Hozan Ehmed Dêrşewî
Bîrdanka dîrokî ya her miletekî pira veguhestin û parastina resenîyê, ji dema borî ve ta bi dema neha û pêşerojê ye, dewlemendîya bîrdankê jî bi dewlemendîya belge û belgekirin û erşîvê ve girêdayî ye, bi qasî ku her miletek bi xwe, çand û kultûr û dîroka xwe belge bike, dîrok û pirtûkxaneya xwe ava bike, hebûna xwe bihêztir dike.
Li #Rojavayê Kurdistanê#, ta weke îro jî lawazbûna belgekirinê bandora xwe avêtiye li ser gellek babet û dozan, nexasim ku ta weke îro jî ti danpêdaneke fermî bi #kurd# weke netewe û ziman tune ye, û hîn jî danûstandinên Sûrîyayê ku kurd jî tê de amade ne, berdewam in; hebûna kurdan weke gel, kultûr û dîrok û rêje li Sûrîyayê cihê gengeşeyê ne, li ser asta hikûmet û opozisiyonê jî behsa hebûna kurdan li Sûrîyayê weke mêvan û penaber, an jî weke rêjeyeke kêm ji tevahîya Sûrîyayê, tê kirin, lê bersiva guncaw ji bo wan helwestan, belgekirin e, anku berovajîkirina wan helwestan bi belgeyine bi hêz in.
Belgekirin ji alîyê zanistî ve îro bi xwe bûye zanistek, anku zanista belgekirinê weke beşek ji zanista pirtûkxane û zaniyarîyan tê hejmartin, têgeh û rêsayên wê derbasî rêbazên xwendin û zanista pirtûkxaneyan bûne, lê ta weke îro jî belgekirinê weke asta ku tê xwestin di nava kurdan de li Sûrîyayê cihê xwe nedîtiye û negirtiye, eger bi rêjeyeke pirr kêm jî hebe, pêngav û qonaxên belgekirinê bi temamî encam nadin, belko tenê di qonaxa destpêkê de ne, anku di qonaxa komkirina zaniyarîyan de, mijûl in, ji xwe çawanîya bikaranîna encamên belgekirinê bixwe jî zainst û hunerek e.
Komkirina zanyarî û agahîyan, rêzkirin û dabeşkirina belgeyan û bikaranîna wan di çarçoveya zanista belgekirinê de, bi awayên jiberkirin û parastin û erşîfkirin û çawanîya vegerandin û lêgerîna li belge û agahiyan, ta radeyekî anku di hin waran de, belku hatibe encamdan, lê gerek derbasî warê pilankirin û istratîjiyetê bibe.
Weke nimûne, belgekirina bûyeran, belgekrina kultûrê madî û devkî, belgekirina navên kesên xwedî pencemor û bandor mîna hunermend, siyasetmedar, xebatkar, kesên xwedî berhem, nexasim nivîser û bi taybet jin, werzişvan, serkeftî, daxuyanî û belgename û rêkeftin û biryarên girêdayî kurdan li Sûrîyayê, kongirên ku kurd tê de beşdar bûne, çîrok û stran û serpêhatî û mamik, girtî, revandî, windayî, koçber, derbider, penaber, belgeyên hebûnê bi taybetî jî belgeyên kesayetî li gund û bajar û parêzgehan, vîdyo û wêne û deng û tomarkirin, cih û şûnwarên dîrokî, siruşt û saman û çand, peywendîya kurdan bi pêkhateyên din re yên li heman civakê; mîna Siryan, Kildan, Aşûr, Çerkes, Ereb û Turkuman, û bi dehan mijar û babetine din jî, gerek bêne belgekirin û çapkirin û cihê xwe di pirtûkxaneya kurdî û Sûrî û herêmî û navdewletî de bibînin.
Ji bo vê yekê gerek helsengadin û nirxandinek li ser karê belgekirinê li Rojavayê Kurdistanê were encamdan, ku bi xwe re hejmarek piris derdixîne holê; gelo çend navendên belgekirinê yên taybet bi Rojavayê Kurdistanê hene? Çend rêxistin û komeleyên ku guhdanê didin belgekirinê hene? Gerek kî bi karê belgekirinê rabe? Çend kesên perwerdekirî û rahênankirî di warê belgekirinê de hene? Çi li ser kurdan bi hemû babetên ku li jor amaje pê hatin kirin, çi ji alîyê hevparên din ên kurdan li Sûrîyayê, hatiye belgekirin? Kurdan bi xwe çi belge kiriye û çi berhem kiriye anku kariye cihê xwe di pirtûkxaneyê de bibîne? Weke bingeha xav û destpêkî ji bo qonaxa niha û bê li Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyayê, çi lêkolîn û berhemên belgeyî hatine amadekirin?
Li Neteweyên Yekgirtî, beşeke taybet ji bo komkirin û parastina belge û karên wê heye, ew yek jî îro weke rêbazekî ye di sazî û alîyên fermî û nehikûmî de li cîhanê, li Rojavayê Kurdistanê jî weke pêngava destpêkî gerek beşek taybet bi belgekirin û erşîfkirinê li damûdezgehên desthilatdarî, partîyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hemî yekîtî û komele û rêxistinên cihêreng, bi taybetî yên mafperwerî, werin avakirin, pêngava duyem jî gerek ji asta komkirinê berev asta parastin û jiberkirinê û berhemkirinê birêve biçe, weke nimûne jî ji bo stran û çîrokan û serpêhatîyan; ger li gund bi gund, bajar bi bajar were encamdan, û ew babetan bi tomarkirin û hevdîtinan ji windabûnê werin rizgarkirin, avakirina mûzexaneyan, amadekirina belgefîlman, çapkirina pirtûk û namilkeyan û bi taybet avakirina navendine taybet bi belgekirinê jî weke pêngavine piraktîkî yên piroseya belgekirinê tên hejmartin, veger li belge û erşîfên hikûmetên Sûrîyayê ji salên damezrandinê ve ta weke îro, serbarî belge û erşîfa Fransî dê tozê li ser gellek babetên dîrokî û hestyar hilîne, anku bi bidestxistin, komkirin, berhemkirin, çapkirin, parastin û belavkirina encamên belgekirinê, dê zanista belgekirinê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibe.
Pirranîya belgekirina ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye û tê encamdan; kesayetî ye, karê bi kom jî pêwist e cihê palpiştî û piştevanîyê be, anku êdî birêkxistina vê zanistê bûye mijareke girîng û derengmayî, nexasim ji bo miletekî weke miletê kurd li welatekî ku hîn ti mafên xwe tê de neneçesipandine; wê demê, belgekirin xwenaskirin û xwenasandin e, û şanderekî bi hêz e ku berevanîyê di ber resenî, maf û hebûna miletê xwe de dike, di heman demê de dê ta radeyeke guncaw sînorekê ji şêwexistina rasteqîne û resenî û dîrokê re peyda bibe.[1]