ِ$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mîrxan Raperîn #Amed#
Nav paşnav: Ramazan Başhan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Bedriye-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tebaxa 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mîrxan li Amedê ku hîmên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê lê hate danîn û xwedî kevneşopiyeke xurt a serhildanê ye, li Çinarê ji dayik bû. Piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bi Berxwedana Zindanan a Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê ve hate têkbirin, ruhê berxwedanê yê PKK'ê hate afirandin û ev ruh bû xeta têkoşînê ji xelkê me yê Amedê re. Xelkê me yê Amedê ku xwedî li vê mîrateya têkoşînê derket, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên gerîlayên me yên azadiyê kir û bersiva pêwîst da dagirkerî û dagirkeran.
Hevrêyê me Mîrxan ku ji zarokatiyê ve li Amedê beşdarî nava serhidlanan bû û di nava têkoşînê de mezin bû, di vê pêvajoyê de rastiya dijmin û gerîlayên azadiyê yên bi fedaîtî li dijî dagirkeran şer dikin, ji nêz ve nas kir. Ji ber ku ji derdora malbata wî tevlîbûn li nava têkoşîna me hebû, herî dawî ji ber tevlîbûna kekê wî li nava refên grîlayên azadiyê, hevrêyê me Mîrxan hîn bêhtir xwe nêzî partiya me PKK'ê kir. Hevrêyê me di vê demê de fikrên Rêber Apo ji nêz ve şopand, xwend, lêkolîn kir, hîn bêhtri beşdarî nava kar bû û xeta têkoşînê daîmî kir. Hevrêyê me encamên xurt û pêwîstiyên têkoşîna rêxistinî fêhm kir, cihê xwe di nava karên ciwanan de girt û ji bo parastina ciwanên Kurd ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê kete nava hewldaneke mezin. Ji bo civaka me li ser piyan bimîne, bi girîngiyeke mezin tevlî nava karên komunê bû, jê re pêşengî kir û bi kesayetiya xwe ya kedkar li her qadê hewl da encamên xurt û bi bandor bi dest bixe. Hevrêyê me ku demeke dirêj bi rengekî çalak cihê xwe di nava kar de girt, sala 2014'an di dema êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Rojava de derbasî Kobanê bû û bû yek ji wan hevrêyan ku di serketina gelê me de ked da. Hevrêyê me Mîrxan dît ku li dijî hêzên faşîst û mêtinger tenê bi xurtikrina xeta gerîlatiya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê gelê me ji êrîşan dikare bê parastin, ji qirkirinê bê rizgarkirin û sala 2014'an li Mêrdînê beşdarî nava refên gerîla bû. Demekê li Mêrdînê kar kir û piştre berê xwe da navenda gerîlatiya me Botanê, li Bestayê pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Mîrxan bi enerjî û hêrseke bêdawî li dijî dagirkeran şer kir, şert û mercên herî giran bi dilsoziya hevrêtiya pîroz a li nava PKK'ê çareser kir û bi kesayetiya xwe ya kedkar di anva pratîkê de xwe bi pêş ve bir, bû xwedî îradeyeke ji pola. Hevrêyê me bi rengekî çalak tevlî pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê ya gelê me bû, tevî ku birîndar bû xwe ji çeperên bexwedanê venekişand û bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran şerê xwe dewam kir. Piştî gerîlatiya serketî ya li Bakurê Kurdistanê derbasî herêma Garê bû, tecrûbeyên xwe yên pratîkî bi perwerdeyên akademîk derbasî asteke bilindtir kir, bû fermandar û derbasî qada şerê giran Zapê bû. Di demeke kurt de hînî cografya zehmet a Zapê bû, di şer û jiyanê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar bi daxwazeke mezin tevlî her karî bû û timî li refên pêş meşiya. Demeke dirêj li Zapê ma û bi rengekî bi mînak tevlî pratîkê bû.
Di dema êrîşên artêşa Tirk a mêtinger a li ser Zapê de hevrêyê me Mîrxan derbên giran li dijmin xist û bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevrêyê me li Qadên Berxwedanê yên Zapê têkoşîneke xurt kir, taktîkên gerîlatiya nû bi hostatî bi kar anî, rêbaza tîmên bi tevger û çeperê li qada Zapê bi çalak bi cih anî.
Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi kesayetiya xwe ya kedkar û tevlîbûna xwe ya kelecanî li her cihê lê ma di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê, bi fedaîtî şer kir û bû xwedî pratîkeke xurt ku berxwedana me ya dîrokî gihîşt vê astê û bi qada Zapê re bû ye. Hevrêyê me Mîrxan bi van taybetmendiyan bû yek ji mînakên bijarte yên milîtaniya Apoyî.[1]