Parsekê Qamişlo doh li Amûdê bû
Pêşeroj Cewherî
Di serî de anku di berahiyê de , ez gelekî spasiya Hrrk,ê dikim li ser ewê şanoya ku bi navê ( Zivistan zû tê ) li doh li bajarê Amûdê 06-05-2023 pêşkêş û nimayîş kir .
Dema ku em naveroka wê têxin bin lêkolînên sosyologî de bimebesta bidin nirxandin , di pêşî de pêwîste em çanda nivîskarê şanoya navborî afirandiye binasin ( Nihad Qelhecî ) .
Nivîskar bêguman biresenî û koka xwe kurde lê ew bixwe weke çanda şanonivîsê ne bihestê kurdî nivîsandiye belê li bajarê Şamê ew jîn ú vejîn bûye û şanoya xwe di çarçova çand û hişmendiya Erebî de nivîsiye û ez bawerim çanda parsê di nav Ereban de heye lê ev ne mijara gotina meye .
Tiştê di vê derbarê de ez dixwazim bijim ku di dîroka gelê kurd de parsekî bişêweyekî li kolana rûniştin û pere ji xelkê standin bi rengekî rûşiştî ez bawernakim hebû belê berovajî evê yekë , gelê kurd di pêvajoya jiyana xwe ya dîrokî de bi şêweyekî xwezayî komînal bû anku yek ji dabûnêrîtê wan, xwedîderketina li hejar û xizanên civaka xwe bûn .
Li beramberî hemî rewşên zehmet ew bi tenê ne dihiştin , lewra bi vî rengê bêsinc û bê tora parsekî nebû.
Ji ber ku alîkarî pêşkêşî xizanên xwe dikirin .
Xiznanî di civaka kurdî resen de ticar bi vî awayî bi encam nedibû .lê mixabin ev çanda parsekî bê tore ji derdora me têperî nav civaka me bûye .
Yanî ev qelsî nebesiyên bêgane li ser civaka rewşek awarteye , ji bo berdivdsyînê bikurt û kurmancî ev rêbaz ji çanda gelên derdorên me derbasî nav me bûye .
Weke rewşenbîr ji me çi tê xwestin ji bo parastina nirxan yên netewî yan weke erkê me li pênava ji nû ve avakirin û vejandina kesayeta çanda me ya kurdî ye , ez di wê baweriyê de me ev kar dê weke şoreşek rewşenbîrî were binav kirin û pêdiviye rewşenbîr cihê xwe tê de weke pêşeng bigire ku em rastiya xwe ya netewî ji bo gelê xwe û ji raya giştî ya cîhanê bidin ragihandin .
Li gor ez dizanim pêşketin ú hebúna miletan di sosyolaga civakan re debas dibe .
Lê çawa û ji ku em destpê bikin pirs eve .
Ez bi hêvî me Hevgirtina rewşenbîrên Rojavayên Kurdistanê Hrrk,ê li ser vê yekê baş rweste û di ber çavan re derbas bike û bide nirxandin li ser van mijarên civakî civînên berfireh li dar bixe di bin sernavên çima û çawa û ji bo çareseriyê kar çiye? [1]