazakî bi zimanekî kevin ve tê girêdan yan jî tê îdîakirin ku zimanê serayê bûye, hingê em bala xwu bidin zimanê Medan dê baştir be, çimkî îşaretên vê hene.
Hinek jî hene dibêjin di Zazakî de peyvên mîna “birarza, deza, emza, warza,xalza” hene, ev navê Zaza ji ber van dengan ji bo vê grûbê hatiye gotin. Lê peyvên ku dengê “za” têde heye, em bêjin wekî “mîrza, zarok” di Kurmancî de jî hene. Lewre em dikarin bibêjin ev îdîa tenê gotegoteka tewş e. Hinekên din dibêjin, ji ber ku Zaza fesîh qise nakin, yanî zimanê wan seqet e, lewre wekî heqaret ev navê Zaza li wan hatiye danîn û jixwe ev navê Zaza peyveka pejoratîv e. Em vê bibêjin, di her grûbeka civakî de çend kesên ku zimanê wan giran yan jî fesîh qise nakin hetmen hene. Mimkun e ku di nav kurdên Zaza de jî kesên wisa hebin. Lê mimkun nîne ku Zaza hemî bi awayekî genetîkî seqet biaxifin, tiştekî wisa tune ye. Û bi awayekî pejoratîf bikaranînan navê grûbên etnîkî yan jî miletan, li gorî yên ji derveyî wan diguhere. Bo nimûne, xelkê bajaran peyva “gundî” wekî peyveka pejoratîf bikar dianîn. Di nav xelkê me de, navê hinek miletan jî wek peyveka pejoratîf dihat bikaranîn. Dibe ku hin kesan peyva Zaza jî carînan wek peyveka pejoratîf îfade kirine, lê navê Zaza bi xwe peyveka pejoratîf nîne. Lewre tu rastîya van îdîayan nîne, tenê gogegotên bêbingeh in.[1]