Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: dîrok û lêkolîn
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel: 135
Li ser jenosîda kurdan: Helebçe , navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e.
Pirtûk, li ser komkujiya helebçê û çerçoveya wê hatîya nivîsandin. Pirtûk, weke pirtûkeka ku di ancama lêkolînekê de hatîya nivîsandin a. Di hundûrê pirtûkê de, dema ku di wê komkujiya helebçê hatîya kirin û demên piştre komkujiyên ku têna serê civate kurd, heta dema ku di wê de komkujiya şengalê û komkujiya Kobanê tê hanîn serê civate kurd, di pirtûkê de tê ser ziman. Pirtûk, hem ji aliyê teorîkî, dîrokî û demê ve û hem jî ji aliyê têgîn, zihniyet û nêzîkatîyên di temenê komkujiya helebçê na ve jî, xwediyê perspektifeka mazin a. Çerçoveya pirtûkê, bi komkujiya helebçê re û piştî wê re tê hanîn ser ziman. Pirtûk, weke pirtûkek pêşî û yekane ku li ser komkujiya helebçê ku hatîya nivîsandin a. Nêzîkatîya li komkujiya helebçê ku heta roja me, çawa bûya û divê ku çawa bê, di pirtûkê de hem li ser gotinan re û hem jî li ser bi navkirinan re jî tê hanîn li ser ziman. Bi navkirin, di komkujiya helebçê de çawa weke rengekî sernûxûmandinê tê bikarhanîn, di vê warê de jî, pirtûk bilêkolînî li ser disekinê. Ev komkujiya di dawîya sedsale 20´an û di destpêka sedsale 21´ê de bi dewamî hat hanîn serê civate kurd, bandûra wê li ser mirovê kurd heta roja me, bi çi awayê û rengê bûya û hê heya, di pirtûkê de li ser wê jî tê sekin in. Nivîskar, wê bandûra ji komkujiya helebçê li keseyetîya mirovê ji civate kurd ku bi deronîya wê re heya, bi gotina deronîya komkujiyê re tînê ser ziman. Pirtûk, di vê çerçoveyê de li ser keseyetîyê û bandûra wê komkujiyê a li wê jî disekinê. Nivîskar Abdusamet Yigit, di pirtûkê de tîne ser ziman ku piştî komkujiya helebçê, wê komkujî hem bi bandûra wê ya li ser keseyetîya civate kurd û hem jî bi hatina komkujiyên din ên li serê civate kurd re wê bide domandin.[1]