Malxirabîya Kurdan!
Sıraç Oğuz
Hezar sal e Miletê Kurd xwe ji malxirabîyê û ji bêyomîya navxweyî xilas nake. Nebû xwedî dewletek neteweyî û serbixwe. Dema mirov dîroka Miletê Kurd dişopîne, tê da hinek rastîyên cîvakîyên balkêş dibîne.
Ew rastî jî ewên ku, Kurd şervan in, jêhatî nin, mêr û mêrxas in. Eşîr in aşitîxwaz in, camêr in, bawermend in, ji dostî û hevaltîyê, ji miletê bîyanî û ji cînarê xwe hez dikin û tu zirar zîyanek nadin wan.
Bi dîtinên eşîrî û cîvakî bi rastî û kevneşopîya bav û kalên xwe tevdigerin. Ev hemû tiştên baş û pozitîf in.
Lê ji bo ku bibin xwedî dewletek milî ev başî ya wan û kirinên wan ên cîvakî têr nakin. Ji alîyê sîyasî û bi armanca xwedîdewletbûnê hewceye ku ew jî gerek wek neyarên xwe bi plan tevbigerin. Ya jî, ji bo ku bibin xwedî dewlet, divê ew fêlbazîyên sîyasî bikin.
Di vî warî da, kurdan ji kirin û kiryarên miltên xwedîdlet û dagirkerên xwe jî qet ders negirtine.
Ji ber vê yekê jî li ser van kirinê paqijî û camêrtîya xwe sekinîne û herdem hatine xapandin.
Ji ber ku, kurd bê pîlan û bê proje li der û dora xwe, di qada şer û sîyasetêda bê dek û dolap tevdigerin û wenda dikin.
Heta roja îro jî, bi tevgera sîyasî û sosyal wek bi bûyerên di dîrokê da hatîye serê wan ji vê nezanîya wan tê.
Îro jî dek û dolaban nizanin, ji alî şervanî û mêranîyê da bê qisûr in, lê dîsa jî biser nakevin.
Ev malxirabîya herî mezin jî îro li Bakurê Kurdistanê diqewême.
Bi taybetî partîyên bakurê Kurdistanê liser xeta neteweya Kurd nehatine damezrandin. Hîme wan partîyan gor xeta çepgirên Tirkan û îdeolojîk hatîye avêtin. Doz û ramanên partîyên bakur, ji Kurdistanek serbixwe zêdetir, ji bo sosyalizm û yekîtiya karkeran an jî ji bo daw û doza omedê hatîye danîn. Bi gotin û dirûşmên ji kurdayetîyê dûr tevdigerin. Loma hemû xebatên xwe bi zimanê Tirkî dikin. Siyaseta ji bo biratî û hevalbendîtiya bi tirkan ra derdixin pêş û didomînin.
Ji sîyaseta rojane dûr bikevin jî, malxirabîya xwe bi awayek din didomînin, hem bi xwe, hem jî kesên derdora xwe ji kurd û kurdayetîyê dûr dixînin.
Li bakurê Kurdistanê ji bo lixwedîderketina kurd û kurdayetîyê yek rêyek tnê ma ye. Ew jî xwedî li derketina zimanê kurdî û orf û edetên kurdî ye. Heger kurdên Bakûr vê yekê bikin û bijîn, wê gavê dikarin bibin milet û bi sr bikevin.[1]