Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku di nava 54 rojên raperîna gelên #Rojhilatê Kurdistanê# û Îranê de 326 kes hatine qetilkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperîna bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” di bin pêşengiya jinan de li dijî qetilkirina jina Kurd #Jîna Emînî# hatî destpêkirin berdewwam dike.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya xwe ya nû eşkere kir û diyar kir ku di nava 54 rojên raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 326 kes hatine qetilkirin. Ji vane herî kêm 43 kes temenê wan ji jêr 18 saliyê de ne û 9 jinin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê careke din bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya welatiyên sivîl bigire.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku heta niha karîne agahiyên li 22 parêzgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tomar bikin. Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya herî giran, li parêzgehên Sîstam Beluçistan, Tehran, Mazenderan, Sine û Gîlan e û wiha tê gotin: “Li gorî nûçeyên medya fermî hatine parveirin, heta niha gelek kesên di nerazîbûnan de hatine binçavirin, bi ‘têkdana ewlehiyê’ û ‘gendeliyê’ hatine sûcdarkirin. Dibe ku ev yek bibe sedema derxistina biryara darvekirinê.”[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,698 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!