$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Koçer Çiya
Nav paşnav: Başar Îlçî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Husniye-Saît
Dem û cihê şehadetê: Zap 06-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Koçer li bajarê qedîm ê Kurdistanê ku malovanî ji berxwedanên mezin ên dîrokê re kiriye li Amedê ji dayik bû. Hevrêyê me Koçer li nava malbateke welatparêz bi çanda berxwedanê ya Amedê mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve li polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin rast hat û li dijî vê yekê jî timî têkoşiya. Hevrêyê me piştre Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û fêhm kir ku jiyaneke bi rûmet bi têkoşîna li nava refên PKK'ê dibe. Hevrêyê me Koçer jiyana li nava sîstemê ti carî hêjayî xwe nedît û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di nava jiyana gerîla de kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê. Hevrêyê me Koçer li çiyayên Kurdistanê kete nava têkoşîneke çalak. Di nava jiyanê de ji hevrêyên xwe re bû piştevan û moral. Bi ruhê Apoyî xwedî li her wezîfeyê derket û bi rengekî serketî bi cih anî. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, gelê Kurd û welatê xwe, bi sekna xwe ya li nava jiyanê nîşan da.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 550 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!