$Nivîskar û wergêr Fewaz Ebdê$
Nav û Paşnav: Fewaz Ebdê Silêman
Jidayikbûn: #Qamişlo# / Sûriye 25.12.1961
-Li gundê Neqare yê ser bi Qamişloyê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û amadeyî li Qamişlo xwendiye û zimanê erebî li zanîngeha Şamê xwendiye.
-Çîrok û helbestên wî di piraniya kovarên kurdî yên li Sûriyê û Kurdistana Iraqê de hatin weşandin.
- Di sala 1987an de, bi komek hevalên xwe re şanoya kurdî ya gerok li Sûriyê ava kir.
-1992 berhemek kurteçîrok bi navê (Xewaro) li Şamê çapkir.
1992 – Endamê desteya weşanê ya kovara Stêr ku bi zimanê kurdî derdiket.
-1995 xelata koma Xanî ya çîrokê wergirt.
-2001 romana Laleşê Qaso Xezeba azadiyê ji kurdî wergerandiye erebî.
-2003 du berhemên nivîskar Ferat Cewerî Romanseke çilmisî û Kevoka sipî wergerandin erebî.
-2007 romana Helîm Yûsif Tirsa bê diran ji kurdî wergernd erebî.
- Ji sala 2011ê ve endamê Komela Subartu ya ku guhdanê bi dîrokê û bi kelepûrê kurdî dike.
-2011 pirtûka Mîdya Mehmûd Tundî dijî pîrekê ji zimanê erebî wergerand zimanê kurdî.
-Di sala 2013an de, pirtûka Heznî Haco ya bi navê Tê bîra min ji kurdî wergerand zimanê erebî.
- Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriyê - Şaxa Qamişlo, sala 2014
-4/3/2014 ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê xelata Rezo Osê wergirt.
- 2014-2015- Li ofîsa Mêrdînê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di danîna rêbaza fêrkirinê (Zimanê Kurdî) de kar kir.
-Di meha dawî ya sala 2015an de, koçî Almanyayê kir.
-1984-1990 di koma Xelat a folklor û huner a Kurdî de wek lîstikvan, amadeker û wergêr xebat kir û yek ji beşdarên yekemîn pêşandana şanoya Kurdî ya gerok Birîna Reş bû. Û hejmarek ji şanoyan ji zimanê erebî wergerand zimanê kurdî. Ji wan çend şanoyên nivîskar ê Îraqî Yûsif Anî û çendek ji yên Ehmed Ismaîl jî.
-Hilbijartinek ji helbestên Riyad El-Saleh El-Husên bo kurdî hate wergerandin / ne çapkirî ye.
-Berhevoka çîrokên nivîskar Mihemed Elî Kut wergerandiye erebî/ne çapkirî ye.
-Helbesta helbestvanê filistînî Mehmûd Derwîş ya ko diyarî wêjevanê Kurd Selîm Berekat kiriye, wergerandiye zimanê Kurdî.[1]