#Rêveberiya Xweser# ragihand ku Hevserokatiya Herêma #Cizîr#ê û şêx eşîra El Şemer Himêdî Deham El Hadî koça dawî kir.
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi boneya koça dawî ya hevserokatiyê herêma Cizîrê şêx Himêdî Deham El Hadî peyameke sersaxiyê weşand.
Peyam wiha ye:
“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ji ber wefata hevserokatiya herêma Cizîrê û şêxê eşîra Şemer #Himêdî Deham El hadî# sersaxî xwest
Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê sersaxiyê ji eşîra Şemer û Al El Cerba li seranserî Sûriyê û cîhanê dixwaze.”
Çavkaniyên nêzî malbatê, agahiyên koça dawî ya şêx Himêdî ragihand.[1]
ANHA
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,064 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!