Bi Çavê Ronî Kurd û Kurdistan!
İkram Oguz
Ronî birazîyê min yê piçûk e. Ew jî wek bi hezaran zarokên Kurd ji Kurdistanê dur, li xerîbîyê, li bajarekî Alman hate dinê.
Bi kilam û stranên Kurdî û bi hesreta Kurdistanê mezin bû. Ji dê bavê xwe Kurdî hîn bû, di nav malê da bi wan ra Kurdî axifî, li kûçe û kolanên Alman û li mektebê jî bi Almanî…
Di zaroktîya xwe da Alman û Kurdan, zimanê Kurdî û zimanê Almanî ji hev veqetand. Xwe zarokek Kurd hesiband, Kurdistana ku di kitêb û ansîklopedîyan da nedidît, wek welatê xwe û welatê dê û bavê xwe di dilê xwe da avakir. Ji roja ku qelem û kaxiz kir destê xwe, ji wê rojê vir da bi rengên kesk û sor û zer ala Kurdistanê neqişand û bi wan nexşên rengîn diwarê oda xwe xemiland.
Dest bi mektebê kir, di mektebê da xwe wek zarokek Kurd da nasîn, li ba heval û mamosteyên xwe, pesnê Kurdistana ku di dilê xwe da ava kiribû, dikir.
Li ba hevalê xwe û mamosteyên xwe hebûna Kurdistanê îspat nekiriba jî, ew ji hebûna Kurdistanê nediket şikê…
Ronî îsal neh salên xwe qedand ket sala dehan. Vê havînê wek cara yekemîn bi dîya xwe ra çû welêt. Qederê mehekî li Erzirum û li gundê me ma…
Li malên ap û xalên xwe bo mêvan, şev û rojên xwe bi pismam û dotmamên xwe ra derbas kir.
Kurdistana ku di dilê xwe da bi gul û sosinan xemilandî, ava kiribû, wî, ne li Erzirumê ne jî li gund dît. Xewn û xeyalên wî yên di derheqê Kurdistanê da, puç û vala derketin. Di nav mehekî da nêrînên wî guherin…
Bi dileki xemgîn şûnda vegerîya. Nuha jî rastî kê were, dibêje, „ez carek din ne diçim Erzirumê, ne jî diçim gund“.
Sebebê neçûyîna xwe jî ne kêm, ne jî zêde bi gotinên xwe yên zelal û xweşik wuha tîne ziman; „Erzirum Kurdistan nîne. Li wir kes bi Kurdî qise nake. Her kes bi min ra jî Tirkî qise dikir, min ji wan tu tiştek fêm nedikir. Zarokên li wir qet Kurdî nizanin, bi dê û bavên xwe ra jî Tirkî qise dikirin. Bi qisedana min a Kurdî dikenîyan, ji min ra digotin, tu çima Tirkî nizanî?
Ez çum gund. Min ji gund jî hez nekir. Xanîyên gund giştik xirabe bûn. Her der qilêr bû. Zarokên gund hemû rût û tazîbûn. Tenê pez û dewarên wan pir bûn…“
Ronî ne tenê kêmasîyên wan, sebebê kêmasî û nezanîya wan jî gor nêrînên xwe tespît kiriye.
Tiştê ku li wir bala wî kişandiye, bi peyvên xwe yên xweşik, wan li pê hev rêz dike û dibêje;
„Tu zanî çima xanîyê wan xirabene û zarokên wan çima rut û tazî ne?“
Paşê jî bersiva pirsên xwe, bi xwe dide:
„Min ji wan ra jî got. Pez û dewarên wan jî, perê wan jî pirr in, tenê mêjîyên wan kêm in“ dibêje û dilê xwe rihat dike…
Cîhê bîla bê sebep nabên, heger tu dixwazî gotinên rast bibhîzî, fîlozofan, heger fîlozofan nabînî zarokan guhdarî bike. Ji ber ku filozof jî zarok jî derewan nakin. Çi bibînin wî dibêjin. Rastî çibe wî dibêjin, encama gotinên xwe gor der dora xwe û gor menfaatên xwe napîvin û wan naguherînin.
Filozof gor zanyarîya xwe diaxifin û rastîyê dibêjin, zarok jî nizanin derewan bikin, çi bibînin û di dilê wan da çi derbasbe, raste rast wî dibêjin.
Ronî jî li Kurdistanê çi dîtibe wî dibêje, ne kêm ne jî zêde…
Rewşa hemû bajarên Kurdistanê, kêm an jî zêde wek Erzirumê ye. Di warê xizanîyê da navbera bajarên Kurdan da cûdayetîyek hebe jî, di warê kurd û kurdayetîyê da hemû wekhev in. Li hemû bajarên Kurdistanê pirranîya zarokên Kurd, zimanê xwe yên zikmakî nizanin. Kesên mezin jî tu qey dibê sond xwarine, radibin, rûdinên ji sibê hata êvarê bi hev ra Tirkî diaxifin.
Sedem wê yekê ye ku çavdêrîyên Ronî ne tenê ji bo rewşa Erzirumîyan, ji bo rewşa hemû Kurdan tiştên balkêş in.
Di civaka Kurdî da hata nuha fîlozofek derneket. Ronakbîr û zanayên ku bê tirs û bê hesab rastîyê bêjin, ew jî kêm in. Lê zarokên ku wek Ronî dîtinên xwe rast e rast dibêjin pirr in, Kurd jî zarokên xwe guhdarî nakin. Dema ku zarên wan tiştekî bibêjin, dê û bavê wan, an jî mezinên wan; „pirsên ji bejna xwe mezintir neke“ dibêjin û li serê guhê wan dixin. Halbukî Kurd, bi taybetî jî siaysetvan û rêvebirên hêz û partîyên Kurd, qasî ku şîreta li zarokên xwe dikin, ewqas jî guh bidin gotinên wan û salê da carê bi çavên wan li Kurd û Kurdistanê binêrin, ez bawerim ewê bi awayekî din li pirs û pirsgirekên civatê binêrin û wan bi hêsanî çareser bikin.
Ji ber ku wek çavdêrîyên Ronî, îro Kurd di her warî da xwedî îmkan in.
Bi xwedî hêz û quwet in.
Kurdên di gundan da dijîn xwedî mal û milk in. Xwedî pez û dewar in, lê jîyana wan ne jîyan e.
Kurdên bajêrî, bi pirranî sîyasetvan û zana ne, mixabin li zimanê xwe yên zikmakî xwedî dernakevin û ji sibê hata êvarê bi heval û hogirên xwe ra, bi zar û zêçên xwe ra Tirkî diaxifin…
Ronakbîr û pisporên Kurd bi serê pozên xwe li civatê dinêrin, qasî kû ji civatê dûr disekinin, ewqas jî ji hev dûr in û di tu warî da bi hev nakin…
Hêz û partîyên Kurd xwedî çek û rextin, lê ji neyarên xwe zêdetir dijbertîya hev dikin…
Carcaran werin ba hev û daw û doza yekitîya netewî bikin jî, wî nabin serî, hesabê hêjmara tilîyan dikin, di dawîyê da, ji hev dûr dikevin û şerê hev dikin…
Paşê jî dibêjin; „em çima bi ser nakevin…“
Ez jî wek Ronîyê birazîya xwe dibêjim; „hûn dizanin çima Kurd bi ser nakevin?“
Kurd îro xwedî hez û partî ne, hêz û partîyê wan jî xwedî çek û rext in, tenê yek kêmasîyek wan he ye, ew jî ruhê kurdayetîyê ye!..
Hata ku mêjîyê xwe neguherînên, tu car bi ser nakevin!..[1]