=KTML_Bold=BI HÛRGILÎ.. HEJMARA QURBANÎYÊN ÊRÎŞÊN TIRKÎYAYÊ Û ARMANCKIRINA BINESAZÎYÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ=KTML_End=
NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN
Dewleta Tirkîyayê piştî gefa wezîrê wê yê derve Hakan Fîdan a armanckirina binesazîya herêma Rojavayê Kurdistanê, roja 5ê cotmehê ji #Dêrik# ê heta Şehbayê êrîşek bi balafirên şer û dronan dest pê kir. Roja 5ê cotmehê li herêma Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirkîyayê bi armanckirina stasyona kehrebeyê û kargehekê, li dij #binesazîya Rojavayê Kurdistanê# êrîşeka berfireh da destpêkirin. Di encamê da hejmarek sivîl û hêzên ewlekarîya hundirîn şehîd bûn, her wiha zirareka mezin gihaşt binesazîya herêmê û sivîl bê kehrebe, av û gaz man.
Stasyona petrolê li Tirbesîyê/NKL
Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) bi rêya xebatkarên xwe li ser erdê, ji bo bibelgekirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirkîyayê û armanckirina binesazîya herêmê, dest bi amadekirina rêzelêkolînên meydanî kir. Her wiha, (NKL) di van lêkolînên xwe da serdana cihê êrîşan kir û bi wêne û dîmen jî bi belge kir.
Di vê beşê yekê da, em ê bi hejmar û datayan behsa qurbanîyên êrîşên dewleta Tirkîyayê û cihên ku ji binesazîyê hatine armanckirin, bikin.
=KTML_Bold=Hejmara qurbanîyan=KTML_End=
Destpêk ji hejmara qurbanîyan, di encama êrîşên dewleta Tirkîyayê da yên ji 5ê cotmehê li dij Rojavayê Kurdistanê /9/ kesên sivîl (5 sivîl li Kobanê, 3 sivîl li Hesekê, sivîlek li Tirbesîyê) ku ji wan /2/ jin bûn şehîd bûn.
Di heman demê da, ji ber êrîşên yekser ên Tirkîyayê /10/ sivîl birîndar bûn ku ji wan /4/ zarok û /3/ jin bûn.
Di heman demê da, dewleta Tirkîyayê ya dagîrker li gundewarên başûrî yên Amûdê navendeka Asayîşê bombebaran kir û di encamê da /6/ endamên hêzên Asayîşê şehîd bûn.
Merasîma oxirkirina şehîdan li Qamişlo/Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Piştî wê, dewleta Tirkîyayê li gundewarê Dêrikê li dij navendeka perwerdeyê ya Asayîşê komkujîyek pêk anî û di encamê da, /29/ endamên hêzên dijî madeyên hişbir şehîd bûn û /28/ jî birîndar bûn.
=KTML_Bold=Hejmara êrîşan=KTML_End=
Li gorî agahîyên ku NKLyê bi belge kirine Dewleta Tirkîyayê li Qamişlo, Hesekê, herêma Şehbayê, Dêrikê, Eyn Îsa, Kobanî, Minbic û li gundewarên başûrê Girê Spî bi dehan êrîş bi rêya balafirên şer û dronan li dij binesazî û kargehan pêk anîne.
Stasyona petrolê li Tirbesîyê/NKL
=KTML_Bold=Êrîşên li dijî binesazîya Rojavayê Kurdistanê=KTML_End=
Dewleta Tirkîyayê ku vê carê bi taybet êrîşî binesazî û jêderên aborî û jîyanê kir, lewra stasyonên kehrebe û petrolê yên ku hatine armanckirin wiha ne:
Tirbespîyê û herêma Alîyan (herêma di navbera Tirbespîyê û Girkê Legê da):
Dewleta Tirkîyayê /7/ stasyon û bîrên petrolê armanckirin û bi temamî ji xizmetê derxistin. Her wiha, dewleta Tirkîyayê li Tirbespîyê stayoneka kehrebeyê û depoyên genim armanc kirin û di encamê da kehrebe li ser tevahîya herêma Tirbespîyê hate birîn.
Stasyonên petrolê li Tirbesîyê/Navenda Kurdî ya Lêkolînan
=KTML_Bold=Dêrikê:=KTML_End=
– Dewleta Tirkîyayê tekane stasyona gazê ya Siwêdîyê bombebaran kir û di encamê da kehrebe li ser tevahîya Dêrikê hate birîn û êdî stasyon heta demeka dirêj nikare gazê hilberîn bike. Her wiha dewleta Tirkîyayê stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqilbeqilê yê girêdayî herêma Dêrikê bombeberan kir û di encamê da stasyon ji xizmetê derket. Di heman demê da, dewleta Tirkîyayê nexweşxaneya koronayê ya Ii bajarê Dêrikê ku xizmet ji zêdetir /100/ hezar kesî ra pêşkêş dikir bi temamî wêran kir.
Kargeha Siwêdîyê beşê gazê li herêma Dêrîkê/NKL
Kargeha Siwêdîyê li herêma Dêrîkê beşê kehrebeyê/NKL
=KTML_Bold=Qamişlo:=KTML_End=
– Dewleta Tirkîyayê stasyona kehrebeyê bombebaran kir û di encamê da stasyon ji xizmetê derket.
Stasyona kehrebeyê li herêma Dêrîkê/NKL
=KTML_Bold=Amûdê:=KTML_End=
– Dewleta Tirkîyayê depoyê genim û stasyona kehrebeyê bombebaran kir û di encamê da kehrebe li ser Amûdê hate birîn.
Stasyona kehrebeyê li herêma Dêrîkê/NKL
=KTML_Bold=Eyn Îsa:=KTML_End=
– Dewleta Tirkîyayê stasyona avê û stasyona kehrebeyê û depoyê genim bombebaran kir.
=KTML_Bold=Hesekê:=KTML_End=
– Dewleta Tirkîyayê stasyona kehrebeyê, stasyona avê, kargeha avahîsazîyan û Kampa Waşûkanîyê ya koçberên Serê Kanîyê bombebaran kir.
=KTML_Bold=#Kobanî:#=KTML_End=
– Dewleta Tirkîyayê kargeha boyaxê bombebaran kir û nexweşxaneyek bi temamî wêran kir.
=KTML_Bold=Girtina dibistanan=KTML_End=
Li gorî agahîyên ku NKLyê ji Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê wergirtine ji ber êrîşên bêserûber ên dewleta Tirkîyayê, deste neçar ma ku /31/ dibistanan bigire, ango /4039/ zarok nikarin di vê demê da biçin dibistanê, ji pêkanîya armanckirina dibistanan ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve. Di vê çarçoveyê da, li van herêmên Rojavayê Kurdistanê dibistan hatin asrengkirin: Li Çilaxa /2/ dibistan hatin girtin, li Dêrikê /5/ dibistan hatin girtin, li Tirbespîyê /5/ dibistan hatin girtin, li Dirbêsîyê /2/ dibistan hatin girtin, dibistana Kampa Waşûkanîuê ya koçberên Serê Kanîyê li Hesekê hate girtin, li navçeya Zirganê ya girêdayî Hesekê jî /15/ dibistan hatin girtin.
=KTML_Bold=Av hate birîn=KTML_End=
Ji ber armanckirina stasyonên kehrebeyê ji Dêrikê heta Hesekê, hemû stasyonên avê ji xizmetê derketin û rewşeka mirovî ya bi karaset di nava sivîlan da peyda kir.
Stasyona petrolê li Tirbesîyê/NKL
=KTML_Bold=Gaza malan jî hate birîn=KTML_End=
Li Rojavayê Kurdistanê û li tevahîya herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyayê tekane kargeha gazê ya bi navê Siwêdîyê heye. Ev kargeh girêdayî herêma Dêrikê ye ku beşek jê gaza malan peyda dike û beşek jî kehrebeyê peyda dike. Dewleta Tirkîyayê bênavber kargeha Siwêdîyê armanc kir û di encamê da kargeh ji xizmetê derket. Ji vê yekê hilbirîna gaza malan û kehrebe jî hate rawestandin.
[1]