Parastina jîngehê yek ji mijarên herî girîng e û pêwîst e li ber çavan were girtin. Ji bo pêşîgirtina li têkçûna jîngehê û parastina wê, divê civak bi taybetî sazî û dezgehên girêdayî civakê parastina çanda xwezayê bikin û bi hev re herêmeke paqij û ewle ava bikin.
Derbarê mijarê de Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb ji me re axivî û behsa girîngiya ekolojiya herêmê û projeyên ji bo parastin û pêşxistina wê kir.
`Ekolojî lingekî bingehî yê Neteweya Demokratîk e`
Silêman Ereb di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Ekolojiya herêmê û wiha got: “Di sîstema me de ekolojiya herêmê bi qasî demokrasiyê girîng e. Çimkî ekolojî lingekî bingehî yê Neteweya Demokratîk e. Mirov bê xwzayê nikare bijî. Xweza her tişta jiyanê di nava xwe de dihewîne. Ji bo wê jî pir girîng e ku em vê xwezayê biparêzin. Lewra parastina xwezayê parastina jiyanê ye.”
`Têkoşîn û berxwedana me tev ji bo parastina ekolojiya jîngehê ye`
Silêman da zanîn ku êriş û aloziya heyî, bandorê li xwezaya herêmê dikin û axaftina xwe wiha domand: “Çend sal in herêma me di nava alozî û şeran de ye. Rojane êrişên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê li ser herêmên me hene. Ev rewş jî bandorê li ekolojiyê dike. Aramnca dewketa tirkî ya dagîrker ew e ku xweza têk biçe û jiyan li herêmê nemîne. Berî niha jî ji ber ku rejima Sûrî, ji bo xwezayê tiştek pêş nexistibû, xwezaya herêmê paş ketibû û di rewşke pir xirab de bû. Ji bo wê jî wek desteya ekolojî em li gorî derfetên xwe, hewl didin pêşketineke baş di xwezayê de çêkin û rewşa ekolojiyê bidin guhertin.”
Projeyên parastina ekolojiya jîngehê
Silêman Ereb behsa projeyên ji bo pêşxistin û parastina ekolojiyê kir û wiha got: “Îsal ji bo paqijiyê me li seranserî herêma Cizîrê projeyeke taybet pêk anî û hin zagonên paqijiyê hatin derxistin. Hewldanên me hene ku em erebeyên mazotê û jeneratorên li kolanan kêm bikin, çimkî ev bandoreke mezin li ekolojiya xwezayê dikin. Herwiha projeyên me yên ji bo çandina daran jî îsal pêk hatin. Projeya çandina daran ji bo pêşxistin û parstina jîngehê weke bingehekî girîng e. Çimkî bi çandina daran rewşa hewayê zelal dibe û parastina paqijiya herêmê tê kirin. Me gelek dar li seranserê herêmê çandin û hin projeyên me ji bo daristanan jî hene. Herwiha komîteya me ya tenduristiyê jî heye, wê li tevayiya kargeh û bazarên xwarinê bigerin û rewşa paqijiyê bişopînin, da ku xwezaya me paqij bimîne.”
Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Elî Ereb bang li gel kir ku li çanda paqijiya xwezayê xwedî derkevin û got, çimkî kar û xebata me tev ji bo gel e û axaftina xwe wiha qedand: “Hêza herî mezin hêza gel e, pêwîst e gel parastinê bike. Eger gel alîkar be wê xwezaya me paqij be û wê rewşa tenduristiyê jî baştir be. Divê malbat jî zarokên xwe li ser vê çandê mezin bikin, da ku em karibin civakeke rast û demokrat ava bikin.”[1]