图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,484
图片 105,322
书籍 19,454
相关文件 97,498
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Romana ‘Lênûska Leyla’
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Romana ‘Lênûska Leyla’

Romana ‘Lênûska Leyla’
#Mîrhem Yigit#
Romana ”Lênûska Leyla”biyografîk e. Jiyana Sema Yucel e. Sala 2018an ji aliyê weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin. Nivîskarê wê Menaf Osman jî îro zîndaniyekî di girtîgehên dewleta tirk de ye. Ew bi xwe ji kurdên Rojava ye û zêdeyî 29 salan e ku desteserkirî û dîl e.
Lehenga, romana ” Lênûska Leyla” di nav gelê Kurd de bi giştî û di nav rêz û baskên tevgera rizgarîxwazî de bi taybetî, ji navdar û pakrewanên ji jora lîstê ye. Roman di jiyana wê de damara herî xwedîşop profesyonel e, jiyan, berxwedan û têkoşîna wê navend e û 217 rûpel li derdora jiyana wê ne.
Roman bi helbesteke Sema Yucel di bin navê ” li şûna pêşgotinê” de dest pê dike û temamê wê bîst û şeş beş in. Her beş jî bi helbestek mîna ”navberpêşgotinkê” dibe deriyekî qonaxeke nû û piştdayîna yeke lipeyxwehiştî.
Jiyana lehenga romana ”Lênûska Leyla” ku ji salên li cihê çavekirinê ku li Tûtaka Agirî ye dikeve rê, di ser Enqere, Sêwas, Xarpêt, Amed, Nisêbîn, Zaxo, Dêrik, Qamişlo, Libnan, Şam û cardî bi vegera ber bi Bakur de di ser Rojava, Başûr û Rojhilat re hildikşe Bakur, derdikeve çiyayê Agirî û fînala wê li zîndana Çeneqelê di roja Newrozê de derdikeve asta pakrewaniyê.
Nivîskar lehenga xwe, salên wê yên li ser riya Warê Azad û yên piştî ketina zîndanê baş nas dike û bi serwextî û agahdariyeke ne ji rêzê, heta tu bêjî bes şopa wê digerîne.
Roman, wek romanek biyografîk ji ber ku li ser bingehek faktayî û belgeyî hatiye avakirin, romanivîs çendî jêhatî û mentehî be jî naçarê destgirtin û dariştineke bi sînor bûye. Berhem gelek caran dibe wek corerojnamevaniyekê, çavdêrî derdikeve pêş û ev jî li ser hesabê sererûbûn û vêlbûna xeyal û afrêneriyê, carna jî dibe mîna bibîranînekê, xeyal, afrênerî, meferteng dibe, bandora xwe li kûrbûn û kalîteya edebî dike.
Dem, Salên 1990î ye, Kurdistan qada şer e, zanîngeh bûne navendên siyasetê. Di van salan de nakokî û dijberiyên di nav aliyan de, ne mîna yên salên 1970ê, di nav çep û rastan de, li ser Çîn û Sovyet, Elbanî û Kuba, belê li ser şerê di nav leşkerên dewleta dagirker û şervanên welatê azadîxwaz de ne. Li Kurdistanê serhildanan dest pê kiriye û ev jî xwendevanên ji neteweyê serdest û gelê kurd tîne himber hev.
Dema esker tê kuştin bi tirkan nexweş e û bervaja jî rojên kurd têne kuştin kurd hêrs dibin, di bin bandora bûyerên rojane de civîn çêdibin, çalakî li dar dikevin û xwendevanên esilkurd di encama van dijberî û nakokiyan de xwe nas dikin, dibin serwextê nasnameyên xwe. Bi sedan xwendevan ji zanîngehên ji Edîrne bigirin di ser yên Stenbol, Izmîr, Enqere, Mersîn û Edeneyê re bi meraq, hest û daxwazên delodînane berê xwe didin herêmên şer, ”Warê Azad”.
Sê kes; Sema, Xemgîn û Azad, bi hev re ji paytexta dewleta desthilatdar dikevin rê. ”Rêya çûnûnehatê”. Di wateya terka jiyana kevin, ya derew û neyar, xapînok û ne bi xêr û girtina deriyê vegera li vî cîhî.
Rê dirêj e, bi zîvronek û qonax e, metirsî mezin e, ne yek û dudo, zêde ne û kengî wê li ku çi bibe, çi biqewime nayêne pêşbînîkirin, hayjixwe û hayjihehevkirineke heralî dixwaze.”Hedef di ser bajarê Sêwas û Amedê re bajarê Nisêbînê ”, deriyê derbasbûna wî aliyê sînor ” û ji wir jî Warê Azad e.
Azad, xwedîezmûn û serpêhatî ye, rê nas dike, ” rêberê kerwanên di nav metrepol û çiyê de ye”. Sema di vê eniyê de nû ye, naşî, belê bi coş, dilxwurt û bi biryar e. Meraqa wê, carna dibe bê sebrî, kengî li ku, bi toneke çilo û çawa gotina xwe bêje, bipirse, pir bi wezin û pîvan nake. Bi dengê bilind dipirse, wek ” ku em gihan Nisêbînê em ê wan bibînin”, bi gotina heval xîtab dike.
Hesreta gihiştina warê Azad li ba Sema mezin e. Sema , Azad û Xemgîn her yek li gora dinyaya xwe, tiştên di serê xwe de û bi taybetmendî û derûniya xwe, bajaran, otobos û wesayitan diguherin. Rewşa Azad cihê ye, ew ne bi tenê ji xwe, belê ji du hevalên bi xwe re jî berpirsiyar e, barê wî giran e, derdê wî hevalrêyên xwe bi selametî bigihîne herêma ”ewle”, deqîqe û saniye jê re girîng in, bihesab in.
Ji çûnûhatinên xwe yên li ser heman riyê û bi heman amancê bi paxav û mitale ye. Di nav hest û pêjnên li ser lepan û di nav alarmê de ye. Li ser pirsa ”em ê kengî bigihîn Nisêbînê ku em gihan wir em dê wan bibînin” ku çend car dibe, hinekî bi hêrs û di ber xwe de, bersiva Sema dide: ”Em bi selametî xwe bigihînin Nisêbînê, piştre tu çi dikî tu serbest î” 48
Di nav qonaxên bi rê de bajarê Sêwasê girîng e. Lipeyxwehiştina vî bajarî ” hestiyariya wan zêde dike”. Hinekî bêhna wan derdixe, lewra ev der sînorê nav du welatan e. Dûrketina ji paytext, dibe nêzîkbûna li ewlehiyê, çend gavên din ber bi Warê Azad ve.
Amed jî qonaxeke ji yên rê ye. Vê carê Azad û Xemgîn dikevin qirika hev. Azad çendî mikun ewçendî dixwaze ”zû xwe bavêje Nisêbînê, ji dirêjbûna rê aciz e, rê çendî dirêj bike, ewçendî jî pirsgirêk tên ser rê. Xemgîn jî berî ji Enqereyê derkevin soza ku ji Sema re dabû, dixwaze bîne cîh, ango wê ”li Sûrên Amedê cihên dîrokî bigerîne û bi taybetî birca ku Zeyneb Kinacî li wir çalakiya xwe li dar xistibû pê re yad bike”. 53
Qonaxa nû ber bi Mêrdînê ve ye. Kontirol û sekinandinên bi rê de, ji rûtînan in . Li hinda Siltan Şêxmûs ” garaneke serbazên cilbelek derdikevin pêşiya wan ”. Azad diqeliqe mîna ku li ser agir be, madê wî diqulipe, panîk jê re çêdibe, sekin û hedan lê namîne” . ”Azadê ku heta wê rojê bi dehan ciwan gihandibûn çiyan, tu carî mîna vê carê netirsiyabû”. Tîmê taybet riya wan dibire, wan disekinîne. Ji hevalên xwe re dibêje, ” heger tiştek bibe em hev nas nakin”. Hevalên bi hev re diçin mirinê û rêwiyên heman rê û armancê ne, wiha carna ji ber ewlekariya tê xwestin, mîna hev nasnakin divê tev bigerin. Ev jî heye li ser vê rê û di nav rêwiyên komikê de.
Nisêbîn herêm û navçeya bûyeran e, ew ”êdî li cihê avdana hêviyan û tevin û nexşeya jiyana nû bû”. Binxeta meraqê ” çend gavan li wî aliyê têlan bû, Bakoka di nav stranên wê de çend saetekê di ser wê re bû” û gihiştina şervanên Warê Azad êdî li ber derî bû. Hefteya sêhem, li gundekî Mêrdînê, li Aqresê, ev pêk tê. ”:“ Mecîdo bi rûkenî kete hundur. Vê carê jî sê heb têkoşerên azadiyê li du bûn. Keleşkofên wan di destên wan de, şal û şapik li wan, cemedanên wan li dora stuyên wan gerandî û çente di nav pişta wan de, berê ew di wêneyan de çawa dîtibûn, niha jî rastiya wan sûretan li ber çavên wan bûn”.
“ Wê şevê, li wir, li Aqresê, bi dîtina Xebat û Agir û Medyayê re, Sema ji nû ve dihate dinyayê. Navê xwe dikir Leyla û dibû xwedî nasnameyeke nû, xwedî rojbûn û çekeke nû, xwedî hevalinî nû, xwedî dinyayeke nû, xwedî xewnine nû”.
Êdî hêvî dibe pratîk û bi xwîn û goşt dibe. Ya ku ji rêyeke ewqasî dûr, ji zanîngehên metrepolên dagirker dikşîne vir û sira wê jî di vir de ye. Di hestên kêfxweşiya tola tê hilanîn de ye. Êdî yên li nasnameyan dipirsin, karmend, mamoste û leşkerên dewletê kontirol dikin têkoşerên azadiyê ne. Hest cîh diguherin, hestê bindestiyê serdest dibe, serdest û bindest cîh diguherin bi hev û ev jî werdigere tehm û çêjeke otorîtebûn û serxwebûneke li ser axa welatê xwe.
“ Ji Xebat zêdetir a bi kontirolkirina nasnameyan kêfxweş dibû Leyla bû”. “ Her ku ji yekî din re nasnameya xwe derxe digot, mîna ku gurzê Ristem ketibe destên wê di dilê xwe de digot: Xwezka niha ew tîmên ku li Xarpêtê rêya me birîbûn jî di van deran re derketana ji bo ku min heqê wan bida wan” 89
Di dema kontirolkirina nasnameyan de Xebat ji yekî re got:
-Nasnameya te ?
-Ez mamoste me zarokan hînî xwendin û nivîsandinê dikim.
-Ku wiha bûya baş bû. Tu li gora dewleta kedxwar, serê zarokên me tijî dikî û rihê wan gemarî dikî. Ti wan dihelînî û dihêlî ku ji kujerên bav û kalê xwe hez bikin û ji wan re bêjin spas, gunehên te pirr mezin in, lê çiqasî hayê te heye jê ew ne diyar e!
Rojên li Enqereyê tên bîra Leyla. Dema polîs li kafeterya ji wê û hevala wê Nûrcanê nasnameyên wan xwestibûn û gotinên wê rojê di dilê wê de derbas bûbûn hatin bîra wê:” Xweziya min bi wê roja ku ez di şûna wê de nasnameyên we kontirol bikim û hûn jî di şûna min a niha de, di nav tirsê de bi êşa van qolincan bikevin”. 90
Leyla wê rojê, di wê çalakiyê de û di nava çend saetan de bi qasî 13 salên xwendina xwe û belkî jê bêhtir jî rastiyên jiyanê hîn bûbû. Pirsên bi salan di serê wê de bûbûn xwedî bersiv…. Çavên hiş û dilê wê vebûbûn.
Piştî saleke netemam li herêma Mêrdînê, mizgîniya xewna wê tê ango pêwist e here Akademiyê: “ Lingên wê erd nedigirt. Êdî di nav bêsebriyekê de li bendeyî saeta ketina rê de bû.” 93
Wê û hevalên xwe li Qerejdaxê ji hev xatir xwestin, şûtikên xwe bi hev guhertin, pênûs û saetên xwe dan hev, wêne bi hev re girtin.
Piştî pênc mehan mana li Akademiyê û dersên pêwist “Şoreşgera welatê rojê, taca jinên azad, rêwiya keşfa welat”, (130) vê carê di ser guzergaheke din re, ji Libnanê di ser Şamê, Rojava, Başûr û Rojhilat re, belê bi rêhevalên nû re, di nav wan de Bêrîvana ji Rojava ku li Şamê, di dema serdana mizgefta Emewî û gora Selahedînê Eyûbî de jê re rêberiyê dike, Xebatê ji şervanên kevin, dîroknasê Akademiyê ku li Heftanînê dibe cangoriyê azadiyê, Apê Şewketê wek çavkaniyeke ji nav gel û moral tê naskirin, bi serpêhatî û dijwariyên bi rê de, wek pirsgirêkên bi şervanên mîna Azman re ku mervantiya xwe, ne şoreşgerane bi kar dianî, bi peseport û nasnameyên mizewer xwe digihîne herêm û perçeyê welat, cihê çavên xwe lê vekirine, derdikeve Araratê. Semaya bûye Leyla li vir dibe Serhildan “Çendî bi jor de hildikişiya, ewqasî jî baweriya wê pê dihat û vîna wê zêdetir dibû, xwurtbûna baweriya wê pê re dibû hêz jî, jê re” (192).
“Bawerî û hêz, ji hev xwedî dibûn. Êdî li cîhaneke bê ewraq, bêpeseport, bê hemû nasnameyên fermî yên ku ji ber destên siltanan dertên. Hemû qad û kolanên ku lê digeriya bi tîpên azadiyê hatibûn hûnandin. Tu xerîbî di nav rihê wê, di navbera hişê wê û erdnîgariya bedena wê de nemabûn. Heta ji bo xwe pê bide naskirin tu pêdiviya wê bi nasnameyekê jî, bi kaxeteke fermî jî nemabû. Lewra ew ne xerîba tu derê bû di seranserê çiyayistanan de” (192) . ew êdî li WARÊ AZAD BÛ.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览686
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://pen-kurd.org/- 23-12-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 16-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 23-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):23-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览686
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1155 KB 23-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,484
图片 105,322
书籍 19,454
相关文件 97,498
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!