Gelo Kurd li neynikê mêze nakin!
İkram Oguz
Miroven ku li neynikê mêze nekin û xwe tê da nebînin, herdem xwe bedew û çeleng dihesibînin.
Ne xil û xarîya dev û pozên xwe, ne şaştî û kortîya çavên xwe dibînin …
Ne ji qurçimên ruyên xwe hayîdarin, ne jî keçelîya porê serên xwe…
Kêmasî û qisurên hemû mirovên der dora xwe dibînin û qilfê xwe bi wan dikin, lê tu carî kêmasî û qisurên xwe nabînin.
Poz bilindin, xweperestin û di ser xwe ra tu kesî nas nakin.
Dema ku ez li daxwaz û gotinên kurdan û kirinên wan dinêrim, ji xwe ji xwe ra dibêm.
Gelo di malên kurdan da neynik tunin…
Li şikl û şemalên xwe, li bejn û bala xwe nanêrin.
Çima, wek daxwaz û gotinên xwe najîn?
Çima, xêncî xwe û heval û hogirên xwe kesî rast û durist nabînin?
Çima, her tiştî reş, an jî spî dibînin?
Mesela demoqrasî û wekhevî tiştekî gerdûnî ye.
Gor welatan, an jî mirovan ne mana wan, ne jî tarîfa wan nayê guhartin.
Şert û şûrtên demoqrasîyê li Amerîkayê çi be, li Afrîka û Asya’yê jî wusa ye.
Li Almanyayê, li Fransa û italyayê çi be, li Tirkîyê û Kurdistanê ji dîsa wusa ye,
Di bin kîjan şert û mercan de mirovek Alman û Fransiz û Îngilîz ra demoqrat bê gotin, ancax di bin wan şert û mercan da mirovek Tirk û Kurd jî wek demoqrat tê binavkirin.
Ew şert çi ne?
Mirovê demoqrat ray û ramanên xwe vekirî tîne ziman…
Ji ray û ramanên kesên din ra hurmetkar e û rexneyên xwe jî bi warek demoqratîk dike…
Ji otorîteyê ra serê xwe xwar nake û xwedî cesaret e…
Xwe gor cemaata xwe, tariff nake, endametîya wî ya hêz û komel û hwd. ray û ramanên wî yên şexsî naguherîne, bîlakîs ew bi şexsîyeta xwe wan dewlemend û pirdengî û pirrengîn dike.
Mirovhiz û aştîxwaz e…
Dema were rojêvê hemû Kurd xwe wek demoqratên sereke bi nav dikin û di ser xwe ra mirovek demoqrat nas nakin. Lê kesên ku wek wan nafikirin, ne ku fikrên wan, ji hebûna wan bile aciz dibin.
Aştîxwazin, lê ne ji bo kesên din, wek Demirel ji bo xwe tenê aştîyê dixwazin. Ji destên wan were, yen ku wek wan nafikirin, di tasek av da dixeniqînin.
Mirovhizin, lê belê xwe tenê mirov dihesibînin û tenê ji xwe hezdikin.
Xwe wek ronakbîr qebûl dikin, lê ne zêde dixwînin ne jî tiştek dinivsînin…
Li devê şêx û melayên xwe dinhêrin, qasî ku ji wan fêm dikin, gotinan wan wek benîştê nêrbend ji sibê hata êvarê dicûn.
Sîyasetmedar in, lê xêncî rêç û rêbazên xwe tu rîya kesî rast nabînin. Yên ku di rêça wan da neçin û nekevin milên wan, xayîn û neyar bi nav dikin.
Dîndarên Kurd jî wusa nin…
Bi dîndarîya xwe difirin, lê xêncî mirudên ji tarîqata xwe, dîndarîya tu kesî qebûl nakin.
Hemû Kurd bi gotinên xwe şoreşwan, bi kirinên xwe muhafazakar in.
Ne xwe diguherînin, ne jî guhartina kesî dixwazin.
Ji ber vê yekê ye ku dibêjim, ji her Kurdekî ra neynikek lazim e.
Kîngê ku li neynikê binêrin û wek kesên din qurçimên rûyên xwe û keçelîya porê serên xwe jî tê da bibînin, wê demê dikarin li ser ray û ramanên xwe da jî bifikirin…[1]