15´Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!
ZİMAN MERCÊ YEKEMÎN Ê HEBÛNA ME YE!
Dewlet serê pêşengên kurdan, Dayikên perwerdekarên nifşan, dilsojên ziman û wêje û gelerî – folklora kurdan Zmanê şîrînê Kurdî maye û her tim jiyan dik e. Bi riha berxwedêraneya hemû van nirxan, Em cejna zimanê kurdî li gele xwe pîroz dikin. Ev sedan sal in her ji rojgarên kolonîyalism û dagîrkeriyê, Kurdistan bi xelk û ziman û çanda xwe ve ji alî dewlet û xelafet û hemû hêzên ser dest li bin fişara bişavtin û jinavbirinê deye. Bi pilan û pratik hewl dane ziman û çanda kurdî ji holê raken û nehêlin. Lê ji ber reseniyî û girêdana rohîya gele kurd bi ziman û çanda resena xwe tev hewlên dijminan binaxkirin. Bi berxwedan û keda dilsozan ev ziman û çand û nirx û taybetmendîya wê parastin. Di dirêjîya serdemên dagîrkirina kurdistanê bi rêya îslama siyasî tûşî bi erebkirinê bû. Di serdema parvekirina Kurdistanê ya ji bo ser du beşan xeteriya bi fariskirinê jî hate ser. Lê di wî demî de berxwedaneke bi hêztira li xwedî derkeftina ser çand û zimanê kurdî destpêkir û bi nivîskî tovê modernîzma kilasîka wêjeya kurdî hat çandin. Mîna Babe Tahrê Oryan, Cizîrî Herîrî, Nalî, Salim, Kurdî û yên din bûne pêşengê dekomentariya ziman û hebûna wê. Xanî yê mezin paye û resenêtiya çand û ziman û hebûna netewa kurd kire felsefe û rêça rizgarîbûnê nişa me da.
Di sîroka nû ya sedsala 20an, dîsan tirs – xeterîya li ser ziman û çanda kurdî zêdetir bû, dema Kurdistan kirin çar parçe. Di wî demî de hêza şovînî û rasîstiya dewleta Tirk û tirkkirnê jî barê me kurdan girantir kir. Bi sê aliyan “ Ereb, Fars û Tirk “ kirnê dixwestin me ji holê raken. Hemdîs bi ked, bedel, xwîn û xweştivîtiya zaman û çanda xwe, xewnên dagîrkeran pûç kirin. Li vir de, nabe qala mala Mîr Bedirxan û rojnameya Kurdistan heta Hawarê û tev pêşengên wêjeya her çar aliyên Kurdistanê wek Mehwî, Narî, Hekarî, Qedrîcan, Erebê Şemo, Pîremêrd, Birîfkanî û goran û Hejar û Hêmin û hemyên din neyê kirin. Bi taybetî jî xebat û tekoşîna Korê zaniyarî ya Kurd ya li başûrê Kurdistanê.
Îro pştî 100 salên parçebûna Kurdstanê, rewşa her parçekê cûda ye. Hê xeterî û tirs li ser zimanê kurdî heye. Asimîlebûn, dijatî û sivikkirina nirxa ziman û çanda Kurdî niyet û pilana dagîrkerên Kurdistanê de xweya ye û heye.
Li bakûrê Kurdistanê, Berê her çiqas ziman bi taybetî li bakurê Kurdistanê qedexe bû jî, lê li gundan xetereya xwe bi xwe bişavtinê tunebû. Îro piraniya gundên her çar parçeyên Kurdistanê êdî vala ne. Ji ber zilm û zoriya dagirkeran û ji ber mercên aborî, gundî koç kirine bajaran. Di van wargehên nû de rêxistin û saziyên kurdan demekê gelekî zêde bûn. Lê van salên dawiyê li bakurê Kurdistanê sazî û dezgehên ziman yên ku hatibûn vekirin, ji aliyê desthiladariya AKP-MHP û dewleta Tirk a faşîst ve hemû hatin qedexekirin û girtin. Ji ber van hindan çi li welêt, çi li metropolên dagirkeran û çi jî li diyasporayê otoasîmîlasyon her diçe pêştetir û bi xeteretir dibe. Vê asîmîlasyonê bi destê sazûmaniyên desthilatdar dest pê kiriye, lê mixabin em jî, di mal û nava malbatên xwe de vê asîmilasyonê bi xwe, bi destê xwe didomînin. Alav û bingehê vê asîmîlasyonê ji bandora medyayê tê û bi taybetî zêdetirîn li ser zarokan ev bandor tundtir û bihêztir e. Di vî warî de bandora dibistanan jî bi qasî ya medyayê bi xeter e.
Li rojhelatê Kurdistanê jî dîsan zimanê Kurdî zimanê bin dest e. Çanda wê jî di metirsîyê de ye. Mixabin ji alî dewleta Îranê bi hemû awayî tê qedexekirin û sivik kirin. Bizava roşenbîrî û wêjeya kurdî ketitye bin bandora zimanê serdestê farisî.
Li rojavayê Kurdistanê, serbarê germatiya şoreş û berxwedanê Ziman û çand û mediya û perwedeya fermî ya rêveberiyê baş dimeşe. Lê dîsan pêwîste hay ji parastinê wê jî hebe.
Li başûrê Kurdistanê jî her çende diz û de sitûn û pêgeyên bizava wêje, rojnamevanî û perwerde û xwendina kurdî hebû û berdewame. Her çende dibû em çaverêyî baştir û pêşveçûneke rih û rîşeyî buna ye ji alî akadîkkirina zinmanê xwendin û perwerdeyê. Mixabin ne tene zimanê Erebî, ketiye bi bandora siyasî û kultûriya Tirkî û farisî jî de. Ya herî xeternak mediya û xenalên ragehandiê wekî TV û radyoyan çand û zimanê kurdî şêwandiye.
Ji alî perwerde û xwendinê zimanê kurdî bi taybetî beşên akademik û zanstî de hatiye pişt guh xistin. Bi şêwekî berçav dibistanên Tirkî hene û hejmareke zor zarok û xwendevan bi zimanê Tirkî dibin. Herweha hewlek heye ku bi fermî xwendinê bi giştî bikin zimanê Înglîzî û zimanê kurdî di dibistanan de giringî pê nayê dan. Ev xetereke mezin û dibe sedemê kêmkirina îrade û hez û lawazîya hesta neteweyî û niştîmanî.
Cejna zimanê Kurdî di sala 2006an de ji aliyê Kongireya Neteweyî ya Kurdistan (KNK)ê ve wek Roja Cejna Zimanê Kurdî hat ragihandin û ji aliyê hemû sazî û rêxistinên Kurdan û Gelê kurd ve jî hat pejirandin.
Em pê dizanin, di qadên jiyanê yên wek perwerde, ragihandin, weşan, siyaset, aborî û bazirganiyê de, gelek astengî li pêşiya ziman û zaravayên kurdî hene. Dîsa ji pirsgirêkên ziman yên herî girîng yek jî otoasmilasyon e, ango xwe bi xwe bişavtin e.
Zimanê ku reh û rayeka xwe ji Şaristaniya Neolîtîkê bigire û çanda deh hezar salan pê were afirandin, ew her çi qas were qedexekirin, astengkirin û zept û zor li ser bin jî, di bin her şert û mercan de dikare xwe biparêze û wenda nebe. Esta zimanê kurdî jî, ji van zimanan yek e û di bin şert û mercên giran de hetanî îro hatiye û xwe parastiye. Lê divê em vê jî ji bîr nekin. Heger em li zimanê xwe xwedî dernekevin û wî wek rohnayîya çavên xwe neparêzin, wek kes, malbat, sazî û civak wî di her qadên jiyanê de bi kar neynin, ew ê nikaribe xwe ji xetereya tunebûnê rizgar bike.
Li ser vê bîr û baweriyê em dibêjin:
Zimanê Kurdî hebûna me ye!
Zimanê Kurdî nasnameya me ye!
Zimanê Kurdî rûmeta me ye!
Bila Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurd û Kurdistaniyan pîroz be!
Komîsyona Ziman, Perwerde û Çand ya KNKê
15ê Gulana 2019