Celal Talebanî (bi soranî: جەلال تاڵەبانی, Celal Tallebanî; bi erebî: جلال طالباني, Jalāl Tālabānī) (jdb. 12ê çiriya paşîn a 1933an li gundê kelkanê, Silêmanî – m. 3ê çiriya pêşîn a 2017an li Berlînê, Almanya,
siyasetmedar kurd û serokkomarê Îraqê ye.[1]
Jînenîgarî
Talebanî di sala 1933an de li Başûrê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand. Li sala 1945ê hêj danzdeh salî di Newrozê de axiftineke bicoş dike
Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDKê hate hilbijartin. Di 1953an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.
Sala 1961ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de di 1964an de ji PDK cuda bû û „Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê“ damezirand.
Di sala 1970î de piştî peymana 11ê adarê careke din li Mele Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11ê adarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975an de, Talebanî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ava kir.
Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re zewicî ye.
Di 6ê nîsana 2005an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Îraqê.
Di 20ê kanûna paşîn a 2012an de ji ber tedawîbûna Talebanî, ew birine Almanyayê.