Eve demek e balefirên cengî yên dewleta Tirk bombardumanên xwe yên li ser Kurdistanê bêtixûb zêde kirine. Ji Şemdîna heta Zaxo anku ew navçeyên di navbeyna istanên Duhok û Hekarîya da bûyîne hedefa van êrişan. Di midehê salekê da li vê navçeya fireh, li dorberê Ava Zê û heta ser Warên Parastinê yên Medyayê bombardumanên…Zêdetir →
Ji bilî van bombardumanan ew leşkergehên dewleta Tirk yên ku li xeta Zaxo-Duhok heta Amêdîyeyê hatine bi cih kirin jî êrişkarîyan dikin û jîyana xelkê xwecih asteng dikin.
Herî dawîyê li navçeyên Dêrelok, Reşava û Şêladizê bi ber van bombardumanan ketin û du kes ji xelkê gundê Êtûtê hatin kuştin.
Dewleta Tirk ev navçeyên Kurdistanê bo xwe kirine polîgona bombeyan û adeta sîlehên xwe yên nû li van deran didene ceribandin û hem xelkê sivîl dikujin hem jî jîyana xelkê dorberê serûbin dikin.
Xelkê navçeyê piştî van êriş û bombardumanan nerazîbûneke xurt nîşandan û leşkergeha dewleta Tirk ya navçeya Sirê dorpêç kirin û sotin.
Xelkê navçeyê bi dengekî bilind gotin ku ew nahêlin ev leşkergehên dewleta Tirk li vê derê bimînin û divêt derkevin.
Dewleta Tirk ji bo parastina leşkergeha xwe zêdetir teqwîyeya leşkerî kirin û bi Helikopteran leşkerên ji hêzên taybetî rêkirin û bi nizmahî balefirên cengî dane firandin ku xelkê çavtirsandî bikin.
Ev operasyonên dewleta Tirk û binecihkirina leşkergehan li van navçeya bi çu rengî qabilî qebûl nînin û daxwaza xelkê navçeyê gelek heq û rewa ye ku dixwazin ev hemû leşkergeh pêkve bêne rakirin û ji navçeyê bêne derêxistin.
Dewleta Tirk bi van êrişan huqûqa dewletî ya Iraqa Federal jî binpê dike ku ew navçeyên têne bombarduman kirin di nav tixûbên fermî yên ”Herêma Kurdistanê” ya di nav Iraqa Federal da ne. Hem hukûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî hukûmeta Iraqa Federal beramberî van bûn û bûyeran divêt huqûqê dewletbûna xwe biparêzin û nerazîbûna xwe aşkera bikin beramberî dewleta Tirk.
Daxwaza me bi taybetî ji hukûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku van êrişên dewleta Tirk di çarçoveya hukumranîya statuya xwe û dewleta Iraqa Federal da li nav xwe û li Bexdayê bide gotûbêj kirin û herweha ji UNê jî bixwaze ku hiştareke xurt bide dewleta Tirk ku dawîyê li van kiryarên xwe bîne.
KNK bi xurtî van êriş, bombarduman û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk yên li Kurdistanê şermizar dike û bang lê dike ku dawîyê li van êrişên xwe bîne.
KNK bangî hemû berpirsiyarên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê jî dike ku dijî van operasyonan dengê xwe bilind bikin, nerazîbûna xwe gelek vekirî nîşan bidin.
KNK sersaxîyê dide binemalên şehîdên vê navçeya ku hatîye bombarduman kirin û saxî û silametîyê ji birîndaran ra daxwaz dike.
KNK bi bangeke hawarkî ji xelkê me yê Kurdistanê daxwazê dike ku li xelkê navçeyê xwudan derkevin û herdaîm piştevanê wan bin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
#27-01-2019#