Hesen Qizilcî, ankû Hesenî Qiziłcî (z. 15ê îlona 1914an - m. 1985(1)), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû ku di 15ê îlona 1914an de[2] li gundekî di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinyayê.
Hesenê Qizilcî di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina Komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de nivîsî. Piştî hilweşandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê bû, li wir bi nihênî jiya.
Kurteçîrokên Hesen Qizilcî di kovarên Bexdayê de, û nemaze di kovara Hîwa (1957-1963)a ku Hafez el-Qadî derdixist, de belav dibin. Piraniya wan bo zimanê erebî tên wergerandin. Di sala 1963an de ji Iraqê derdikeve û diçe Sofyayê, cem malbata xwe. malbata xwe. Li wê derê, bi saya zanîna zimanên bulgarî û rûsî, di Radyo Bulgarîstan de dixebite. Di ber de jî ji kovarên kurdî yên Iraqê re nivîsaran dişîne.[3]
Bi ketina rejîma Şah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat girtin. Li gorî nivîskar Firat Cewerî, ji roja girtina wî û vir de kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat[4].
Berhemên wî:
. Pêkenînî Geda. Bexda, 1985[1].
. Çavkanî:
1. A History of Persian Literature: XVIII (2010). I.B. Tauris & Co Ltd, London û New York.
2. BLAU, Joyce (1985). Mirina Hesenê Qizilcî (PDF). Hêvî, Kovara Çandiya Giştî. Hejmar 4: 7 – bi rêya Kitêbxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.
3. BLAU, Joyce (1985). Mirina Hesenê Qizilcî (PDF). Hêvî, Kovara Çandiya Giştî. Hejmar 4: 9 – bi rêya Kitêbxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.
4. Firat Cewerî (2003). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003). Nûdem-Avesta, Stembol.[1]