...Abdurrahman Dürre (z. 1930 − m. 11'ê kewçêrê, 2012), helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1930'î li gundê Kêranlixa girêdayî navçeya Milazgirê hatiye dinê.
Perwerdehîya xwe li çend medreseyan dewam kir şûnde destûrnameya xwe ji medreseyê Norşînê hilgirt û dest bi îmamiyê kir. Nêzî deh salan li medreseyê Hesen Paşa ders da. Ji pê re bixwe jî medresek ava kir û di wê de dersên kurdî jî dan. Di sala 1962'an de çû Enqereyê û kete îmtîhanê miftîtiyê û pê di îmtîhanan de bi serket re dest bi miftîti'yê kir. Di vê wezîfeyê xwe de ji ber fikrên xweyên siyasî çend derban sirgûn bû û ji pê re jî hat dane dadgehê eskerî. Lê pê re beraat bû û şûnde vegeriya wezîfeyê xweyê miftîti'yê. Navbera salên 1980-1983'an de li Treblûsê wergeriya Tirkî-Erebî kir. Di sala 1990'an şûnde li Mûş û Erzînganê çend salan heps bû. Paşê çû Stenbolê û li wir Yukarı Mezopotamya Kültür Merkezi (Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn) ava kir û li wir dersên kurdî dan, pey re çû Ewropayê. Li Ewropayê Partiya Îslamiya Kurdistanê ava kir.
Seyda Mele Abdurrahman Dürre di 11'ê cotmeha 2012 de li Almanya li bajarê Kölnê çû ser heqiya xwe.
Berhem
Din Perdesi Altında Sakallı Yılanlar, (1962) (Di bin perdeya olî de marên bi rû)
İlahî Sır ve Hikmetler (Sirên îlahî û hîkmetan)
Evîna Welat, (1992)
Şerha Dîwana Ehmeda Xanî: Felsefe û Jiyana Wî, (2002)
Kurdname, (2006)
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 8,501 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!