Pêdiviya me bi huner û çalakiyên ne pasîf yanî hunereke xwedî helwêst jî heye. Adem bi vê performansa xwe ji dêvla li asîman û heyva ku dewlet îşaret kiriye binihêre “li #Kurd#istanê nihêriyê û dewletê dîtiye.” Wî pêkanînên şeytên (yanî dewletê) deşîfre kiriye bi vê performansa xwe ya qaçax!
Kurdên bîrbir li ser vê xakê her çiqas dewletê û saziyên wê weke mirî bihesibînin jî, dewlet tevî pergala xwe carna bi halê “şeytanqûnî” dixwaze ji nû ve li erdnîgariya #Kurdistan#ê bigere û bi awayekî “şeytanî”, yanî bi her awayî Kurdistan û çanda wê dagir bike. Ez behsa talanê nakim, jixwe wî ji mêj ve ev kar dikir. Lê ji ber dilê vî necisî rehet nabe, ew timî dixwaze bi “şeytaniyên” xwe li bîra Kurdistanê be. Li gel ku “hişk” bûye û çûye jî dîsa xezeba wî kedî nebûye û ji bo Kurdistanê har û bêar tevdigere. Yanî çavên wî tim li şeytaniyan e! Ev yek ji xwe re kiriye meziyet û adeteke mayînde. Bi kurtasî ew bûye “toqê lanetê” û ketiye stûyê vê xaka qedîm.
Vêca dewleta ku dîsa şeytanqûnî bûye vê carê jî ji mezel derketiye û li ser girên dîrokî yên Kurdistanê “tiştik” û “miştikan” daniye û datîne. Ew bi van tiştik û miştikên xwe dixwaze çanda Kurdî û rastiyên dîrokî berevajî bike.
Yanî divê meriv ji vî şeytanqûnî re ku dîsa bi şeytanî tevdigere, bibêje, “Çi îşê kîtabeyên bi zimanê Goktirkî li serê Keleha Zerzevan û Girê Mirada heye?” Yanî xwedayê li jor jî dizane kîtabeyên ku ne aidî vê erdnîgariyê û ne bi zimanê vê civakê ne, li serê van giran bi “xinizî” hatine danîn û tewş disekinin. Ti maneyeke wan tine ye ji bo vê erdnîgariyê.
Lê te dît, necis e, timî dixwaze merivan ji rê derxe û berê wan bide riyên şaş! Û jixwe li Kurdistanê jî meriv hazir in ku ber bi riyên şaş ve bişemitin herin. Ji lewma, ew merivên bîrbirî, serwext nînin! Ew şeytan bi vê yekê baş dizane û van Kurdên bîrnebir di kemînê de diqefêle.
Recima bi berûyan!
Adem Bulut, bi kuratorî û karê performansê re mijûl e, li ser van şeytaniyên dewletê hûr bûye û piştî haziriyên xwe bi dawî kirin, bi performansa xwe ya “Recima Şeytên” van nêzîkatiyên dewletê yên bi şeytanî pêk hatine, recim kirin û da ber berûyan! Yanî bi vê bersiva xwe nîşan dide ku ew yek ji wan Kurdên bîrbir e û neketiye kemîna şeytên. Wî performansa xwe li Keleha Zerzevanê ya di navbera Amed û Mêrdîne de pêk anî. Erê, lê wî ji dêvla keviran, berûyên Kurdistanê bi kar anîn, ku bi ya min tişta herî afirîner a performansa wî bû. Ji lewma, li Kurdistanê berû metaforeke bi esil e û bi her awayî nûnertiya Kurdistanê dike. Ev performansa Adem a kurt û bi derb ku di heman demê de helwêsteke di cih de ye, bi berûyê bi manetir bûye. Performansa “Recima Şeytên” bê destûr hatibû organîzekirin û ji ber vê performansa wî, Adem kirin nezaretê jî. Lê wî di nezaretê de jî armanca vê çalakiya xwe daye zanîn û gotiye ku ev tiştên li vir bi destê dewletê hatine bicihkirin û ji ber ez wan aîdê vê axê nabînim, min ev nerazîbûn nîşan da. Yanî dikarim bibêjim, Adem dilê xwe û me rehet kiriye bi pergala ku dewlet dixwaze pê çanda Kurd, dagir bike.
Pêkanînên şeytên deşîfre dike
Li ser navê xwe bibêjim, di van demên dawiyê de êdî ji klîp û stranên ku hunermendên Kurd çêdikin û belav dikin, aciz bûme. Ti reseniyeke wan tineye û ji xeynî xwe dubarekirinê, tiştekî nû li çanda Kurdî zêde nakin. Şikir ji xwedê re jixwe piştî derdikevin bi hefteyekê tên jibîrkirin û êdî nema kes guh dide wan û li wan temaşe dike! Ev kes di klîpên xwe de ji dewletê bêhtir zerarê didin Kurdistanê û bîra erdnîgariya xwe nabin. Ji lewma, dema meriv performansên wiha dibîne kêfa meriv tê, bi rastî û li gor min ya giring jî ew e ku meriv bersiv û nerazîbûnên bi vî awayî nîşan bide û karibe bîra hin tiştan bibe. Yanî meriv karibe li Kurdistanê binihêre û dewletê bibîne! Nexwe, meriv rabe li ser vê axê lotikan bide û nêzîkatiya dewletê ya bi vî rengî nebîne, mixabin ti xêra hunerê me dê tinebe. Pêdiviya me bi huner û çalakiyên ne pasîf yanî hunerekî xwedî helwêst jî heye, dibe ku ev performans tiştekî piçûk be, lê di tehma berûyan de ye û çalakiyeke bi bandor e. Adem bi vê performansa xwe ji dêvla li asîman û heyva ku dewlet îşaret kiriye binihêre, “li Kurdistanê nihêriyê û dewlet dîtiye.” Wî pêkanînên şeytên (yanî dewletê) deşîfre kirine bi vê performansa xwe ya qaçax!
Bi romantîzekirinê Kurdistan didin jibîrkirin
Em vê rastiyê jî ji bîr nekin ti carî; kesê/kesa bi çavên ji mêhtîngeriyê rizgar nekirî li Kurdistanê binihêre, tenê bi zimanê Goktirkî, ew ê weke ku li ser kîtabeyê jî nivisîne; “Li asîman binihêre û heyvê bibîne”. Lê ew asîman jî û ew heyv jî dê ne ya Kurdan be û hizreke bi Kurdî çênebe! Ma ne jixwe bi vê romantîzekirinê dixwazin tu bîra Kurdistanê nebî û bi kawikî bihizirî li ser vê axê!? Nexwe, bi zimanê Goktirkî dê çima li ser kîtabeyan “Li asîman binihêre û heyvê bibîne” binivisînin ev nevîçîçirkên wî şeytanqûniyê ku min li jor behsa wî kiribû.
Heger meriv li tiştik û miştikên wiha bigere û bixwaze wan birecimîne, ez bawer dikim berûyên herêma Mêrdînê dê têra vê yekê nekin! Ji ber ku gelek ji van tiştikên tewş hene ku divê werin recimandin. Adem berûya pêşî avêt wan… de haydê em jî berûyên xwe hazir bikin ji bo şeytaniyên dewletê! Heya em li Kurdistanê nenihêrin û şeytaniyên dewletê nebînin, heyva çardehşevî li me heram e…Asîmanê em li bin dijîn, ji me re ne star e![1]