Newaf Mîro
$Rojî$
Weke di nav de xuyaye bi rojê ve girêdaye. Em dizanin sal bi sal hewa/klîma dunyayê xwe vediguhere. Ne dûr beriya 30 salî li welatê ez lê dijîm Almanya, di vê dema salê de qir û qeşa bû. Îca ka herin, dema mirov bi tîna rojê li jiyane û bi vedîtina agir ji mirinê rizgar dibûn. Lewma jî ew du diyardeyên girîng in, di jiyan û serboriya me de.
Weke em dizanin ku ev demê salê, rojên herî kurt in. De bihesibînin beriya bi dehhezar sala dê çawa be?
Weke berê, îro jî bê tîna rojê jiyan nadome.
Roj, rojî û hefte hemî bi hev re girêdayî ne. Her weha sal.
Girtina Rojiyan, bi tirs û metirsiya çûyîna rojê ve girêdayî ye. Ger roj nebe jiyan jî namîne.
Pêşiyên me, bi Rojê Xwedayê xwe naskirine. Navê Rojê, Ra, Şemse. Lewma hemû rojên me bi Şems destpêdikin û roj bi Şems bi nav kirine. Şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem û În. Îna înaanna roja hevdîtinê, ya şahî û ebadetê û anîna nêçîrê ye bi gumana min. Berê mêr nêçîrvan bûn, roja înê roja anîna nêçîrê û hevdîtinê bûye.
Gelek olên din rojî kirine ferz, lê ne bi wateya di #Êzîd#atiyê de. Ev diyar dike, ku ev Ol bingeha Xwedênasiyê ye. Xwedênasiya Êzî, Feza û Xwezanasiye. Ew di xwezayê de Xwedê, di Xwedê de xweza û kimyatê dibînin.
Wateya Çil, Çilxaneya.
Weke tê zanîn, li cem Êzîdiyan û li cem gelek olên din jî çil heye. Çilê piştî zayînê, çilê zivistanê, çilê havînê, çilê her destpêk û mirinê jî heye. Lewma xêra miriyan jî piştî çilî didin.
Çilxane li kê dikeve, li gorî ola Êzî?
Mirovên dunav. Mînak; Şêx, Pîr, Qewal,Feqîr, Hosta û Merebî.
Çima ew?
Di ola Êzîdatiyê ew erkdar û xwebexşên olê ne. Yên karê Olê bike, divê ne çav li mal û milkê dinyayê be. Divê ew çav ne li namûsa xelkê be. Heta beşek ji wan xwe ji kêf û zewqê jiyanê dûr dikin. Yên bi Xerqe û Xadim.
Ma tenê dunav?
Na helbet, herkesî ku xwe bike xilmeta olê û karê xwe yên jiyanê bidawî kiribe. Çav li mal û milkê dunyayê de nebe. Bûnne dêrîn,malnişîn. Ew yê xwe bi saxî kiribin kirasê xas û paka.
Mînak Dapîra min Dayê Gula Şîrînê, Çilxaneyên xwe digirtin. Hema bêje tim bi Rojî bû, Xwedê jê razî be. War û mekanê wê li cem pakên ola Êzî be. Rehma Xwedê li miriyên we be.
Xwedê û Tawisî Melek van rojên Corona bi dawî bibe, bê qeda û belayê mezintir.
Xwedê û Tawisî Melek rojiyên we qebûl bike û Îda we pîroz be.[1]