$Agahiyên şehîd:$
Navê kod: Rêber Ronî
Nav paşnav: Semîh Sayilgan
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Dê - Navê Bav: Gulperî - Selahattîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 27.04.2022 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rêber li Bedlîsê di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me yê ku bi nirxên Kurdistanî mezin bû, ji biçûkatiya xwe ve şahidiya zilm û zordariya dewleta mêtînger a li ser gelê me kir û bi hêrseke mezin, mezin bû. Hevrêyê me yê ku her tim li rê û rêbazên têkoşîna aktîf digere, bi tevlîbûna xebatên ciwanan dest bi têkoşîna li dijî dagirkeran kir. Hevrêyê me yê ku di xebatên ku meşandin de derfeta naskirina felsefeya Rêbertî û PKK’ê ji nêz ve bi dest xist, di jiyana xwe ya şoreşgerî de fikrên Rêbertî qebûl kir û esas girt. Hevrêyê me yê ku asta biryardariya xwe zêde kir, di sala 2015’an de dema ku êrîşên dagirkeriyê dest pê kir, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku rastiya şerê ku yekane parêzvanê hebûna gelê Kurd gerîla dimeşîne, dît ku wê çarenûsa gelê me diyar bike û li ser vê bingehê beşdarî nava refên bû, kedeke bêsînor da. Hevrêyê me yê ku li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û heta roja ku gihişt şehadetê li axên pîroz ên Botanê weke gerîla xebitî, di pratîkê de xwedî kesayeteke neşikestî bû. Her tim li pêş û bi kesayeta xwe ya xebatkar, mezin û biçûk nêzî hemû karên şoreşgerî bû û bi pratîka xwe bû milîtanekî mînak. Li ser esasê dilsoziya bi şehîdan re bi coşeke mezin beşdarî jiyanê bû, di qada leşkerî de xwe bi lez û bez pêş xist û di demeke kin de bû fermandarek ku hevrêyên xwe bi rê ve bibe. Hevrêyê me yê ku li qadên herî dijwar çalakiyên gerîla pêk anî, beşdarî gelek çalakiyan bû û li ser xeta serketinê li dijî dagirkeran şer kir. Hevrêyê me Rêber ku bi salan e li Botanê li ber xwe dide û kedeke mezin dide, xeta têkoşînê ya rast nîşanî ciwanên Kurd ên bi rûmet daye. Fêm kir ku siberoja azad a gelê me ancax bi têkoşîna gerîla ya bênavber û serketî pêkan e û di vê çarçoveyê de têkoşînek bênavber meşand. Mîrateya şoreşgerî ya ku hevrêyê me Rêber afirandiye wê her tim me ronî bike.[1]