=KTML_Bold=Bersivandina beyannameya Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke niştimanî ya lezgîn e - Yehya EL HEBÎB=KTML_End=
Normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de ji dema bidawîbûna hilbijartinên Tirkiyeyê ve, sekiniye. Gelek berjewendiyên ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan propagandaya wê kirine, negihaştin serî. Gelo nîşaneyên vê çi ne? Peyama ku divê hikumeta Şamê û aliyên herêmî û navneteweyî jê bigirin, çi ye?
Tevî hewldnên Rûsyayê jî, lê di hefteyên dawîn de kêm behsa mijara normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, tê kirin.
Beriya hilbijartinên Tirkiyeyê, rayedarên Tirk her tim propagandaya normalîzekirinê kirin û hema bêje rojane daxuyanî didan. Ev jî vedigere girîngiya dosyaya Sûriyeyê di hilbijaritnên Tirkiyeyê de. Nemaze, mijara girêdayî koordîneya bi hikumeta Şamê re ji bo vegerandina penaberên sûriyeyî mîna ku dewleta Tirk a dagirker îdia dike.
Piştî bidawîbûna hilbijartinan û biserketina Erdogan, wisa xuya dike ku Erdogan xwe rihet kir û careke din siyaseta xwe ya Sûriyeyê domand ku li ser xurtkirina dagirkirina herêmên Sûriyeyê ava dibe. Li şûna ku behsa koordîneya bi hikuemta Şamê re bike têkildarî vegerandina penaberan. Careke din penaberên sûriyeyî bi zorê li herêmên dagirkirî vegerandin. Yanî siyaseta guhertina demografiyê domand.
Ev kiryar, destnîşan dikin ku Tirkiye di pêkanîna planên xwe de bi rêya dubarekirina senaryoya Lîwa Skenderon berdewam e. Ji ber wê penaberan li herêmên ku şêniyên wê yên resen koçber kirine, bi cih dike ji bo ku dûre referandomê çêke û herêma dagirkirî tevli Tirkiyeyê bike.
Divê hikumeta Şamê ya ku her tim behsa derketina dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê dike, van peyaman fêm bike ku Tirkiye ji destpêka aloziyê ve, bi rêya piştgiriya komên çekdar xwest vê pergalê hilweşîne û bi rêya amûrên xwe bigihêje desthilata Sûriyeyê. Ev siyasetên wê heta niha berdewam in. Heke tu lihevkirin di navbera Tirkiye û Şamê de çênebûn ruxmî ku Rûsya hewl dide wan li hev bîne, Tirkiye dê careke din firsendê bi kar bîne û amûrên xwe yên çekdar û siyasî bi kar bîne ji bo ku derbe li îstiqrara li herêmên Sûriyeyê bide û timayên xwe pêk bîne.
Rewşa dilgeşiya vê dawiyê ya Tirkiyeyê û pêşveçûna hêdî ya ber bi normalîzekirina bi hikumeta Şamê re, piştî nêzîkbûna bi DYA û rojava re xurtir bû. Nemaze piştî ku Tirkiye têkildarî tevlêbûna Siwêd di NATO`yê de helwesteke nerm nîşan da. Li beramber wê jî, Amerîka û rojava ev nermbûna wê bi erênî nirxand ku Amerîka got derfet heye qeydên radestkirina çek û balafiran li ser Tirkiyeyê kêm bike yên ku piştî normalîzekirina Tiriye û Rûsyayê hatibû taloqkirin. Her wiha rojava soz da Tirkiye ku wê tev li Yekitiya Ewropayê bike.
Ev pragmatîzna Tirkiyeyê û xweavêtina hemêzekê ya bo hemêza din, ji aliyê Rûsya ve bi daxuyaniyan û di aliyê pratîk de bê bersiv neman. Rûsya tevgerên dawîn ên Tirkiyeyê bi xencerê di piştî de bi nav kir û balafirên Rûsya û hikumeta Şamê êrişên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêde kirin. Rûsya lihevkirina hinartina danên Ukraynayê ku Tirkiye tê de navbeynkar bû, rawestand. Lê tevî wê jî, bertekên Rûsyayê negihaştin asta paşketina têkiliyan di navbera her duyan de. Ji ber ku li zêdetirî cihekî li cîhanê berjewendiyên wan ên hevbeş hene. Rûsya hê jî li ser têkçûna lihevkirina Tirkiye û rojava têkildarî zêdetirî mijarekê, hesab dike.
Li gel vê pragmetiyê û berjewendiyên hevbeş ên di navbera hêzên cuda de, sûriyeyî û aliyên cuda yên sûriyeyî li berjewendiyên xwe digerin. Ji vê mentiqê êdî pirsek girîng xwe dide pêş; çima bersiva beyannameya Rêveberiya xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi leztir bûye?
Ji ber ku hêzên navneteweyî; Rûsya û rojava li gorî hatiye pêşbînkirin, dê hewldanên xwe ji bo razîkriina Tirkiyeyê û kişandina wê ber aliyê xwe, zêde bikin. Nemaze têkildarî dosyaya Sûriyeyê. Dibe Tirkiye siyaseta lîstina li ser nakokiyan, bidomîne û îmtiyazên din di dosyaya Sûriyeyê de bi dest bixe çi ji DYA`yê yan jî rojava yan jî Rûsyayê. Dibe Tirkiye dagirkirina herêmên Sûriyeyê bidomîne û ajandeyên xwe; çeteyên biyanî yên girêdayî rêxistinên terorîst ên cîhanê biparêze. Ev dê li ser piraniya herêman û hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê xetere be û dê Tirkiye di pêşerojê de pêşeroja welêt kontrol bike bi şêwazekê ku berjewendiyên xwe pêk bîne.
Ji lewra, kijan baş e, hikumeta Şamê niha pozbilindiyê bike û dereng bixe û di pêşerojê de tawîzan bide dewleta Tirk a dagirker ku gelek hêzên navneteweyî piştgiriya wê dikin. Lê ev li ser hebûna wê weke hikumet xetere ye. bi taybet piştî rawestandina normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re ku dewletên kendavê bi taybet dest bi xurtkirina têkiliyên siyasî û aborî bi Tirkiyeyê re kirin. Yan jî bi hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê re lihev bike di serî de Rêveberiya Xweser a ku beyannameyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kir?
Di heman çarçoveyê de kîjan baştir e; sûriyeyî di welat de parçekirî bimînin û di nava şert û mercên aborî û jiyanî yên nebaş de bijîn, an jî li hev bikin û bibin yek. Bi yekitiya wan dê serwetên nîştimanî bikevin xizmeta tevahî welatiyan mîna ku di beyannameya Rêveberiya Xweser de hatiye destnîşankirin.
[1]