Hiqûqnas Xalid Cebir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi şidandina tecrîda li ser Rêber #Ocalan# û bikaranîna #çekên kîmyewî# li dijî gerîla, danezana mafên mirovan a cîhanê û lihevkirina navneteweyî ya têkildarî mafên sivîl û siyasî binpê kiriye, lewma divê li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bê darizandin.
Hemwextî tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan, dewleta Tirk a dagirker şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bi rêya bikaranîna çekên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Bi vê yekê hemû lihevkirin û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike.
Hiqûqnas Xalid Cebir destnîşan kir ku dosyaya hiqûqê li Tirkiyê roj bi roj xirabtir dibe û got: “Dewleta Tirk a dagirker bendên danezana mafên mirovan a cîhanê ya sala 1948`an, bendên peymana navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî ya sala 1966`an, binpê dike. Di wan peymana de tekezî bi mafê her ferdekî yê xwespartina welatên din ji bo xilasbûna ji zordestiyê dike.”
Cebir diyar kir ku tevî bangawaziyên hiqûqnas û parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo CPT`ê ku destwerdanê bikin û rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin jî, lê belê dosyaya hiqûqî li Tirkiyê gihaştiye rêjeyeke pir xeter.
Cebir di dewama axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Ocalan rexne kir û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk destdirêjiyê li mafên mirovan dike. Ji ber ku dosyaya binçavkirinê girêdayî mafên mirovan e. Dewleta Tirk her wiha bi sedan siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevan ji ber bawerî yan nêrînên wan ên siyasî girtin. Di vê dosyayê de dewleta dagirker siyaseta xwe ya dîkatorê dimeşîne.”
Cebir bang li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina îşkence û tedbîrên neheq têkildarî rêber Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Îmraliyê, yekser destwerdanê bike û got: “Ev yek binpêkirineke xeter a pîvanên sereke yên mafên mirovan û danezana mafên mirovan a cîhanê ku NY`yê di sala 1948`an de daniye, ye.”
Xalid Cebir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger rêxistinên hiqûqî û komîteyên têkildarî vê mijarê destwerdan nekin, dê wekî şirîkên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna wan tedbîrên neheq ên li dijî mirovan û mirovahiyê bên hesibandin.”
Hiqûqnas Xalid Cebir bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla jî û wekî berdewamkirina tecrîdê bi nav kir û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan û gerîlayên azadiyê, li dijî lihevkirin Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî tevdigere. Ew lihevkirin piştî ku ji aliyê zêdetirî 190 welatan ve û di nav de Tirkiye hat îmzekirin, ket meriyetê.”
Cebir diyar kir ku li gorî qanûna navneteweyî,l dema dewleta Tirk a dagikrer wan çekên qedexe bi kar tîne, ew li dijî gelên herêmê û bi taybet li dijî gelê Kurd şerê qirkirina komî dimeşîne.
Cebir got, divê sûcdarên ku sûcên şer kirine li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bên darizandin.[1]
ANHA