Hevnasbûna Kurdan bi Îslamiyetê re digîhîje dema Mihemed Pêxember (xxl). Herwaha sê Kurdên sehabe jî hebûne ku di dema Mihemed Pêxemberî de bûne Misilman, ji wan yek Cabanê #Kurdî# û kurê wî Meymûn el-Kurdî û sehebeya jin Zozan e.
Hinek Kurdên bazirgan jî ji Cizîrê çûne Meke û bajarê Taîfê, li wê derê bûne Misilman û zivirîne hatine Cizîrê, Misilmantiyê belav kirine.
Tê zanin ku piraniya Kurdan berî Îslamiyetê, li ser dînê Zerdeştîtîyê bûne. Ev ol, ji aliyê Zerdeşt Pêxember ve hatiye belakirin û heta dema şerê di navbera Sasanî û artêşa Misilmanan de çêbûye, pirraniya Kurdan zerdeştî bûne.
Îslamiyet di Sedsala Heftan de derketiye, wê demê Kurdistan di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî bûye, ji ber wê yekê hertim erdê Kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re dibû qada şer. Artêşa Îslamê di dema xelîfe Omer de, salên 637-642an Îslamiyet li Kurdistanê belav kiriye û pirraniya Kurdan Misilmantiyê pijirandine.
Bi vî awayî Kurd bûne Misilmanên pêşî. Piştî belavbûna Îslamiyetê li Kurdistan û li Rojhilata Navîn, pirraniya Kurdan bûne Misilmanên Sunî, lê hin Kurd piştre bûne Elewî û Şiî. Kurdên Sunî li ser mezhebê Îmamê Şafiî ne. Di nav Kurdan de gelek Êzidî û eger pir kêm be jî hinek Xiristîyan, Cihû û Zerdeştî jî hene.
Bi pejirandina Misilmantiyê, di Serdema Zêrîn a Îslamê de li Kurdistanê di nava Kurdan de jî xwendin û zanist pêşve çûne. Li Kurdistanê gelek medrese ava bûne.
Di sedsala 8 û 9an de li Kurdistanê zanyarên weke Îbrahîm Mewsîlî, Ziryab, Ebû Henîfe Dînewerî, Bassam Kurdî û Îbn Quteybe derketine. Ziryab yekemîn kes e ku têla pêncemîn li saza ûdê zêde kiriye û mizrabê bi kar aniye.
Dînewerî jî li ser li astronomî, matematîk, erdnîgarî, riweknasî û dîrokê xebat kirîye. Xebatên Dînewerî li ser netewahiya Kurdan jî çêbûye û pirtûkeke bi navê Ensab el-Ekrad (Zayenda Kurdan) nivîsiye û tê de behsa dîrok û nijada Kurdan kiriye. Dînewerî Qurana pîroz a Misilmanan jî tefsîr kiriye.
Îbn Quteybe li ser dîrok, hedîs, tefsîr, wêje û fiqihê gellekî pirtûk nivîsîne. Di derbarê Bassam Kurdî de agahî tune, lê tê gotin ku bi Goranî helbest nivîsiye. Di sedsala 10an şûnde êdî li her aliyê Kurdistanê Wêjevanên mezin yên weke Evdilsemed Babek û Elî Herîrî, alimên wekeMacid el-Kurdî, Ebû Ebdulah Mukrî, Behaedîn ibn Şedad, Îsa Kurdî, Cakîr el-Kurdî, Evdilqadirê Geylanî, Îbn Selah el-Kurdî, Muzîkologê weke Sefiyedîn Ûrmewî, Fîlozofên weke Şihabedîn Suhrewerdî, Eyn el-Qudat, Siracedîn Ûrmewî, Emerê Suhrewerdî, Amîdî û Şemsedînê Şehrezûrî, Dîroknasên weke Elî ibn-ul Esîr, Mubarek el Mistewfî, Îbn-ul Ezraq, Îbnu Xelkan û Zanistvanên weke Îsmaîl Cizîrî (Ebul Iz), Fexredîn Exlatî û Ebûlfida derketine holê.
Evdilsemedê Babek helbestvanê herî pêşîn ê ku helbestên xwe bi Kurmancî nivîsandine, lê mixabin zêde di nava Kurdan de nehatiye naskirin. Elî Herîrî weke helbestvanê pêşîn tê zanîn.
Ji bilî van kesan di vê demê de gelek nivîskar û zanyarên Kurd ên jin jî derketine, ji wan yên herî naskiri Fexrûn-Nîsa, Ûm-Mihemed û Esma Xatûn in. [9] Fexrûl Nîsa (Şehre Dîneverî ye) Destxet (xetat), nivîskar û hedîsvana Kurda jin a herî pêşîn e. Tê gotin ku Fexrûl Nîsayê gellekî helbestên xweş jî nîvisine.
Îsmaîl Cizîrî (Elcizîrî) zanyarekî pir bi navûdeng ê Sedsala 12'an e ku bingeha zanista robot û sîbermetîkê avêtiye.
Wêneyek ji pirtûka Elcizîrî, Diyagrama makîneyên bi hêza hilkişîna avê. (Süleymaniye Kütüphanesi (Stenbol). Wêneyek ji pirtûka Elcizîrî (Saeta kelehê) Makîneya destşûştinê ya El Cizîrî El Cizîrî pirtûkek bi navê Kîtab ul-Hîyel (Pirtûka Huneran) nivîsandîye, di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî kiriye.
Di sîbernetîk û fîzîkê de gelek zanyarên navdar yên weke Leonardo da Vinci di bin bandora wî de mane. Naverok Medreseyên Kurdî Medreseya Sor a Cizîra Botanê Bi belavbûna Îslamê, li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê, şaristaniyeke nû dest pê kir. Ev şaristanî, giraniya xwe daye ser nivîsandin û xwendinê.
Ji ber hindê Kurdan jî gelek medreseyên ku perwerdehiyê bi Zimanê Kurdî dikirin ava kirine. Medreseyên Kurdî ya herî pêşî di sadsala 10an de sala 950 li Hemedana paytext a Kurdistanê hatiye avakirin. Di medreseyên kurdî de pirraniya pirtûkên xwendinê, bi zimanê erebî bûne. Lê alimên Kurd dema dersê, wan pirtûkan twercumeyê Zimanê Kurdî dikirin û dersa feqiyên xwe didan.
İcar bi vê şeklê, Zimanê Kurdî bi pêş diket. Di medreseyên kurdî de piraniya telebeyan Kurd bûne, lê hin ciwanên Ereb û Faris jî dihatin xwendinê. Di medreseyê kurdî de dersên Quranê, tefsîr, sîyer, fiqh, kelam, mentiq, wêje, felsefe, astronomî, tib, matematîk û hwd. dihatin dayîn.
Zanyarên Kurd herweha bavê robot û sîbernetîkê ku îro van herdu bûjenan dinyayê li ser nigan ragirtine, projeya wan ji aliyê Îsmaîl Cizîrî ve di Medreseya Kurdî de hatiye çêkirin. Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Her waha Medreseyên kurdan Zimanê Kurdî, Çanda Kurdî, û Wêjeya Kurdî li ser pêya dane hîştin.
Hin Medreseyên Kurdistanê yên navdar:
- Medreseya Sitrabasê (Diyarbekir),
- Medreseya Sor (Cizîra Botan),
- Medresa Bazîdê,
- Medresa Şemdîzan,
- Medreseyên Bedlîsê; Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiye.
- Medresa Hîzanê,
- Medresa Miksê,
- Medresa Bêdarê,
- Medresa Findika Botan,
- Medreseya Axtepeyê,
- Medresa Norşênê,
- Medresa Hawêlê,
- Medresa Heskîfê,
- Medresa Amêdiyê û bi sedan medreseyên wisa yên din.
Hin zanyarên Kurd ku ji Medreseyên Kurdî derketine: Di medreseyên Kurdistanê gelek zanistvan, alim û wêjevan derketine, her yek li gor hêza xwe li wêje û Zimanê Kurdî xwedî derketiye û bi pêş xistiye.
Çend kesên ku di medreseyên Kurdistanê de perwerde dîtine û xizmeta Zimanê Kurdî û zanistê kirine ev in;
- Baba Tahirê Uryan, (938 - 1020)
- Evdilsemedê Babek (972 - 1020)
- Elî Herîrî, (1009 - 1077)
- Îsmaîlê Cizîrî, (1153 - 1233)
- Melayê Batê, (1417 - 1491)
- Melayê Cizîrî, (1570 - 1640)
- Feqiyê Teyran, (1590 - 1660)
- Eliyê Teremaxî, (1591 - 1653)
- Selim Silêman, (1586 - ?)
- Şêx Şemsedînê Exlatî, (1588 - 1674)
- Ehmedê Xanî, (1650 - 1707)
- Îsmaîlê Bazîdî, (1654 - 1709)
- Mele Mehmûdê Bazîdî, (1797 - 1863)
- Mele Xelîlê Sêrtî, (1754 - 1843)
- Mela Yûnisê Erqetînî, (? - 1785)
- Miradxan, (1736 - 1778)
- Pertew Begê Hekarî, (1777 - 1841)
- Mewlana Xalid, (1773 - 1826,)
- Feqe Reşîdê Hekarî, (1725 - ?)
- Şêx Evdirehmanê Taxê, (1831 - 1886)
- Evdirehmanê Axtepî, (1850 - 1905)
- Şêx Fethullah Werqanisî, (1847 - 1900)
- Seîdê Nûrsî û gellekî zanyarên mezin yên Kurd di van medreseyan de xwendine.
Pirtûkên Kurdî yên medreseyan:
- Meqamet
- Mewlûda Kurdî
- Eqîda Îmanê
- Eqîdeya Îslamê
- Erdê Xweda
- Nehc-ul Enam
- Nûbihara biçûkan
- Serfa Kurmancî
Qewlê Hespê Reş
- Rewdneîm
- Tiba Melayê Erwasê
- Adetên kurdan
- Gulzar
- Şêrên Fîlozofî
- Kîtaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan
- Şêxê Sen'an
- Sirmehşer
- Iqdê Durfam
- Dewr û Gera Kurdistanê
- Mîrsad-ul Etfal (Ferhanga Kurdî-Farsî)
Dewlet û xanedanên Kurdan yên piştî Îslamiyetê: Dewleta Eyûbiyan ya Kurdan a herî mezin, piştî Îslamiyetê:
- Sadakiyan (770 - 827)
- Dewlata Şedadî ( 951 - 1174)
- Dewleta Merwanî (983 - 1085)
- Dewleta Enazî (990 - 1116)
- Dewleta Hesnewiyan (961 - 1015)
- Dewleta Biweyhiyan (934 - 1062)
- Dewleta Rewadî (955 - 1071)
- Xanedana Hezarhespî (1148 - 1424)
- Dewleta Eyûbiyan (1171 - 1250)
- Dîroka Îslamê
- Dîroka Kurd û Kurdistanê 07/ 06/ 2016 Xwedêda Özyilmaz Xinûsî [1]