Mehmet Saît Uçlu – Ferat Pîr (1956 - 2021), Nivîskar, helbestvan dîrokzan û şoreşger Mehmet Saît Uçlu, di sala 1956’an de li navçeya Hîlwanê ya Rihayê ji dayik bû. 45 salan bê navber ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya. Ji gundê Mişmişî yê Hîlwanê bû. Dibistana seretayî û navîn li Mişmişî û Hilwanê xwend. Li Dîlokê Lîseya Bazirganiyê xwend. Di sala 1977’an de Zangoya Îktîsatê ya Zanîngeha Ege xwend. Dema di pola 4’an de dixwend, berê xwe da çiyê. Di 1981’an de li navçeya Sîwegerê di şer de birîndar bû. Hat girtin û li Zindana Amedê bi îşkenceya herî giran re rû bi rû ma. 20 salan girtî ma. Hem li girtîgehê û he li derve gelek gotar û pirtûk nivîsîn. Mehmet Saît Uçlu, di sala 2001’an de serbest hat berdan û dîsa di nava xebatên têkoşîna azadiya kurd de cih girt. Uçlu, di 29’ê Adara 2021’an de li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.[1]
Malbat û hezkiriyên Nivîskarê kurd Mehmet Saît Uçlu yê ku li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê di 29’ê Adara 2021’an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, di salvegera wî de ew bi bîr anîn. Malbata Uçlu, li restouranttek bajêr bi mewlûdekê Uçlu bibîr anîn. Endamên malbatê û gelek hezkiriyên Uçlu beşdarî mewlûdê bûn. Bîranînê bi rêzgirinê dest pê kir û dua hatin xwendin.
EW PIRTÛKXANEYA ŞOREŞA KURDISTANÊ, ARŞÎVA ZINDÎ YA PKK’Ê BÛ.[2]
Ez ji 7 pênûsên heqîqetê me,
Çîrokeke dûr û dirêj dinivîsin ew pênûs,
Romaneke dirêj a ti carî dawî lê nayê,
Ji zîndanê heta çiyê,
Li welatê navjêbirî,
Ji 7 pênûsên heqîqetê me,
Ji bo ku heta hetayî bimîne,
Da bibe tasek av ji bo keç û xortên li nîvê çolê ji têhna ketî,
Da bibe roniyek ji paşeroja azad dinivîsin…
1956’an li navçeya Rihayê Hîlwanê ji dayîk bû.
Dibistana seretayî û navîn li Rihayê, dibistana Amadehî li Dîlokê xwend.
Li herêma Egeyê fakulteya îktîsadî li zanîngehê qedand.
Hê li Dîlokê Apoyî nas kirin û 1977’an beşdarî têkoşîna azadiyê bû.
Ew hê di rojên pêşî de bû neferekî xwebexş ê vê têkoşînê.
Wî û çend hevalên xwe li Izmîrê Komîteya PKK’ê saz kirin û li metropolên Tirkiyê kar û xebat kirin.
4 salan ev kar û xebata xwe bi awayekî serketî bi cih anî.
Sala 1981’ê li navçeya Rihayê Sêweregê di şerekî de birîndar bû û dîl ket destê cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî.
“Ez 143 rojan di lêpirsînê de mam. 20 salan di zîndanê de mam.”
Di serî de li zîndana Amedê li gelek girtîgehan ma û bû yek ji berxwedêrên li dijî faşîzmê.
Li zîndanan bi nivîsandinê afirand.
Gelek nivîs, meqalet û pirtûk nivîsîn.
“Göbekli Tepe Uygarlığı, Heqîqet û Azadî, Herakles Dionysos û Ked, Xeyalên Sara, Xembariya Zer çend ji van pirtûkan bûn.
2001’ê piştî ku ji zîndanê derket navber neda têkoşîna xwe
Li Bakurê Kurdistanê di gelek akademiyên siyasetê de ders dan.
Li vir bû kadroyekî pêşeng ê têkoşîna siyasî û civakî.
Bi dilsoziya şoreşê û Rêber Apo tevgeriya û bi sedan milîtan perwerde kirin.
Tevî emrê xwe yê zêde jî xwe çûyîna çiyayên Kurdistanê neda paş.
Li ser pêşniyara Rêber Apo di komîteya 7 kesî de ya wê Romana PKK’ê binivîsanda cih girt.
Pirtûka pêşî ya Rêze Romana Partiyê ya bi navê “Vejîna li Welatê Rojê” Amara û pirtûka 5. a heman rêzeromanê “Lêgerîna li Azadiyê” bi 3 cildan nivîsî.
Bi vê keda mezin û giranbuha, ji nifşên nû re heqîqet û îdeolojiya şoreşa xwe hişt.
Herî dawî dixwest berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê binivîse.
29’ê Adara 2021’ê ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Li peyxwe pirtûkxaneyeke mîna arşîva şoreşê hişt.