$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Dilêr Ruzgart
Nasnav: Dilêr Derwêş
Cihê jidayikbûnê: Seqiz
Dayik-Bav: Gulbax - Mûıhammed Emîn
Dem û cihê şehadetê: Mêrewan 2021 / Herêmên Parastinê gel
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dilêr Derwêş li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Hevrêyê me Dilêr di nava rastiya gelekî ku dilsozê çand, xak û nasnameya xwe ya civakî ye de, mezin bûye. Berxwedan, serhildan û têkoşîna azadiyê ya li Rojhilat hatî raberkirin, demarê berxwedanê timî zindî kiriye. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ev demarê berxwedanê ji xwe re esas girtine û bêyî hesab ji bo gel û welatê xwe re têkoşiyane. Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna Partiya me PKK’ê ku bê navber mezin dibe, gelê me yê li Rojhilat jî bandor kiriye. Zarokên bi rûmet, leheng û bi wêrek ên gelê me yê Rojhilat, têkoşîna xwe ya destanî li Kurdistanê hemûyê meşandine bûyîne heqîqeta zanebûna neteweyî û şoreşgeriya sosyalîst a demokratîk.
Hevrêyê me Dilêr Derwêş jî ji Rojhilatê Kurdistanê derket û bû nûnerekî heqîqeteke wiha. Hevrêyê me Dilêr 16 salan dibistan xwendiye, di zanîngehê de asta akademiyê qezenc kiriye û bûye endezyarê jeolojiyê. Hevrê Dilêr hemû derfetên jiyanê yên şexsî ji bo wî, bi destê xwe dehf daye û şûna jiyanekî şexsî bijî, tercîh kiriye ku ji bo gelê xwe têbikoşe û jiyaneke şoreşgerî bijî. Li ser bingehê vê tercîhê eleqe nîşanî şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê kiriye û îdeoliya Apoyî xwendiye û nas kiriye. Hevrê Dilêr bi taybetmendiyên xwe yên xwedî lêgerîn, bi mereq, xwendinê, lêpirsînê û tahlîlkirina wan xwe digihijand ya herî rast. Bersiv bandor û lêgerînên xwe di îdeoliya Rêber Apo de dibîne û vê yekê ew sewqî têkoşîna rêxistinî kiriye. Li ser vî bingehî ji şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê re milîstî kiriye û bêyî teredut wezîfeyên herî zehmet pêk aniye. Di heman demê de li zanîngehê kar û xebatên ciwanan meşandiye, bi sekin û keda xwe pêşengî kiriye. Hevrê Dilêr her cure zext û gefên rejîma Îranê girt ber çavê xwe û bi cesaretekî mezin ev xebatên xwe domandiye.
Hevrê Dilêr sala 2009’an ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin û 4 salan girtî ma. Li hemberî ti zext û polîtîkayên çewisandinê serê xwe netewand. Di girtîgehên rejîmê de ji xwe re sekna Egîdan, Şirîn Elemhûliyan, Ferzad Kemangeran esas girtiye û bi layiqî nûneriya wê kiriye. Weke şoreşgerekî bi rûmet ji girtîgehê derketiye û xebatên xwe domandiye. Ti zorî û gef nekariye hevrêyê me Dilêr rawestîne û di têkoşîna azadiyê de bêyî tirs meşiyaye. Hevrêyê me piştre çû Ewropa. Ji vir hat û sala 2018’an biryar da ku tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe. Tevlîbûna gerîla di hevrêyê me de kêfxweşiyeke mezin çêkiriye. Bi kesayeta xwe ya bi rûmet, zanebûna xwe ya bilind, taybetmendiyên rewşenbîr û bi tecrubeyên xwe pir zû fêrî jiyana gerîla bû û berpirsyarî girt ser xwe. Hevrê Dilêr li Metînayê kar û xebatên pratîkî meşand û bi hewldana xwe berpirsyariyên xwe bi serkeftî pêk aniye. Lê serkeftinên ku bi dest xistî ti carî bes nedîtiye. Li hemberî rastiya Rêbertî û şehîdan xwe timî deyndar hîs kiriye. Hevrê Dilêr bi sekna xwe ya bi mînak û tevlîbûna xwe ya fedayî, derbasî Hêzên Taybet bûye. Di Hêzên Taybet de taybetmendiyên mîlîtaniya Apoyî ya fedayî di şexsê xwe de bi cih kiriye û bi fedayîtî tevlî xebatan bûye. Hevrê Dilêr bi sekin û tevlîbûna xwe ya Derwêşî ku kiriye navê xwe yê duyem, bûye heqîqetek. Tevî zanebûna xwe ya kûr ti carî xwe ji hevalên xwe jortir nedidît. Bi dilnizmiya hevrêtiyê ji hemû hevalên xwe re bûye fêrker û pêşeng.
Hevrê Dilêr bi dengê xwe yê xweş û pênûsa xwe ya xurt reng tevlî jiyana me ya gerîla kiriye. Hevrê Dilêr her tim Kurdistan di dilê xwe de hîs kiriye û bi zanebûnek neteweyî û îdeoliyeke sosyalîst û demokratîk têkoşiyaye. Weke mîlîtanekî fedayî yê Apoyî wezîfeyên xwe bi ser xistiye. Weke fedayiyekî Apoyî dema li ser wezîfeya xwe bû, di êrîşa dijmin de bi hevrêyên xwe re şehîd bû. Meşa şoreşgerî ya hevrê Dilêr û tevlîbûna wî ya li ser bingehê fedayitiyê, wê her tim rê nîşanî me hevrêyên wî bike. Weke lehengekî ku hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê wê ji xwe re mînak bigirin, di dîroka têkoşîna me de cih bigire.
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Partiya me PKK’ê pêş ketiye, gelê Kurdistanê zindî kiriye. Di serî de Botan gelê me li her qada ku lê ye tevlî serhildanê bûye û xwedî li Partiya me derketiye ku weke hêviya azadiyê dibîne. Bi taybetî li qada Botanê têkoşîna me ya gerîla di demekî kurt de pêşketineke mezin bi dest xist. Ev yek bûye sedem ku li hemû lûtkeyên Botanê û geliyên wê serweriya gerîla çêbibe û bû sedem ku polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker jî zêdetir bibin. Dewleta Tirk a dagirker fêm kir ku gerîla û gelê me bi hev re wê hêzeke bê hempa derxîne û dagirkeran ji welatê me bavêje. Lewma ji bo pêşî li vê yekê bigire polîtîkayên hilweşandin û komkujiyê yên li hemberî gelê me zêde kiriye. Di vê çarçoveyê de di serî de li qada Botanê gelê me di komkujiyan de hatiye derbaskirin, gundên wan hatine hilweşandin û şewitandin û gelê me neçar maye ku koçî qadên cuda bike.[1]